Heger GURUyekî
me hee’buya ...
Heger
GURUyekî me yê zmanê Kurdî hee’buya, ewê zirnezaniya me ya netewî hîro di vê
rewśa tolaz da nebuya.
Heger
GURUyekî me yê netewî hee’buya, ewê axa di nav dîwarên me da źi kerba xedar hilneweśiya.
Heger
GURUyekî muzîka me hee’buya, ewê muzîka Kurdî ya bi hezaran salan hîro weha
derbeder nebuya.
Heger
GURUyekî ćanda me hee’buya, ewê ćanda me ya bi hezaran salan hilo śepirze nebuya.
Heger
GURUyekî dînê me yê bi hezaran salan hee’buya, ewê dînên ku li ser dînê me mala
xwa ava kirine, weha bi hovane l hestiyên heft bavên me nekirina.
Heger
GURUyekî me yê netewperest hee’buya, ewê siyasetmedarên me weha li ber
tecawîzkarên xelkê Kurd devxwarî u kućiktî nekirina.
Heger GURUyekî
me yê nivîskar hee’buya, ewê „nivîskarên Kurd“ bi zmanê Tirk, Ereb u Frasên
namerd herro tecawîzî zmanê Kurdî nekirina.
Hemî
neteweyên serketî bi xêra GURUyên xwa yên netewî heebuna xwa daîmî kirin u dikin.
Divêt
meriv GURUyan di wateyeke teng da rave neke.
Ći dînî,
ći siyasî, ći civakî u ći źî di zanyariyê da her millet GURUyên xwa dihafrîne.
Ez ê li źêr
dîsan vegerrim ser miźarê. Lê divêt em carekê bala xwa bidin peyva GURU.
Peyva GURU
źi Sanskrîtî ango Vedî guru- tê u wateya „giran, diźwar, tund/sert,
girîng, hurmetdar, gir/mezin“ dide. Her weha di Vedî da sekunder wateya „kesê xwadî hurmet/nirx, mamoste“ ango „guru“ źî dide.
Di Avestî
da wekî gouru- „giran“ hatiye tomar kirin.
Kurdiya
Kurmancî „gir, giran, girîng“ heman peyv in.
Latînî gravis,
Yunaniya kevin barys „giran“ źi heman peyvê tên.
Bi
tevayî heta zmanê Hîndî-Ewrupî *gʷ̥rh₂-u- „giran“ śunda terrin.
Di
Avestî da bi tevî peyva zaoϑrā- „bexś, teberru“ hatiye tomar kirin: gouru.zaoϑrā-
„yê bi bexśên/teberruyên giran“ (-ϑ- = -th-).
Helbet peyva
GURU di nav demê ra tenê di wateya xwa ya dînî u ruhanî da derketiye
pêś u belav buye.
Meriv
dikare di wateya zanyar da źî fam bike.
Li ba
Kurdan peyva mezin yan źî pîr u kalemêr di nav civakê da zêdetir
derketine pêś.
Kurd źibo
birêvabirina xwa ya civakî u ćareserkirina pirsgirêkên heeyî mezinan, pîran
yan źî kalemêran dixin nav tevgerrê.
Ne tenê
materyel xwadî giraniyekê ne, lê zanîn u nasînên ku di nav
salên dur u drêź ra bi tevî tecrubeyan hatine kom kirin źî xwadî giraniyeke
esasî ne.
Zindiyên
ku nikarin tecrubeyên xwa yên śexsî u netewî bidin zaroyên xwa, nikarin rê li
ber tunebuna netewe u zaroyên xwa bigirin.
Einstein,
di fîzîkê da GURUyekî temam bu.
Darwin,
di biyoloźiyê da GURUyê dema xwa ya herî tuź bu.
Marx, di
ekonomiyê da GURUyê bi heft śuran bu.
Freud,
di nav ćend ćivakên cihê da GURUyê bi heft xewnan bu di psîkoanalîzê da.
Muse,
GURUyê Cihuyan yê bi rik bu, ku hîro xelkê Cihu bi xêra wî dîsan li welatê xwa
niśtecî ye.
Îsa,
GURUyê li pey Muse yê gerdunî ye.
Mihemmed,
GURUyê erebperestiyê yê dawiyê ye.
Homeros,
GURUyê Yunanan yê efsaneyî ye.
Baltasar,
GURUyê Span yê berhema bi navê KRITIKON e.
Goethe, GURUyê
mista bi îblîs e.
Tolstoy,
GURUyê Rus yê ćîrokî ye.
Shakespeare,
GURUyê zmanê Înglîzî yê cinî ye.
Steve
Jobs, GURUyê Apple’ê yê Emêrîk e.
Bill Gates,
GURUyê Word’ê yê Emêrîk e.
GURUyên
xelkên filan u bêvan xwa di ber xelk u neteweya xwa ra dikin hevîr.
GURUyên
xelkê neteweya xwa li ser rih u hestiyên xwa ava dikin, xwa bi xelkê xwa u
xelkê xwa źî bi xwa ra mezin dikin.
Xelkê
Kurd li benda GURUyên xwa yên źi xwîna śewitîne, nabêźim li benda GURUyên źi
kezeba śewitîne. Mixabin bi kezeba śewitî me heta niha nekariya źi mastê malê dewekî ćêkin, loma.
Qasî ku xuya dibe kêfa GURUyan zêde bi kezeba śewitî nayê.