Li baśurê Kurdistan’ê ezmanek li
benda teqîna xwa ye.
Bawer nakim ku bi vî halî pirr drêź b’aźoy.
Ewê biteqe. Lê ewê kê bi xwa ra biśewitîne,
xwadê dizane.
Di nav dîrokê da źibo kurdan cara
yekem e ku hewayeke bi rehm xwa li baa dike.
Ewê ev herd îcarê bizê. Bê lome.
Ewê ev herd îcarê bizê. Bê lome.
Bêbext, namerd u pîćên bi heft avan śuśtî
ketine nav kemînan.
Ewê serxwabuna ku li ber ćavên me
terre u tê, bi kêr u xenceran bikuźin.
Hindek pîć, dezgeh u partiyên namerd źibo
ku rêferenduma serxwabuna Kurdistan’ê ćênebe, źibo ku sernekeve, bi ereb, tirk u farsên
qewad ra bune yek u gulleyan źi herdê radikin.
Qaśo aniha ne dema rêferendumê buye. Dibêźin
bila źi piśtî ku pirsgirêkên di navbera me da hatine ćareser kirin, were kirin.
Yanî nizanin ku pirsgirêkên siyasî yên
di navbera partiyan da ti carî nikarin werin ćareser kirin. Źiber vê yekê ye ku
li hemî welatên cîhanê partiyên cur bi cur hee ne u hemî źî ligorî bîr u
baweriyên xwa dikevin pey menfeetên xwa yên hizbî.
Ma kurd mecbur in ku di bin hukumdariya
ereban da bimînin u l’ ćareseriyan bigerrin? Na! Kesê ku di bin hukumdariya
ereban da dixwaze pirsgirêkan ćareser bike, yan famkor e, yan źî pîćekî bi heft
gurćik e.
Yanî ćima kurd, partiyên kurdan
naxwazin di bin hukumdariya xwa kurdan da pirsgirêkên xwa ćareser bikin? Ma
hukumdariya kurdan ya li Kurdistan’ê źi ya erebên namerd xerabtir e?!
Diźminên hezar salî bi yek dengî
dikin qîrreqîrr, dibêźin ewê avabuna Kurdistan’ê menfeetên me yên mîllî felc bike.
Mixabin hindek „kurdên“? kućikbav źî li
diźî rêferendumê derketin źi xwa ra kirine „welatparêzî“!
Kurdistan ne milkê bavê ti partî u śexsî
ye. Serxwabuna Kurdistan’ê di ser hemî partî, serok, śexs u îdyoloźiyan ra ye. Di
vê meselê da pîvana esasî bi destxistina serxwabuna Kurdistan’ê ye, ne serok, śexs u
partî ne.
Xelkê
kurd tîh buye li pey serxwabuna Kurdistan'a xwa ya pîroz, divêt baraneke bi
rehm were źêr ...
Cara
yekem di nav dîrokê da em nêzzîkî Kurdistan'a pîroz bune ...
Xewnên me bi me ra ćarbaskî bune.
Źi bîr nekin, ʰêśên ku hatine kiśandin, ʰêśên ku tên kiśandin, bi giraniya xwa ya hezar salan pirtukxaneyan difetisînin.
Xewnên me bi me ra ćarbaskî bune.
Źi bîr nekin, ʰêśên ku hatine kiśandin, ʰêśên ku tên kiśandin, bi giraniya xwa ya hezar salan pirtukxaneyan difetisînin.
Kurd
li benda DEWLETa xwa ne, bi heyecan in, bi zmanê xwa berê xwa dane dilê xwa u
digîrin ...