Montag, 20. April 2020
Sonntag, 19. April 2020
Law Bi Kurdî, Dê-u-Bav Źî Bi Tirkî Nizanin
Kurdan nekanîn xwa źi karê beradayî yê dîrokê xelas bikin.
Rabune rêklama pirtukeke beredayî ya bi zmanê tirkan dikin,
źibo ku xwa bêtir u baśtir di ber zmanê tirkan ra bikin wekî serseriyên sedsalê.
Kućik sînorên xwa bi mîza xwa xêz dikin, loma
meriv nikare ewqas bi hêsanî kifś bike.
Meriv yan pêlê dike yan źi źê derbaz dibe.
Lê di herdu halan da źî haya meriv źê nabe.
Hêsaba mala bavê xwa dikin.
Heger baweriya wan bi gurćika wan hee'be, źê
derbaz dibin. Yan na, paśpaśkî b śun da vedigerrin.
Yanî kućik sînorên mala bavê xwa baś nas dikin.
Gava tarî l ser herdê dikeve, sînor dikevin bin
herdê.
Di tariyê da sînor bêhna xwa vedidin.
Kućik tenê źê bîhn dikin.
Heta berbangê heźmara kêrguhên di nav sînora mala
xwa da diheźmêrin dema ew di ser wan sînoran ra b vir u wir da bazdidin.
Roźa din xwadê kerîm e, dibêźin.
Lê kurd ći dikin?
Li dezgeheke resmî ya li welatekî Ewrupê xortekî
17 salî u dê u bav runiśtine.
Tercumanekî bi kurdî hatiye xwastin.
Gava tercuman tê, terrin bi hev ra di cîyekî
pićuk da rudinin u wergêrr dest bi wergerra kurdî dike.
Xort bi lez gotina wî dibirre u dibêźe ew bi
kurdî nizane u źê dixwaze ku bila bi tirkî tercume bike.
Lê dê u bav źî bi tirkî nizanin.
Tercuman dibêźe ew bi xwa bi tirkî nizane, tevî
ku dizane źî.
Dê u bav bi lez dikevin navberê.
Memurê dezgeha resmî ya dewletê pićekî śaś dibe u nizane ka
mesele ći ye.
Tercuman bi lez vedigerre wî u dibêźe,
"Xorto dibêźe ew bi kurdî nizane.".
"Ma ew ne kurd e, ne lawê van e?"
"Herê lawê van e."
"Êêê, ćima bi kurdî nizane? Ev tiśt ćawan
dibe?"
Źi niśkê va dê u bav dest bi axaftinê dikin.
"Welleh aniha mesele weha ye. Nikane
biaxive, lê pićekî fam dike. Ew li Stembol'ê ćêbu. Li Stembol'ê ću dibistanê.
Mamosteyên wî yên li dibistanê gelekî caran źi me ra gotin, pê ra bi kurdî
neaxivin ku bila baś hînî tirkî bibe. Gotin pê ra bi tirkî neaxin ku bila
tirkiya wî xerab nebe. Me źî got bila li dibistanê zirarê nebîne, xem nake, em
ê pê ra bi kurdî neaxivin. Loma bi kurdî nizane."
Tercuman gotina wan werdigerrîne.
Ćavên memur bi temamî beloqî dibin, fam nake. Źi
wan ra dibêźe:
"Aniha
ev lawê we ye, ne?"
"Herê."
"Aniha ev lawê we bi kurdî nizane u hun źî
bi tirkî nizanin?"
Serê memur bi temamî tevlihev dibe, ecêb ecêb l
wan dinêre.
"Herê."
Dayik bi tirkî nizane.
Bav źî bi tirkiyeke pir xerab pićekî xwa îdare dike.
Bavê bavan di nav HDPê da sî salan siyaset kiriye, bi salan
di nav girtîgehê da maye.
Źi piśtî ku derdikeve Ewrupê, ćend mehan paśê tirk lawekî wî yê din bi gulleyan dikuźin.
Dayik u bavên kurd yên ku bi tirkî nedizaniyan, zarokên ku bi
kurdî nizanin mezin kirin.
Dayik u bavên kurd yên ku bi tirkî nizanin, zarokên ku bi
kurdî nizanin mezin dikin.
U ev dayik u bav doza mafên mezin dikin.
Lê di nav mala xwa da doza zmanê tirkî u tirktiyê dikin.
Lê di nav mala xwa da doza zmanê tirkî u tirktiyê dikin.
U pê nahessin ku ruhen li kîźan xopanan derbeder bune u ćune.
Dienstag, 1. Oktober 2019
Kevokên Kesk Baranên Bi Śîn Vedixwin
Kećika kumiksor
Xewnên brîndar di śevên śemitî da bê ćav digerrin
Xewnên brîndar di śevên śemitî da bê ćav digerrin
Ćiku śînên me yên źi lîlanan
Li dor hustiyên me tilmisên xwa pê dirêsin
Źi ćemên revî gulleyan radikin kevirên beredayî
Bi xiśm lʼ xewnên xwa digerrin li ber deriyan
Kećika ku bi du guliyan kevokan nîkil dike
Guh bide ayînên kevokên kesk li
bintara bavo
Dema ew radikevin źi baranên bi śîn ava
sar vedixwin
Bavo bi źan ee
Źehr vexwarî
Di źehra śevê da lʼ kećika kumiksor digerre.
Montag, 10. Juni 2019
Kevirekî Bi Kewz Źî Tun E Li Ser Gora Zmanê Kurdî
Xalê me yê darnas di nav daristana xwa
da digerre. Dixwaze rewśa darên li daristana xwa bibîne.
Źi piśtî demekê tê li ciyekî disekine.
Li ser herdê tumeke sosret dibîne. L’ kevirekî mezin diśibe. Lê bi kewzan
hatiye dagirtin.
Kêra di destê xwa da tê ra dike. Kêra wî
di bin kewzê da li tiśtekî hiśk dikeve u nikare tê ra herre. „Herhal di bin vê
kewzê da kevir hee ye.“ dibêźe.
Źi piśtî hewldanên drêź di bin ciyê hiśk
da rastî rengê kesk tê. Pê dihesse ku di bin wê kewzê u wê kaśila hiśk u sert
da darek di nav herdê da ramediye.
Tevî ku dar bi herdê ra buye yek źî,
tevî ku ew dar ev ćar-pênc sed sal in ketiye ser herdê źî, hîn źî nemiriye, hîn
źî kibarikan/kivarikan ew nekanîne hurhurî bikin.
Dar dara darbuzê ye, ango dara buzê ye.
Di rastiya heeyî u xwezayî da źi piśtî
ćend salan źi darên ketî ti śop li paś namînin.
Lê dara me ya ketî bi drêźiya ćar-pênc
sed salan hîn źî hiśk nebuye. Rik e, carekê pêgirtiye.
Divêt ev dar bi av u mînerelan bihata
xwadî kirin.
Divêt fotosîntêza zerurî rêkupêk di nav
pelan da śekir ćêkira.
Darnasê me lêdikole.
Źi piśtî lêkolînan pêdihesse ku rehên/kokên
dara ketî hîn źî di nav herdê da ne.
Rehên wê darê u yên darên li dor wê li
hindek ciyan gêhiśtine hevdu. Li gelek ciyan di navbera rehên wê u darên din da
korîdoreke drêź bi kibarikan hatiye ava kirin. Rehên darên din bi navbera rehên
xwa źi dara ketî ra śekir, mînerel u avê diśînin, wê xwadî dikin. Ew dar bi hev
ra xizm in. Rê nadin ku dara ketî di nav herdê da bifetise u bimire.
Tam ćar-pênc sed sal in ku dara ketî bi
kezeba śewitî xwadî dikin. Weha xuya dike ku ewê dest źê bernedin. Gava
astengiyên xwezayî derdikevin źî, ew śekirê ku bi riya fotosîntêzê di nav pelan
da dihafirînin, heta rehên xwa diśînin. Wî śekirî didin kibarikên ku li dor
rehên wan kom bune. Bi vî hawî ew kibarik źî pariyeke wî śekirî, av u mînerelên
di nav herdê da diben u didin dara ketî.
Dar źî ligorî normên civakî tevdigerrin,
malbatî ne. Hevdu nas dikin. Ćawan meriv bi ruyên hevdu hevdu nas dikin, dar źî
bi rehên hevdu hev nas dikin. U heta źi hev dikevin, bi rik darên źi malbata
xwa diparêz in. Heger pêwistî pê hee’be, di cî da źibo hevdu întîxar źî dikin.
Gava heśeretên bi zirar hêrîśî darekê
dikin, heman dar źibo ku darên din heśyar bike, bêhna heśyarkirinê derdixe źibo
ku darên din bi lez sîstema xwaparastinê bixin nav tevgerrê.
Gava meriv Kurdan u daran bi hev ra
miqayese dike, meriv źi kurdbuna xwa śerm dike.
Xwazîka em dar bibuna.
Me nekanî bi qasî darekê źî xwa
biparêzin.
Dareke ku ćar-pênc sed salan di nav
herdê da ramediye, li benda mirina xwa ye, bi alîkariya darên źi malbata xwa li
ber xwa dide, him źî bi drêźiya pênc sed salan.
Her cara ku Kurd partiyeke yan źî
rêkxistinekê di bin navê Kurd u kurdîtiyê da ava dikin, avake sar b’ ser min da
dadikeve.
Kurdan di destpêka salên 1970yan da
partî u rêkxistin ava kirin.
Lê mixabin van partî u rêkxistinan her
tiśtê kurdîn u Kurdistan’î źi binî va tarumar kirin.
Van namerdan li paś zmanê Kurdî śopek
źî nehiśtin!
Źi me ra goristeneke zmanê Kurdî źî zêde
dîtin!
Be hey teresino, qet nebe meriv kevirekî
bi kewz li ser wê gornê śun dike!
Aynur Doxan: "Darheźîrokê"
Sonntag, 24. Februar 2019
Kurd Di Romana PAULO COELHO Da
Źi berî heftekê bu, min romana xalê me
Paulo Coelho ya bi sernavê 11 Deqqe
girte destê xwa u dest bi xwandinê kir.
Min pirtuk li seffefa pirtukan kirrî bu.
Xalê me Paulo Coelho bi pirtuka xwa Sîmyager
bi nav u deng buyî bu.
Pirtukên Paulo Coelho tam li 81 zmanan
hatine wergerandin. Heger ne śaś bim, heta vê gavê pirtukên wî tam 250 mîlyon
caran hatine frotin … Bi eslê xwa źi Brezîlya’yê ye.
Gava min dest bi pirtuka wî ya 11 Deqqe kir, di rupela 66an da ez rastî Kurdan hatim. Yanî xalê me di vê romana xwa da behsa Kurdan źî dikir.
Naveroka romanê li ser źiyana źineke laśfroś
ya 22 salî ye, li ser źiyana Maria’yê ye.
Maria’ya Brezîlya’yî terre Swîsre’yê, li
Cenevre’yê b’ cî dibe.
Gava roźekê li ser kolaneke Cenevre‘yê
dimeśe, rastî meśekê tê. Źineke din ya ku li wê derê ye źê ra dibêźe, Ev Kurd in.
Merax dike u źi wê źinê dipirse: Kurd źi ku derê tên?
Źina din bi xwa źî bersîva vê yekê
nizane. Paśê Maria terre kafeyekê. Kesekî din yê li wê kafeyê źê ra
dibêźe, Kurd źi Kurdistan’ê tên, herêmeke li baśurê Tirkiye u li
bakurê Êraq’ê ye.
Gava Maria źi kafeyê derdikeve der, di
nav wê sermaya li dor pileya sifirê ya li Cenevre’yê, dubare Kurdan dibîne.
Di rupela 114an da dubare xaltîka me
Maria źi xwa dipirse, Kurd kî ne?
Di rupela 252an da karkera ku li
pirtukxaneyê kar dike, gava bi Maria’yê ra dipeyîve, dibêźê, Ma ligorî we tiśtekî normal e ku Kurd herro
meśan li dar dixin? …
Źê pê va behsa Kurdan nayê kirin.
Źibo min surprîzek bu.
Ez bawer dikim Kurd di nav nivîs u
nućeyan da, di nav roman u lêkolînan da tenê bi miźarên siyasî va girêdayî tên
nas kirin.
Bi taybet źî bi meśên ku Kurd li welatên
xerîb l’ dar dixin, tên nas kirin.
Meriv bi dilekî rehet dikare bibêźe, ew
meśên ku li van welatan tên l’ darxistin, źi sedî 99 bi destê Kurdên źi bakurê
Kurdistan’ê ne.
Tevî ku orxenîzekirina meśan li welatên
demoxratîk mafekî xwezayî ye u di nav makezagona van dewletan da wekî riyeke
aśtiyane ya rexneyî tê qebul kirin źî, millet źi Kurdan pirr aciz in.
Kurdan di van ćel salên dawiya da źi
derî meśan u bi karanîna śîddetê nekariyan xwa biguherînin, nekariyan di nav van
civakan da sempatiyeke rewa źibo xwa bihafirînin. Kurd u śîddet bun wekî
hevśirîk.
Di vê navberê da du nifśên nuh li van
welatan mezin bun. Lê mixabin di warê huner, siyaset u zanyariyê da Kurdan
nekariyan bi qasî misqalekê źî pêśkevin. Tabî ev xususiyet bi taybet di nav Kurdên bakur da runiśtiye. Li ba Kurdên źi roźhilat, baśur u roźava pićekî cihê
ye.
Ya rast gava meriv meśên Kurdên bakur
dibîne, meriv źi kurdbuna xwa nefret dike. Ti têkiliya van meśan u Kurdan bi
kurdîtiyê ra nemaye. Li ser kolanên Ewrupe’yê bi zmanê tirkan dikin zirrezirr,
xwa tatmîn dikin u vedigerrin nav qulikên xwa u bi zmanê tirkên teres pesna xwa
u heft bavê xwa didin. Carina Ewrupe’yî dibêźin, Gelo ev kurd ći dibêźin, ći
dixwazin, ćima bi zmanê me mebesta
xwa nayînên zmên źibo ku em bikarin źi wan fam bikin?
Gava îdyoloźî źi bin va u di dil da puć ’be, źixwa banî bi
pifan difire.
Îcarê xalê me
Paulo Coelhe ći bike? Heger xaltîka me Maria‘yê li kafeyeke Cenevre’yê Kurdekî hunermend yan źî zanyar nas bikira, hingê ewê xalê me Paulo źî behsa wî Kurdî bikira.
Sonntag, 3. Februar 2019
Kurdên Qul-Kirî
Dinya buye gundekî bi telaś.
Divêt meriv carekê belaya xwa lê nede,
hêdî meriv hew dikare bê bela źi bifilite.
Tevî ku meriv di destpêkê da bi bedena
xwa dikeve nav vî gundê bi telaś u bedena xwa źi dest dide, źi piśtî demekê rihê
di laśê meriv da źî źi meriv xatir dixwaze.
Lê em her di gotina xwa da asê dimînin u
loma radihêźin peyvên giran yên ku bi têra xwa źi me aciz in.
![]() |
| Lîstikên xwezayê. |
Em źi bîr dikin ku rastiya me ya di
destpêkê da, yanî rastiya beden u rihê me ya źi berî hatin u daketina nav vî
gundî, hêdî di halê xwa da nanê xwa ćênake.
Divêt meriv ćavên xwa źi hêlliyên /
neynikên li ser dîwarê xwa negire.
Loma hun carekê berê xwa bidin xalê me Marshall McLuhan, hun ê tiśtê ku medya dike
u źi dinyayekê ćawan gundekî bi telaś ćêdike, bibînin.
Em źê ra bibêźin Marshallîzm. Yan źî baśtir e ku em bibêźin Marshallloźî. Bi -îzm
wateyeke îdyoloźîk ćêdibe, lê bi -loźî wateyeke zanyarî l’ peyvê bar dibe.
Pêśniyaza min e, bela xwa l’ -îzm’ên îdyoloźiyan nedin, hun ê pê ne tenê bedena xwa, herweha rihê xwa źî
bi kêran źi xwa bikin.
Em carekê binêrin ka Zerdeśt ći dibêźe.
Di Avesta’yê da peyva tanu.kǝrǝta- mahneya yê / ya
ku źi xwa ćêdike / dihafirîne
dide.
Avestî tanu- „laś, beden“ hîro di kurdî da wekî ten tê bi kar hanîn. U kǝrǝta-
„kirî“ źî peyva me kirin e.
Wekî nimune, di Avesta’yê da tanu.maͅϑra- (tanu.maͅthra-) mahneya peyva ku bi bedena / laśê wî va girêdayî ye, kesê ku ew girtiye nav xwa, kesê ku bi wê ra buye yek dide.
Avestî maͅthra- „fikir, raman“ u sanskrîtî mantra- eynî peyv in, ku forma sanskrîtî di nav gelek zmanan da
belav buye. Ev peyv di kurdiya hîro da wekî mansur
tê bi kar hanîn. Lê bi taybet źî di dema kurdiya navîn da di nav zmanê wêźeyê da
hatiye bi kar hanîn, mesele helbestvanê navdar Hallac-u Mansur baś tê nas kirin, ku źi hêla îslamîstan va źiber
helbestên wî yên xwadê-nenas u xwadê-rexnegir ćermê wî hatî bu
gurandin.
Gava em hîro bala xwa didin kurdan, em
di nav kurdên vê heyamê da śopeke pićućik źî źi van peyv u têgêhiśtinên bi
hezaran salan nikanin bibînin.
Him laś u him źî rihê kurdan li vî gundê
tirk, ereb u farsan yê bi telaś źi hev ketiye.
Kurd hizir nakin ku carekê l’ hêlliya /
neynika li ser dîwarê malê binêrin. Źi halê xwa memnun in.
Dibêźin bi têra xwa kurdên pît in, hesin tê da di śkê.
Lê l’ peyvên tirk, ereb u farsan yên ku
di bedena wan da cî bune, rihê wan qul kirine, nahessin.
Herê, ev kurdên qul kirî hîro li ser kolanan bazara
kurdîtiyê dikin, kurdîtiyê difrośin
kurdên ne-qul-kirî!
Samstag, 19. Januar 2019
Avesta U Zerdeśt, Peyv U Wecize
Di destpêkê da peyv yan wecize hee’bu?
Di destpêkê
da peyv hee’bu. Qet nebe Încîl bi vî
hawî dibêźe.
Helbet ligorî ragiyandina Încîl’ê meriv
dikare bibêźe xwadê źi berî destpêkê hee’bu.
![]() |
| Gundekî li Kurdistan'ê. |
Yanî destpêka
ku em źê behs dikin, bi karê xwadê yê destpêkê va girêdayî ye.
Heger xwadê karê xwa yê destpêkê bi
selametî bi ser nexista, me yê nekariya li ser destpêka me bipeyîvin.
Źibo ku meriv bikare bibêźe di destpêke da peyv hee’bu, divêt meriv heebuna kesekî ya źi berî destpêka me qebul bike.
Lê destpêka
me ne bi ćêbun yan źî heebuna xwadê dest pêdike. Na, destpêka
me źi piśtî ćêbun u heebuna xwadê dest pêdike.
Źiber ku kesekî di derbarê ćîroka heebun
u ćêbuna xwadê da nivîseke xerabe nedaye me, em ê heta hetayê bi filan u bêvan
dibêtiyan serê xwa pê gêź bikin.
Lê dîsan źî em dikarin bi tevî nimuneyên
heeyî u lîstikên mantiqî xwa l’ ceribandinekê ragirin.
Ćîroka xalê me Darwin ya li ser homo sapiens (merivê zana), li ser kurmik, kêrguh, kêzî, mange, mar, teyr, śêr,
pisîk, morî u miśkan dizanin.
Yanî xalê me Darwin navê xwadê guhart u kir evolution
u pirtukeke bi du gurćikan daa dest me: Ćêbuna
/ Pêkhatina Zindiyan (1859).
Tabî ev lotika xalê me Darwin paśê bi
saya daneyên dîrokî u zanistiyî hate pesend kirin.
Źi berî ku civatên pêśketî u modern śerrê di
navbera xwa u Darwin da bi dawî bikin, îcarê xalê me Freud derkete ser masê,
simbêla bada u got:
„Her kî mêr e, bila were!“.
„Her kî mêr e, bila were!“.
Tiśtê ku di dest da mayî bu, ew źî xalê
me Freud kir śorbe, kir nav kodika malê u daa ber me.
Gotineke nas dibêźe, „Herkes źi źiyana
xwa gilî u gazincan dike, lê ti kes źi mêźiyê xwa gilî u gazincan nake.“.
Herê, wî mêźiyê ku di destê me da ciyekî
ewqas pîroz digirt, xalê me Freud li ber ćavê me ewqas reś kir ku, gava em teniya
binê tencika malê dibînin, bi xêra wê em pićekî bêhna xwa vedidin.
Di Gatha’yeke
Avesta’yê da (Yasna 19,10) Zerdeśt di helbestekê da weha dibêźe:
U ev e wecizeya herî
bi bandor ya wecizeyan
źi wecizeyên ku carekê hatine axaftin,
źi yên ku ewê b’ên axaftin
u źi
yên ku ewê hertim werin axaftin.
Ango Zerdeśt dibêźe di destpêkê da wecize hee’bu.
Peyv di destpêkê da xwadî naverokekê ye, ne mahneyekê.
Peyv xwadî mantiqekê ye.
U peyv xwadî formekê ye.
Divêt em źi bîr nekin, peyva avestî uxδa- mahneya peyv, bêźe, axaftin źî dide. Teśeya uxδa- (partisip presens perfekt) di eslê
xwa da mahneya yê/ya gotî/axivî dide. Herweha di Avesta’yê da
mahneya yê/ya (źi hêla xwadeyan va) ragiyandî/gotî źî dide (źi kiryara avestî vac-:
vak- „peyîvin, axaftin, gotin“ tê =
kurdî di-bêź-im, beźe).
Ev peyva avestî aoxta- „peyîvî, axivî“ di kurdiya kurmancî da
wekî wate u di kurdiya zazakî da źî
wekî vate xuya dibe.
Zerdeśt bi xwa helbestvanek, dengbêźek, fîlosof ... bu. Avesta bi tevayî źi helbestan ango stranan pêk tê, ku bi ćîrok u naverokên xwa yên drêź
heta destpêka ćêbuna zmanê hîndî-ewrupî paśta terrin. Bandora vê destpêkê ya bi
peyv u bêźe paśê derbazî Tewrat u Încîl u Qur’an’ê źî dibe. Loma medî u
avestî pari-daizā- „bihiśt, cennet“ wekî
peyv kete nav wan zmanan źî u di nav temamê zmanên Ewrupe’yî da belav bu,
nimune înglîzî paradise, ... Îro em
di kurdiya kurmancî da vê peyvê wekî parîz
/ parêz (< *par-δēz < *pari-daiza-) bi kar tînin.
Di zaroktiya min da gava diya min
neynikên xwa dibirriya, wê ew neynikên xwa yên birrî bi xwa ra digirt u dibir der, yan di nav dîwarekî malê da dikir nav kunekê yan źî li
ciyekî maqul herd dikola u dikir nav. Tabî pê ra dia źî dikir. Carekê min źê
pirsî, min dixwast bizanim ka źiber ći ew neynikên xwa dike nav herdê. Got,
„Guneh e. Nebe nebe ku tu roźekê gunehekî weha bikî u neynikên xwa b’avêźî ser ćopê u derudora xwa!“.
Ew roź u ev roź e ku, gava ez neynikên
xwa dibirrim, ez l’ diya xwa difikirim.
U heta îro źî neynikên min nećun ser ćopê.
Piśtî bi salan gava min dest bi hînbuna
zmanê Avesta’yê kir, min dît ku eynî bîr u bawerî bi eynî śiklî u bi eynî
peyvan tê da hatiye qeyîd kirin:
„Divêt tu źibo neynikên birrî ćalekî bikolî.“ (Avesta, Vendīdāt 17,7).
„Divêt tu źibo neynikên birrî ćalekî bikolî.“ (Avesta, Vendīdāt 17,7).
Sonntag, 13. Januar 2019
Tu Yê Bi Zaroktiya Xwa Werî
Bextê meriv li ser ćarenivîsa
meriv ya zaroktiyê ćêdibe.
Em carekê bala
xwa bidin peyva me zarok.
Digel xwandina
min ya bilind ya li ser zmanên hîndî-ewrupî, roźekê ez pêhessiyam ku peyva me zarok rasterast bi peyva di Avesta’yê da
zaͅϑra- “zayîn m.” (zaͅthra- ) va destbrak e, yanî eynî peyv
e.
Bi eslê xwa źi kiryara zan-
“zayîn” ya avestî tê, u heta zmanê hîndî-ewrupî *g̑enH-
“zayîn” bi śun da terre.
Gelek peyvên ku hîro di nav gelek zmanan da tên bi kar
hanîn źi vê kiryarê tên, nimune: gen,
genetîk, re-generation, genie, ...
Lê ev peyva
kevin zaͅthra- di kurdiya navîn da
dibe zahr.
Di sanskrîtî da wekî janitra- ye.
Mesele em di kurdî da teśeya zar-u-zêć bi kar tînin. Tabî peyva me zêć źî li vir wateya zarok dide u ev źî źi kiryara kurdiya
nuh zan / zayîn tê.
Em hilo difikirin ku bextê me di destê me da ye.
Em dibêźin meriv dikare ćarenusa xwa bi destê xwa tayîn bike.
Lê śaś e.
Em xwa u mêźiyê xwa źi rih-u-haletiya xwa mezintir dikin.
Źiber vê yekê ye ku xeyalên me yên destpêkê
źi piśtî bi salan li ser piśta me dibin kabus, dibin bar u me bi xwa ra gêź dikin.
Di du-sê
salên di destpêka zaroktiyê da ćarenivîsa hemî zarokan ya pêśeroźê bi
heftê u heft bizmaran tê nivîsîn.
Hetta hetta ev ćarenivîs hîn di dema ducaniyê da diyar dibe.
Źi piśtî bi salan, gava em dibin merivên
bi beźn u bîr u bawerî, em źiyan u dinyeya xwa li ser van kabus u bedewiyên
zaroktiya xwa ava dikin.
Mesele Hitler di malbata xwa da źi piśtî
sê zarokên mirî ćêdibe. Di bin zilmekî mezin ya bavê xwa da mezin dibe. Gava
Hitler roźekê pê dihesse ku bavê bavê wî (yanî bapîrê wî) yekî cihu / yahudî
ye, hêś u barê vê yekê di nav civaka elman da wî ewćend têśîne ku, ew di temamê
źiyana xwa da bi tevî wan kabusan mezin dibe. Bêguman Hitler di vê meselê da kabus u
barê bavê xwa źê wergirtî bu. Hîn di dema pitikiya xwa da bi wan kabusan ra
rubiru mayî bu.
Lê me encam dît.
Yan źî hun bala
xwa bidin Stalin, Mao, Mussolini, Saddam, Esad, Humeyni ...
Em ćîroka
Atatürk pićekî nas dikin. Atatürk di temamê źiyana xwa da li ber kabusên
zaroktiya xwa śerr kiriye.
Dayika Atatürk (Makbule) di kerxaneyekê da kar dikir. Bavê wî Ali Riza Bey yekî bi sifetên xeyalî ye. Di rastiyê da Ali
Riza Bey xwadiyê kerxaneya ku dayika Atatürk tê da kar dikir, bu.
Bavê Atatürk ne bellî ye. Divêt miśteriyekî Ali Riza Bey buyî be. Lê tirkan
bavek, dayikek u navekî xeyalî dan wî u źê merivekî xeyalî u efsaneyî ćêkirin.
Di zaroktiya
Atatürk ya di qonaxa (yanî kerxaneya) Ali Riza Bey da ew bi ći ra rubiru mayî
bu, meriv tenê dikare pićekî texmîn bike ...
Atatürk di dema zaroktî u ciwantiya xwa da yekane u
tekane li pey nasnameya xwa bu. Ew bi xeyala
wê nasnameyê źiya bu, ew bi xeyala wê
nasnameyê bi wan kabusan ra ketî bu
nav śerrê źiyanê yê heebun u tunebunê, heta ku wî roźekê derfetek bi dest xist,
di bin navê tirktiyê da qirra hemî
xelkên din bîne, mîlyonek u nîv ermen (1915) u sê mîlyon kurd (1920 – 1939)
bi tewrekî hovane îmhe kir ... U di bin navê
tirktiyê da nasnameyeke xeyalî
źibo xwa ava kir. Berê xwa daa “medeniyeta roźava” źibo ku bikare di nav “xususiyetên
kultura roźava”yî da kabusên xwa meśru bike. Kultura misilmantiyê di vê meselê da rê nadida ku stetuya bav u dayika xwa ya bi
kabus meśru bike ...
Em baś dizanin ku Atatürk ti carî nekarî
bu źi kabusên xwa xelas bibe. Heta bi mirina xwa wekî kesekî alkolîk, yekî
śîzofrenîk u depressîv mayî bu. Źi piśtî gelek śahiyên li Ćankaya’yê bi zorê źin u kećên kesên beśdarbuyî bi xwa dibir malên wan. Tevî ku mêrên wan źinan, bavên wan kećan
dizaniyan mebesta Atatürk ći bu źî, ti kesekî nedikarî dengê xwa derbixe.
Atatürk li pey tolhildana kabusên dema
źiyana xwa ya zaroktiyê ketî bu, pê źiya heta ku di nav wan kabusan da
fetisiya, u paśê źî pê mir.
Min źi berî demekê ćend pirtukên Alice
Miller bi tesedufî peyda kirin.
Pirtuka wê ya yekem Dremeya Zarokê Bi Qebîliyet manîfestoyeke bê hempa ye. Yan źî
pirtuka bi sernavê Źiyana Te Ya Xelaskirî
...
Ligorî bîr u baweriya min hemî berhemên
Alice Miller bê hempa ne.
Xwazila bila kurdan bikariya źi wan
berhemên bê hempa bi têra xwa îstîfade bikira, xwazila.
Źi ćîroka xwa nerevin. Źixwa îmkana we ya ku
hun bikarin źê xelas bibin, tun e.
Roźa ku we ćîroka xwa bi temamî fam
kiriye, hun ê ne źi wê, lê tenê źi barê wê xelas bibin.
Abonnieren
Posts (Atom)






