Dienstag, 22. Oktober 2024

"Avesta 3 - Desnivîsên Orîjîn: Vīdēvdād"

 

Źi piśtî demeke drêź cîlda 3em ya Avestaʼyê berî du heftan di nav Weśanên SZKê da derket.

Lê heta ku bigêhiźe navenda SZKê dê pićekî din wext bigire. Dibe ku heta dawiya vê mehê pirtuk bigêhiźe Baśurê Kurdistanʼê. Li ku hatiye ćap kirin nizanim, îhtîmalen li welatekî li Esyaʼyê. Bêguman źibo ćapê du xalên girîng hee nee:

(a)   Yek bihayê ćapê u 

(b)   Yek źî têćakiya (kalîteya) cîldê yee.

Di warê kalîteyê da SZK bi zanîna min pićekî hessas tevdigerre. Tevgerreke di cî da yee u divêt weha źî bibe ango bibuya.

Bi vî hawî em gaveke din pêśta ćunn. Bi hêdîka źî bibe, gav gav ee.

Ev destnivîsên orîźîn yên Vîdêvdadʼê di sala 1323yan da hatine kopye kirin. Lê kê kopye kiriye nayê zanîn. Vê gavê destnivîs li ba «Bombay University Library»yê têne hewandin. 

Her weha berî heftekê cîlda 4em ya Avestaʼyê źî źibo ćapê hate śandinn, ango:

 “Avesta 4 - Destnivîsên Orîjîn: Yašt”

Dibe ku heta destpêka meha 12em źi ćapê derkeve.

Heger ti pirsgirêk dernekevin, dê bikare heta havîna sala 2025an ev hemî 13 cîld bi temamî ćap bibin. 


Ez li źêr beśeke kurt ya źi cîlda Vîdêvdadʼê parve dikim.




Rupela 42 ya cîldê:




Pîvanên pirtukê:

Drêźî: 23.8 cm
Frehî: 16.8 cm
Reng: rengîn
Drutin: herê
Berg: cîld, rengîn
Rupel: 952
Kaxiz: kuśe, spî (100 gram)

Giranî: ?





Rupeleke destnivîsên orîźîn ya Vīdēvdād’ê:





Źiber ku Zerdeśt di Avesta'yê da weke "manthran" ango "dengbêź" źî tê bi nav kirin, hîć nebe em bi vê mebestê guhê xwa bidin neviyê neviyê neviyê Wî Śakiro'yê bi deng u hunera xwadayî:


Śakiro: “Mîr Beg”







Keine Kommentare: