Kovara Arica-Kurdica bi giranî zman, c̰and,
dîn û wêjeya Proto-Arî û Kurdî ji xwa ra bingeh
digire. Jiber vê yekê dê ji niha û pê va di kovara Arica-Kurdica da bi gis̰tî lêkolîn û gotarên di derbarê zmanê Proto-Arî û
têkiliya wî ya bi Pan-Kurdîzm’ê û Kurdan va girêdayî werin amade kirin û wes̰andin. Di vê hejmara yekem ya Arica-Kurdica’yê
da bi gis̰tî du mijarên zmanî yên sereke hatinn
b’ cî kirin:
(1) Ferhengoka Proto-Arî ↓ (46 rupel)
(2) C̰end dac̰ekên Proto-Îndo-Ewrupî yên di Pan-Kurdî da ↓ (42
rupel)
Ev her du lêkolînên di kovara Arica-Kurdica’yê da bes̰eke
projeyeke kevin inn û di kovarê da bi tevî formateke kurt hatine b’ cî kirin.
[ Ferhengoka
Proto-Arî ]
Di
vê ferhengokê da peyîvên Proto-Arî bi tevî tes̰eyên Proto-Îndo-Ewrupî û
Pan-Kurdî (~ Pan-Kurdîzm) û
zmanên din hatine b’ tomar kirin. Tê da fonolojî û bêjenasiya dîrokî ciyekî
taybet digire û bi hessesiyeteke mezin hemî deng û peyîv yek bi yek di nav
bêjinga tuj ya zmannasiyî ra hatine derbaz kirin, weke nimune:
*dRaHǰʰas- ‘drêjî’ (rbb. *dr̥Hgʰá-) ← *dReHǰʰ-es- <
proto-îe. *dleh1gʰ-es- (digel *dl̥h1gh-ó-).
av.c. drājah-
‘drêjî’ < *dleh1gʰ-es-.
kuKurm.n. drêj [drḗž] ←
kuKurm.nv. *drā́ž ←
kuKurm.k. *drāǰah- < proto-ku. *draHǰʰah/s-
‘drêj-î’.
kuBel.n. drāǰ ‘drêj’.
pehl. drāz ‘drêj’.
fars.n. dirāz ‘drêj’.
rbb. ved. drāgh-mán-
‘drêjî’ < *draHgʰ°-.
[ C̰end
dac̰ekên Proto-Îndo-Ewrupî yên di Pan-Kurdî da ]
Di vê
bes̰ê da mijara sereke dac̰ekên Pan-Kurdî û tes̰eyên van yên di serdema
Proto-Kurdî, Proto-Arî û Proto-Îndo-Ewrupî da nee:
di-: di-kim,
di-kir û hwd. (← proto-ar. *da ← proto-îe. *de, *do)
di … da: di
malê da, di turikê da û hwd. (↑)
ra-: ra-kirin, ra-bûn û hwd. (← proto-kurd. *fra < proto-ar. *pra < proto-îe. *pro)
ra: ji
min ra, di nav ra û hwd. (← rāh ← *rād ←
< proto-ar. *rātī)
ve-: ve-kirin,
ve-bûn û hwd. (← *wa ← *pa ← proto-ar. *apa < proto-îe. *ʰépo)
va: ji der va, b’ wir va c̰û û hwd. (← proto-kurd. *awa ← proto-ar. *aw-a < proto-îe. *aw-o)


