Samstag, 21. Juli 2012

Peźna Dengê Azadiyê Li Kurdistan’a Roźava’yê.


Ev e dîsan demeke drêź kete navberê ku min tiśtek nenivîsiya.
Bi serê we bibe ku mesele tenê bi tembeliya min va girêdayî ye.

Źi doh va ye ku li Kurdistan’a roźavayê buyerên dîrokî pêk tên.
Hema hema, źi derî Qamiślo’ka rengîn hemî herêmên kurdan źi zilm u zordariya Esad u ereban xelas bunn.

Ez hilo bawer dikim ku dilên pêncî mîlyon kurdan vê gavê źibo vê perćeya pićuk lêdixin.
Tabî bi taybetî źî yekîtiya di navbera kurdan da źibo me bu nîśana serketinê.
Ez hêvî dikim ku partiyên me kurdan li Roźava’yê tim husan bi hev ra kar bikin.
Dibêźin ewê hîśev Qamiślo’ka rengîn źî were xelas kirin.
Ligorî ragiyandinan vê gavê kurd bi hêzên reźîma ereban ra dipeyîvin źibo ku bê namusên heram bi aramî źi baźêr derbikevin.
Helbet ez bi vî hawî tevgerrîna kurdan pîroź dikim.
Divêt heta ku pêkan e meriv źi śerekî li herêma Kurdistan’ê dur bisekine.
Bi ćêbuna śerekî ewê baźarê me yê rengîn zirar u ziyaneke pirr mezin bigire.
Ewê însanên me belasebeb bimirin.
Lêêê ...
Ku van erebên qewad źi rindiyê tiśtek fam nekirin, hingê divêt ći pêwist bibe were kirin.

Kurdan źi berî mîladê di sala 550an da împeretoriya xwa ya yekem handa kirin.
Ew ket destê farsên heram.
Ew împeretorî di nav dîroka cîhanê da împeretoriya yekem bu u li ser dîroka cîhanê tesîreke pirr mezin hiśt.
Hîn źî śopên vê yekê di nav kulturên xelkên din da meriv dikare bibîne.
Him siyasî, him dînî, him kulturî, him ticarî, him źî di warê zanyariyê da ev tesîr ćêbuye.

Yanî ev 2562 sal in ku hustiyê kurdan źi nîrê zilimkaran xelas nebuye.
Lê ew roź źî hatiye.
Aha li ber deriyê me sekiniye.
Hîśev dilê min ewê li Qamiślo’ka rengîn lêbixe.
Hêvîdar im ku ewê hezretî Zerdeśt nevîyên xwa tenê nehêle, desturê nede ku ew zilimkar di nav milletê kurd da nîfakê ćêbikin.
Ez dibêźim sibeh ewê roź di rengê xwa yê herî esasî da bilind bibe.
Roź hêdî li vî welatê miqeddes bi hêdîka vedide, geś dibe.
Ruyê me dikenne.
Źiber ku dilê me bi heyecan e, berxikino, dilê me bi heyecan e.
Tam 2562 sal, ne ćîrokeke źi ćiyayên Qaf e, heyranino.

Keine Kommentare: