Meriv źi kesekî ćawan kesekî din ćêdike?
Yanî mîna ku meriv tiśtekî bigire u źi
wî tiśtî tiśtekî din ćêbike.
Peyva me ćêkirin li vir di mahneya xwa ya ferhengî da hatiye bi kar hanîn.
Wêneyeke xalê me Salvador Dalî |
Źixwa pêśketina me ya ku em pê pozê
xwa bilind dikin źî di vê ćêkirinê da ye.
Lê gava em tiśtina ćêdikin, her tiśt di halê xwa
da namîne, îcarê ew tiśt me bi xwa ra
diguherînin u źi me tiśtekî din ćêdikin, me dikin berhema xwa ya nuh, me dikin tiśtê xwa yê ćêkirî.
Em b’ xwa ew ćend piśtrast in ku ti
tiśtekî din di ser pêtiya xwa ra nabînin, em xwa źi keviran źî zexmtir
dihessibînin. Lê heger di kevirtiyê da hêźaniyek hee’buya, herhal me yê kevir
bixwara.
Źixwa heźariya me źî di vê baweriya me
ya belengaz da ye.
Hun dîsan źî frekwensên ayetên biyoloźîk
yên di nav turika xwa da neguherînin.
Źiyan elastîze ye, gava di vê
elastîzetiyê da erizeyek derdikeve, źiyan dibe wekî kevirê destpêkê.
Îvan Petrovîć Pavlov’ê rus bi kutiyên (kućikên
/ segên) xwa śopeke drêź li paś navê xwa hiśt u ću.
Pavlov dixwast kutiyê xwa di bin śertên ćêkirî da manîpule bike.
Ya rast xalê me dixwast bizane ka meriv
dikare heywanan manîpule bike yan na.
Kućikê xwa li ciyekî maqul cî dike. Her
cara ku xwarina kućik tînin, źi berî hanînê l’ zengilê dixin. Bi wî hawî qasî
demekê didome. Źi piśtî ku kućik hînî vê rewśê dibe, yanî hînî lêdana zengilê u
pêra źî hatinê xwarinê dibe, hanîna xwarinê didin sekînin. Di dema xwarinê da
tenê l’ zengilê didin, lê xwarinê
nayînin. Kućik li benda xwarinê dimîne. Di vê kêliyê da, tevî ku źi piśtî
zengilê xwarin nayê dayîn źî di devê kućik da śoxut (gilêz, kefśîl, lîc, xazî, kepur) ćêdibe.
Herê, hate peyt kirin ku di nav śertên ćêkirî da meriv dikare zindiyan bi têra xwa manîpule
bike.
Xalê me Pavlov di sala 1904an da Diyariya
Nobel’ê di fîziyoloźî u tibbê da
werdigire.
Li Emêrîka’yê, li ba zangeha Berkeley’yê,
źibo ku meseleya manîpulesiyona merivan / zindiyan baśtir were fam kirin,
lêkolîneke din tê l’ dar xistin.
Du koman ava dikin. Em bibêźin koma A u koma B’yê.
Paśê du tekstên cuda didin van her du koman.
Paśê du tekstên cuda didin van her du koman.
Di nav teksta koma A’yê da miźar li ser pilingan e.
Di nav teksta koma B’yê da miźar li ser kusiyan e.
Źi piśtî ku ew źin u mêrên di nav wan
her du koman da tekstên xwa di odeyên cuda da dixwînin, źi her du koman tê
xwastin ku bila bi kerema xwa heta asonsorê bićin u dakevin qata źêrîn.
Lê haya kesên ku di nav van her du koman
da cî girtine źi mebesta lêkolînê tun e.
Li korîdorê kamera hatine bi cî kirin
źibo ku meśa her du koman li korîdorê were tomar kirin.
Di dawiya analîzkirina vîdyoyan da tê
dîtin ku koma ku teksta li ser pilingan
xwandî bu (koma A) źi koma ku teksta li ser kusiyan xwandî bu (koma B) pirr bi leztir buye berbi asansorê.
Cara din dubare du tekstên cuda didin koma A u koma B’yê.
Vê carê teksteke bi miźara li ser kaltiyê / pîrtiyê didin koma A’yê.
Teksteke bi miźara li ser ciwantiyê źî didin koma B’yê.
Źi piśtî ku beśdarvan tekstên xwa dixwînin u bi dawî dikin dubare źi her du koman dixwazin ku bila
heta asonsora li korîdorê bimeśin u dakevin źêr.
Dîsan meśa her du koman ya li korîdorê
bi vîdyoyan tê tomar kirin.
Lê vê carê koma B’yê ya ku teksta li ser ciwantiyê xwandiye źi koma A’yê ya ku teksta li ser kaltiyê xwandiye pirr bi leztir buye.
Em werin ser meseleya xwa ya destpêkê, źiber ku her tiśt bi destpêkekê dest pêdike.
Meriv ne tenê di nav śertên ćêkirî da – mêźiyî – tê guhartin, lê ligorî
naveroka teksta ku xwandiye źî – mêźiyî – tê guhartin.
Kurdan dewê xwa kirin dewê tirkan,
ćaya xwa kirin ćaya tirkan ...
Źixwa me dest u dev źi zmanê xwa śuśt.
Ćortana pîroz |
Ćavê min l’ ćortana bi hezaran salan ya bav u kalan ket. Li vî welatê xerîbiyê kêfa min bi heebuna ćortana bavan hat. Lê
kêfa min di gewriya min da asê maa. Îcarê van teresên bê hućik u bê gurćik ćortana me źî kirî bun ćortana tirkan!
Hêdî em ê bi ćortana mala bavo źî nekarin pêbihessin ku em kurd bun u ev ćortan źî ćortana mala bavo bu.
Hêdî em ê bi ćortana mala bavo źî nekarin pêbihessin ku em kurd bun u ev ćortan źî ćortana mala bavo bu.
Me got kutiyê xalê me Pavlov, koma B’yê ya bi kusiyan u koma A’yê ya bi kaltiyê
…