Samstag, 10. August 2024

Deq


  🌻 “Deq” di ćanda Kurdan da kevineśopiyeke pirr kevin ee, heta serdema Zerdeśt u Proto-Arî drêź dibe. Motîvên ku hîna di nav ćanda Kurdan da tên bi kar hanîn, bi zêdeyî źi bawerî u efsaneyên Zerdeśtʼiyê tên.


Źineke Kurd

Lê li tevayiya Kurdistanʼê pêdivî bi berhevkirina van motîvên dîrokî hee yee. Him divêt ev motîv werin berhev kirin u him źî divêt ligorî methodên zanyariyî, zmannasiyî, dînî, ćandî u felsefeyî werin vegotin.

Mesele “rooź” roleke sereke digire digel van deqan. Lê rooź ne tenê rooź ee, pê va girêdayî bi sedan baweriyên lêbarkirî, mîtholoźiyên pirr kevinar hee nee ...

Li hemî herêmên Kurdistanʼê divêt motîvên źi hev cihê yên kevin di nav bawerî, ćand u źiyana roźane da heta hîro hatî bibin bʼ kar hanîn.

Ćar źinên Kurd

Deq ne tenê li ser ćermê mirov, lê dîsan li ser cacim, xalîće, cil u bergan źî hatine nexśandin. Heta hetta di mîmariyê da źî ciyekî u weyneke sereke girtine. Mesele li ser kevir u zinarên kortalan yên li Kurdistanʼê hatine nexśandin.

Źineke Kurd

Bêguman li ba van deqan divêt meriv li vir tenê lʼ motîvên dînî, ćandî, efsaneyî, sprîtuwel u felsefeyî negerre u ćarćoveya naverokên deqan di nav nêrîneke teng da asê neke. Miźarên psîkoloźîk yên takekesî u civakî źî bi qasî van miźarên gotî girîng inn u divêt bi methodên zanyariyî u akademîk werin rave kirin.

Źineke Kurd

Bi taybet divêt meriv li ser bandora Zerdeśtʼiyê ya di serdema Medan da li ser xelk, dîn u ćandên din bi putepêdanî di ber ćavan ra derbaz bike. Kêm-zêde hemî bawerî, felsefe, ćand u mîtholoźiyên Zerdeśtʼî u Medî derbazî xelkên din źî bune, weke nimune Asur, Akkad, Babîl, Elam, Cuhu, Frîg, Ermen, Fars, Ereb, Yunan, Rom u hwd. 


Gotina paśiyê:

Źiber ku amadekirina karekî hanê yekî pirr zehmet ee, divêt kesên akademîker u pispor bi tevî plan u proźeyeke amadekirî u pît rahêźin vî karî.

Bêguman źibo vî karî ez ê dest bi karê destpêkê bikim. Lê pêdîvî bi kesên fedekar yên akademîker hee yee. Bêyî hevkariyeke xurt dê ev kar nekare weyna xwa ya dîrokî bʼ cî bʼîne.


Ćend Nimuneyên Din Li Ba Źinên Kurd:

























Keine Kommentare: