Heger dem hee’be, heger mekan hee’be,
heger herdkêśî hee’be, xalê me Einstein źî hee ye.
Ahura Mazdha u ronahiya ebediyen. |
Xalo ev dem, cîgeh / mekan u herdkêśî /
gravîtasiyon li ser navê xwa tapu kiriye.
Źi berî ćend heftan bu, min źi piśtî demeke
drêź pirtukek li ser kurteźiyana xalê me Einstein sîparîś daa.
Pirtuk hat. Nêzîkî pênc sed rupel tê da
paldayî li benda min bun.
U ez dest pê dikim.
Nivîskar di beśa yekem da dema xwandina
xalê me Einstein u kariyera wî ya di nav salên pey da nivîsiye.
Di beśa duyem da źî kurteźiyana wî ya
sosyalî haniye zmên.
Tabî kêfa min zêde bi vê yekê nehat.
Źiyana xalê me ya întellektuwelî u sosyalî pirr źi hevdu dur ketî bu. Halbuku
serpêhatiyên di nav źiyana meriv da meriv nikare źi pêśeroź u ćarenivîsa meriv
cihê bike. Her du źî bi hev ra dikemilin, yek ya din bi xwa ra dikewîne u
teśeyeke din źê ćêdike.
Tevî ku xalê me xwandina bilind li
Zürich’ê (li Swîsre’yê) bi dawî kiriye źî, paśê źiber bê kariyê berê xwa daye
paytext Bern’ê. Bi hariyariya nasekî, li Bern’ê, li ba daîreya patentê karekî peyda dike, di sala 1902yan da. Di roźekê da
qasî deh demoźkan / seetan kar dike. Di sala 1905an da teoriyên relatîvîteyê
dinivîse. Źê ra dibêźin sala xalê
Einstein yên zêrîn. Xalê me heta sala 1909an li daîreya patentê kar dike.
Heta sala 1917an źî teoriya xwa ya relatîvîteyî u kêmasiyên wê yên heeyî
serrast dike.
Źê pê va xalê me
li ser yekkirina teoriya relatîvîteyî
u teoriya quantumê kar dike. Kêm-zêde
qasî sih salan pê ra miźul dibe. Lê mixabin nikare pirsgirêka heeyî ćareser
bike.
Ez di dawiya
salên 1980yan da li Bern’ê cî buyî bum. Heft salan li Bern’ê mayî bum. Tevî ku
min bihistî bu xalê me Einstein li Bern’ê źiya bu źî, min qet ne'aniya bu bîra
xwa ku ez carekê herrim l’ ciyê daîreya
patentê u l’ mala wî temaśe
bikim. Di nav du salên xwa yên dawiyê da ez hema li paś Zangeha Bern’ê, di
odeyeke pićuk da, li kolana Falkenweg 8
cî buyî bum. Zangeh źi mala min qasî sed mêtro dur bu.
Bern baźarekî
pićuk u pirr aram e. Sosret e, meriv dibêźe qey dem u mekan li Bern’ê naguhere.
Gava meriv di nav wan kolan u avahiyên kevin ra derbaz dibe, meriv dibêźe qey
razeke veśartî di nav wan da hee ye.
Pirtukxaneya Baźêr, ku li taxa baźarê kevin bu, wekî miknetis ez berbi
xwa va dikiśandim. Hingê hîn înternêt tune bu. Meriv pirtuk tenê bi kartên
dagirtî dikariya sîparîś bidaya.
Gava ez roźekê
bi tesedufî rastî ferhenga pirtuka Avesta’yê hatim, źiyana min źi binî va
guheriya.
Źi piśtî ku min
ferheng sîparîś daa, u bi qasî seetekê li bendê mam, min ew girt u bi lez
daketim salona xwandinê. Li ciyekî vala runiśtim, min lempe vêxist u l’ peyvan
mêze kir. Min dixwast tiśtekî b’ min nas di nav wê ferhengê da bibînim.
Min dizaniya ku ez ê di nav wê da tiśtekî nas peyda bikim.
Xalê me Ferdinand Justi ew ferheng di sala
1864an da daye ćapê.
Paśê min mêze kir ku di bin gelek peyvên
Avesta’yê da xalê me peyvên kurdî źî daye.
Źi piśtî demekê ez rabum ser xwa u ćum
resepsiyonê, min ê destur bixwasta źibo ku min bikariya ew ferheng bi xwa ra bibira malê.
Bi destura canikan min ferhenga xwa kir
nav turika xwa u derketim der.
Ez ewqas bextewar bum.
Bê hemdî min carina destê xwa dibir u
datîniya ser turika xwa.
Min xwa bi xwa ra digot, vê gavê ez dizanim ez źi ku têm.
Kolana mala xalê me Einstein, ku ez di
nav ra derbaz dibum, min źi bîr kirî bu.