Freitag, 7. Juni 2013

KK (= Komara Kurdistan’ê) u Birrîna 200.000 Hezar Daran Li Kurdistan’ê!!!


Hewaya hîro baś bu.
Gava hewa hilo germ dibe, bivêt-nevêt siruśta Kurdisatn’ê tê bîra min.
Di zaroktiya min da wê śiruśta gund u zozana me, mala me ya li Erzingan’ê di bîra min da xwa wekî bizmar kutanne.
Lê helbet siruśta li Ewrupê meriv nikare bi ya Kurdistan’ê ra ruberîhev bike.
Li vir bêhna siruśtê meriv hêć nikare bigere.
Ne gul u giya, ne źî dar bîhn didin.
Her tiśt ewqas bê tam e.
Xwazila îmkana min hee’ bibuya u min hemî kurd źibo demekê biśanda Ewrupê u welatên din, daku bila bidîtina xwadê welatekî ćiton xwaśik daye wan.
Lê mixabin ew îmkana min źî tun e, mixabin.

Tê gotin ku ewê tirkên qewad li Erdîś’a Wan’ê du sed hezar (200.000) daran bibirrin.
Źiber vê yekê min di Facebook’a bê bav da nivîsek nivîsî u belav kir:

«Tirkên faśîst, niźatperest u śovenîst dixwazin li Erdîś’a Wan’ê (Bakurê Kurdistan’ê), li gundê Zortul’ê tam du sed hezar (2000.000) daran bibirin!
Dibêźin dest pê kirinne źî!
Li Stembol’ê van tirkan źibo ćend daran kaoseke mezin li dar xistin.
Ma aniha ew tirkên faśîst, śovenîst u niźatperest li ku derê ne?!
».



Êêê, xelkê alemê źibo du darikan husan meriv dike kućikê xwa, dide kuśtin.
Bi mirina du kesan erd u ezmên li dixin.
Lê li Kurdistan’ê herro bi dehan, sedan însanan dikuźin, siruśta Kurdistan’ê tarumar dikin, pênc hezar gundan me śewitandinn, pênc mîlyon însanên me pêr u pêrîśan kirinn, serê însanên me źêdikin, tecawîzî źin u mêrên me dikin, xema kesî nîn e.
Bêguman mesele di me da ye, mesele kêmqailiya me ye.
*
Źi berî ćend roźan ez ketî bum nav ćend komên elewiyan.
Tabî bi tevayî źî kurd in. Dibe ku du-sê tirk źî di nav wan da hee’ bibin.
Xwadê bila kesî ewqas śaś neke. Hema hun bibêźin ev elewiyên me yên kurd wekî gurên MHP u CHPê ne.
Xwa dikuźin źibo niźatperestiya tirkan.
Li pêś navên xwa «TC» nivîsîne u qaśo AKPê protesto dikin...
Źiber vê qewadiya wan, min źî ev kempenyeya xwa di Facebook’ê da daa dest pê kirin:



«
Kempenyeya "KK" (= Komara Kurdistan'ê)

Kurdino
Hun źî dizanin, tirkên qewad, faśîst, niźatperest u śovenîst li ser tunekirina zmanê kurdî u milletê kurd heebuna xwa geś dikin.
Him me roź bi roź dikuźin, him źî me dikin "niźatperest, śovenîst" u gelek bê baviyên din.
Yanî em him yên mexdur in, him źî yên sucdar in ha!
Mesela van kućikan kempenyeyek daye destpêkirin.
Tirk u kurdên ku bune kućik u sosyelfaśîstên tirkćî, li pêś navên xwa "TC" dinivîsin (Türkiye Cumhuriyetî = Komara Tirkiyê).
Ez bi gelek kemalîst u elewiyan va ketim qirika hevdu, camêr dibêźin ev "nasnameya me ye, ćima na?!".
Qey meriv dibêźe yên ku li van tirkên kućik zilmê dikin, kurd in!
...

Divêt kurd bê deng nemînin, bila kurd źî "KK" (Komara Kurdistan'ê) li pêś navên xwa binivîsin.
Kurdino, dev źi wan hizbîtiyan berbidin, bi serê sax u miriyên xwa u yên Kurdistan'ê dikin, pićekî "netewî" bifikirin heyranino, "ne-te-wî".

Biźî "KK Beghyanî Śadî Śarîn" u xelas, ihi.
».

Źi piśtî parvekirina min du xalên me hema li pêś navên xwa «KK» nivîsiyann.
Ka xwadê mezin e.
Bêguman ev wezîfeya hemî kurdan e ku xwadîtiyê li nirxên xwa yên netewî bikin.
Źixwa bê van nirxan tu mahneya xelkekî u neteweyekê namîne.

Keine Kommentare: