Tiśtên radîkal yên ne di dema xwa da
hertim ziyanê didin źiyanê.
Mîna di nav sruśtê/xwezayê da, dîsan
di nav źiyanê da źî meriv nikare źi nav dem u êvelusiyonê derbikeve, xwa
b’avêźe der, pê l’ fitêzê bike, źê derbaz bibe u źi niśkê va rêvelusiyonê
(śoreśê) bike.
Bila zengilên di guhên xalê me Albert
Einstein da venelerizin. Tirsa sekinîna demê ewê di me da me bikuźe yabo.
Rêvelusiyona ku li pey êvelusiyona
xwa ćênebuye, źixwa nikare źi yê berî xwa rewatir u ćêtir ’be.
Em berê xwa bidin sruśtê. Di
nav sruśtê da ti nebat yan źî heywanê ku bikare bi kêfa xwa herre u were, tun e.
Ne tenê di
nav sruśtê da, li bexćeya xwadê źî eynî lîstik derbaz dibin. Bila xalê me
Charles Darwin b’ me negire. Hindî em źi darên xwa daketin źêr, me berê xwa
daye ezmanan. Lê darên
me li ser herdê man u ćun.
Ez dibêźim vegerra vê ćuyînê ewê wekî fenteziyeke haho bimîne di bîra me da.
Helbet divêt
meriv ćêbuna demdrêźiya nebat u heywanan ya źi hevdu cihê/cuda śaś fam neke. Bike
źî mesele hal nabe. Loma bila kes kîsa bavê xwa tal/vala neke.
Hevahengiya
źiyanê ya daîmî xwa di me zindiyan da vêśartiye, bêyî ku haya me źê hee’ ’be. Lê bi dorê karê xwa l’ me dide kirin, źibo
ku źiyan di gewriya me da zuwa nebe.
Em werin ser mînakeke biyo-êkoloźîk (źixwa min źî źi vê peyvikê tiśtek fam nekir), kućik
bi zmanê xwa xwî didin. Bo li źiyanê mayîna kućikan ev zeruriyeteke
heebe-nebe ye.
Helbet
sebebên vê lotikê di ćêbuna destpêka kućikan da vêśartî ye.
Lê ew destpêk
źî zi me pirr dur e, u bi têra xwa źî drêź e.
Bi dehan
mîlyonan sal di ser ra gindir bune li paś me.
Zêde guh
nedin rêvelusiyonên zirto-virto. Hun bi êvelusiyona xwa u ya brakên xwa yên li ser
śaxên daran dikarin baśtir u xwaśtir zikê xwa têr bikin, źi kalikê kalikê
xwa baśtir u xwaśtir fam bikin.
Rêvelusiyona ku li ser êvelusiyona xwa
ćênebuye, źixwa yeke “puć” e.
Hun dikarin
yeke “pîć” e źî bibêźin; tevî ku ti têkiliya herdu peyvan bi hevdu ra tun e źî.
Tiśt nabe, em
ê pićekî bi peyvên zmanê xwa ra bilîzîn.
Îcarê ćima ev êvelusiyon u
rêvelusiyon ... U du peyvên biyanî ...
Em vebigerrin ser kurdan.
Ez ći bikim, hindî peyvên kurdî di
guhên kurdan yên kerr da deng venadin.
Heger di guhên kurdan da kortalek
hee’ ’buya, min ê bikira qîźźewîźź, daku hîć nebe bila peźnek l’ kerrika kurdan
biketa.
Carina dibêźim kevirên di guhên
kurdan da nerm in, qîźźewîźźa min ya źi kezeba reś źî bi noś vedixwin.
Hun ći dibêźin, ma kurd serxwaśên
mirî ne, yan miriyên serxwaś in?