Baźarê Yezdʼê baźarekî kevin yê Kurdên Zerdeśtʼî yee. Ev baźar hîro di bin desthilatdariya Farsan da yee.
Heźmara niśteciyên baźêr li dor nîv mîlyonî yee u di eslê xwa da Kurd inn ango Med inn.
Yezd yek źi navendekî Zerdeśtʼiyan ya herî girîng ee. Heźmara Zerdeśtʼiyan hîro li dor 30-40 hazarî yee li Yezdʼê.
Źiber mîmariya xwa ya mihteśem, dîrokî u Zerdeśtʼî UNESCOyê di sala 2017an da sê herêmên li Yezdʼê xiste nav “Lîsteya Mîrasa Cîhanê”.
Li Yezdʼê taybet herêma bi mîmariya xwa ya spîral ciyekî pirr navdar ee.
Ev hemî avahî źî li ser qumê hatine ćêkirin u li dor hezar salî kevin inn. Hemî xanî źi av, herî u kaa hatine ćêkirin. Dîwarên xaniyan pirr stur inn, loma di kela havînê da hênkayiyeke xwaś źê dihafre. Kolan teng u bi dîwarên/dîzarên bilind hatine ćêkirin, daku bila rooź nekare herdê germ bike. Ev yek źî dibe sebeb ku di wê kela havînê da li derudor u hundurên malan hênik bimînin.
Zmanê xelkê baźarê Yezd zmanekî Medî yê serbixwa yee. Tevî ku Fars desthilatdariyê dikin źî, hîna źî ev zmanê pirr kevin yê Medî bi tevî reseniya xwa ya kevin diźîn.
Ez hêvî dikim ku Kurd roźekê bikarin bi hiśmendiyeke netewî bala xwa bidin van mîrasên xwa yên mihteśem, van yek bi yek tomar bikin, ligorî methodên zanyariyî u akademîk bi hessasiyeteke mezin vebêźin u nirxên xwa yên dîrokî, zmanî, ćandî, dînî, zanyariyî u mîmariyî źi tunebunê xelas bikin.

.jpeg)


