Źi piśtî ćarikek sedsalî ez vedigerrim
gundê xwa, ez ê l’ halê zaroktiya xwa bigerrim.
Her tiśt di bîra
min da xeyalî ye. Her tiśt buye xeyal.
Xewn u rastî l’
hev ketine hêdî, ćeper xerabe bune.
Xewnên di bîra
mayî da bi bask u peran ketine u źi nav dîwarên malê derketine.
Kîźan xewn li
ser kîźan tayî cî buye, kîźan xewn bi kîźan baayî ra ćuye, kes nizane.
Śuśe teqiyaye
carekê di vê ćîrokê da.
Di nav avê ra li cîhanê mêze bikin, hun ê bi cîhaneke din ra rubiru bimînin. |
Ha deriyê śkestî
yê malê ha bîra min, her du źî puć bune di halê xwa yê heeyî da.
L’ hevdu digerrin, źibo ku hevdu źi nuh va nas
bikin.
Bêdera malê bi giyayan ra ketiye nav
aramiyeke drêź.
Hîn źî ava xwa źi ziyereta li paś malê
vedixwin, wekî berê.
Li ber gama bavo ya li ber dîwêr dikevim.
Li ber gama bavo ya li ber dîwêr dikevim.
Keća xaltîka min Śikê tiliyê xwa berbi
nahala ber malê va drêź dike, “Tê bîra te, me di vê nahalê da ćiton aźne dikir?”, dibêźe.
Havînên xwaśiktirîn yên źiyanê tên bîra
min.
“Śikê”,
dibêźim, “te got aźne?”.
L’ min dinêre. Di ćavên wê da pirs hee
ne.
“Nayê bîra te?”, dibêźe.
Ez l’ herdê mêze dikim, lê digerrim.
Nayê bîra min.
“Na”, dibêźim, “bîra min bi xedar e vê
gavê.”.
Dibiśire. “Tiśt nabe. Di kê da ew xedarî
ćênebuye ku. Herhal xaltîka Elê tê bîra te. Li gund tenê xaltîka Elê gotina aźne bi kar taniya. Źê pê va kesekî din
nedihaniya zmên. Ez źî nizanim ćima.”, got.
Herê, xaltîka Elê dihate bîra min, lê bê
aźne.
Paśê gotin xaltîka Elê ćuye ba
dilovaniya xwadê, lê bi aźne.
Bi salan paśê ez pêhessiyam ku di zmanê
min da peyveke wekî aźne hee’buye. Ez
l’ pey peyva zmanê kalikên kalikên xwa ketim.
Di dawiyê da heta Avesta’ya pîroz hatim.
Min dît ku di zmanê kalikên kalikên min da wekî ā-snatar- “śośer; yê ku bi śuśtinê phîr u pak dike; keśeyê ku bi
śuśtinê Haoma’yê pak dike” buye, u bi riya aźne
← *āšnāh ← *hā-snā-ka- heta hîro gêhiśtiye.
Kalikên kalikên min u me ev peyv źi
gotina snā- “śuśtin” ćêkirine, źi
berî pênc hezar salan.
Lê hêdî me hîro guhên xwa źê śuśtiye.
Lê hêdî me hîro guhên xwa źê śuśtiye.