Me ne tenê zmanê xwa,
rengê kevokên xwa źî źi bîra me ya pênc hezar salî riniya.
Me him kevokên xwa u him
źî rengê wan li Kapadokye’yê hiśtin u ćun.
Me źi bîr ku em bi
kevokên xwa li Kapadokye’yê daniśî bun.
Kapadokye'ya źi kevokên Medan |
Me źi bîr ku me xwadayên destpêkê
yên efsanevî źi ezmanê li źor ćiyayên me yên śîn daxistî bun źêr.
Gava em hatî bun Kapadokye’yê,
me u wan, me bi hev ra źi axa di bin Kapadokye’yê da kolan u baźar ava kirî bun.
Herd źi źêr va bilind
buyî bu.
Ćiku yên di bin herdê da
mezin bun.
U îcarê me źi źêr va di nav baskên kevokên xwa da rahiśtî bu śîniya źor.
Medan navê Kapau̯ta-ka- l’ Kapadokye’yê kirî bu.
Farsan ew nav hindekî guhartin u kirin Katpatuka-.
Lê Yonenan źî ew nav pićekî guhartin u kirin Kappadokia.
Ez dibêźim haya Tirkan źê
tun e ku navê Kapadokye navekî Medî,
ango yekî Kurdî ye.
Helbet ez źî dizanim ku
hun nizanin, peyva me kevok u Kapadokye eynî peyv in.
Peyva me kevok źi teśeya xwa ya kevin *kapau̯ta-ka- tê.
Di Vedî u Sanskrîtî da
(li dor 1100 salên źi berî mîladê) kapóta-
wekî Kurdî wateya „kevok“ dida.
Di zmanên Kurdî da peyva kevok bi śiklên cihê u cihê tê bi
kar’anîn, meselen wekî teśeya kebok, kevot, kevotk, kote, kotir, kawoter, kamuter u hwd.
Lê di eslê xwa da Proto-Kurdî
*kapau̯ta- wateya rengê „śîn“ u „kevok“
dida (li dor 1700 salên źi berî mîladê).
Dîsan di Proto-Arî da źî ev
peyv bi eynî śiklî bu u heman wate dida (li dor 2500 salên źi berî mîladê).
Navê gola Urmiye’yê digel
Strabon wekî Kapau̯ta- hatiye tomar
kirin. Qasî ku xuya dibe Medan ew nav lê kiriye.
Lê ev nav dîsan paśê derbazî zmanê Ermenî Kaputan, Erebî Kabūdān źî buye. Her weha ćiyayekî bi navê Kapotes yê li Ermenistan’ê li ba Plinius hatiye tomar kirin.
Bîra meriv di peyvên
zmanê wî mirovî da ye.
Peyva ku źi bîra meriv
bar dike u terre, bi xwa ra perćeyeke rih u bîra meriv źî digire u dibe.
Yê ćuyî dimire, yê mayî
seqet dimîne.
Lê dawiya hemî seqetiyan bi
źan e.
Heta ku meriv roźekê bi
wê źanê dimire, l’ dermana źana xwa digerre.
Gava meriv roźekê li pey
yê ćuyî dimire, hingê meriv źi źana xwa xelas dibe.