Sonntag, 25. Januar 2026

Her Zarok Pêxemberek ee!



☘️   Bidin pey zarokên bi zmanê Kurdî, bê henek, em ê bi hev ra bigêhiźin bihiśta xwa ya axir zemanî.

Bê lawbalî, meriv dikare zarokan weke zmanê sruśtî u resen yê źiyanê tarîf bike.

Her zarok pêxemberekî dayî u hatî ee.

Her zarok bihiśteke diyarkirî yee.

Loma ewlekariya zarokan di ser kaînatî bê ber u bê serî ra yee.

Em źi bîr nekin, tenha kes u civakên puć zarokên xwa di ber xwa ra dikin qurban.

Bi mêźiyên daxkirî ne rooź hiltê ne źî ava dibe.

Yê mayî tenê śev ee, ćav heeʼbin źî rê xuya nabe.  ☘️












Donnerstag, 22. Januar 2026

Keziya źi Roźava



[ Keziya źi Roźava ]


☘️

U divêt ev cara dawiyê ya bi xiśm be,

u bêlome hov be,

źibo ćîroka dawiyê ya vê roźa eźderheyî.

Heta śurek heebe,

heta zendek heebe,

li ber wehśên hefsarkirî, 

divêt śurê di nav tiliyên guvaśtî da rehma xwa li axê neyîne u biheźîne, 

rehm tenha di heźandina keziyê da yee.

 ☘️


Vîdyo: Bapîrekî sofî źi Hewlêr'ê keziyên neviya xwa dihunîne, źibo Roźava 🌾