Wextekî drêź di ser ra derbaz bu.
Va yee ez dîsan bi nućeyeke din vegerriyam.
Mîna ku min di sala 2024an da weśana ćar kovarên akademîk u zanyariyî ragiyandî bu u di îlona 2024an da źî weśana kovara Avestica-Kurdica 1 dest pê kirî bu, vê gavê dê kovara Medica-Kurdica 1 di 1ê gulanê da derkeve.
Kovar dê dîsan li Îzmîrʼê di nav WEŚANÊN NAyê da ćap bibe.
Nivîsa danasîna kovara Medica-Kurdica 1 ya źibo medyaya Kurd-î ev ee ez li źêr parve dikim.
* * *
Kovara Akademîk “Medica-Kurdica”
Pis̰tî hejmara yekem ya kovara Avestica-Kurdica 1 îcarê dê di 1ê gulana 2025an da hejmara yekem ya kovara Medica-Kurdica di nav Wes̰anên NAyê da derkeve.
Ev kovar jî bes̰eke projeya ji c̰ar kovarên akademîk ee. Di îlona 2024an da me cara yekem bi kovara Avestica-Kurdica 1 dest bi wes̰anê kirî bû:
(1) Avestica-Kurdica (dê bi giranî li ser zman, c̰and, dîn û wêjeya Avestî û Kurdî bisekine)
(2) Arica-Kurdica (dê bi giranî li ser zman, c̰and, dîn û wêjeya Arî û Kurdî bisekine)
(3) Medica-Kurdica (dê bi giranî li ser zman, c̰and, dîn û wêjeya Medî û Kurdî bisekine)
(4) Wêjebêj & Bêjebêj (dê bi giranî li ser bingehên wêje û dengbêjiya dîrokî ya Arî û Kurdî bisekine)
Kovar jibo hemî akademîkerên ku lêkolînên zanyariyî dikin û dixwazin di kovareke akademîk da bidine belav kirin û bibin rêwiyekî/e vê rêwîtiyê, vekirî yee. Gotar ango lêkolînên ku xwadî krîterên gotî yên akademîk, zanyariyî û zmanî nee dê di nav kovaran da werin b’ cî kirin. Gotar û lêkolînên ku method û krîterên akademîk danagirin û di warê zmanî û zanyariyî da ne kamil inn û kêmasiyên ne rewa di nav xwa da digirin, dê di kovaran da neyên b’ cî kirin.
Rêvaberiya gis̰tî ya her c̰ar kovaran WES̰ANÊN NA ango Berfo Barî dike. Têrêseriya ango edîtoriya kovaran îndo-ewrupîst, îndo-îranolog û avestolog Beyhanî S̰ahîn dike.
* * *