Kovara Philosophia'yê di meha temmuzê da (2022) ev hevpeyvîna li źêr bi min ra kir. Di hejmara duyem ya kovarê da derket.
Ez di elfebeya hevpeyvînê da ti guhartinekê nakin. Fermo:
Hempeyvîn bi
Beyhahî Şahîn ra
Îndo-cermenîst, îndo-îranolog, avestolog û kurdolog Beyhanî Şahîn piştî sî û yek salan beşek ji vekolînên xwa yên li ser Avesta’yê jibo çapê amade kir û ev xebata wî, wekî cilda yekem bi navê “Avesta 1: Gāthā’yên Zarathuštra” ji aliyê Weşanxaneya Na'yê ve hate weşandin. Li ser navê Kovara Philosophiaê, em derbarê xebat û projeyên wî da, bi Beyhanî Şahîn ra peyîvin.
Pirs:
Li ser navê xebatkar û xwendevanên kovarê, em
destxweşîyê li te dikin û di kar û xebatên te da, serkeftinê ji te ra dixwazin.
Ji pêşika xebata te a “Avesta 1: Gāthā’yên Zarathuštra”ê meriv têdigihêjê ku
xebatên te, xebatinên demdirêj in û piştî salên dirêj, ev xebatên te hatine
weşandin. Bi qasî dizanim, çend berhemên te ên dî jî hene: wekî ‘Bêjenasîya
Zmanê Kurdî ya Dîrokî’, ‘Nivîsarên Farsiya Kevin yên Dariyus’ û ‘Lêkolînekê
Qiçik Li Ser Zimên’. Ji kerema xwe ra, tu dikarî naveroka wan hinekî bi me bidî
zanîn?
Bersîv:
Gava meriv
şivan be, çîrokên meriv jî timî bi pez, çêr, gur, şîr, pendur, gund û hwd. va
girêdayî dibe. Reflekseke jiyanê ya sruştî ye. Jiber ku ez jî di wateya xwa ya freh
da zmannas, lê di wateya xwa ya teng da îndo-ewrupîst (= îndo-cermenîst), îndo-îranîst,
avestolog û kurdolog im, çîrokên min jî timî bi zmên va girêdayî ne.
Cara yekem
min di sala 1990an da bi zmanê Kurdî dest pê kir. Salek paşê, jibo ku ez
pirtukeke bi zmanê Elmanî peyda bikim û hînî zmanê Elmanî bibim, çûyî bûm
pirtukxana bajarê Bern’ê ya li Swîsre’yê. Hingê min di beşa zmanên Îran’î da
tesedufen ferhenga Avestî – Elmanî ya Ferdinand Justi dît. Piştî ku min
bi lez çavek lê gerrand û tê da peyvên Kurdî jî dîtin, çarenûsa jiyana min jî
di wê kêliyê da hate diyar kirin. Ew roj û ev roj e ku Avesta û Avestî bûne
nivişteke bi sed û yek nivîsên bê derî bo min.
Di lêkolînên min yên çapbûyî da mijara sereke hertim zman e. Bi taybet zmannasiya dîrokî ya zmanên Îndo-Ewrupî mijara karê min yê akademîk e. Lê di nav zmanên Îndo-Ewrupî da zmanên Arî beşa min ya herî bingehîn e. Mesele gava em teşeya peyveke Kurdiya nuh digirin, dixwazin forma wê ya di serdema
Kurdiya navîn (berî mîladê
500 – piştî mîladê 1000),
Kurdiya kevin (bm. 500 –
1000),
Proto-Kurdî (bm. 1800),
Proto-Îranî (bm. 1800 –
2000),
Proto-Arî (bm. 2000 – 3000)
û
Proto-Îndo-Ewrupî (bm. 3000
– 4000) da zelal bikin.
Lê di van lêkolînên fonolojîk yên dîrokî da metodên zmannasiyî pirr zerurî ne. Digel ruberîhevkirina zmanên Îndo-Ewrupî yên herî kevin ev derfeta hanê rê dide me ku em di derbarê formên kevin, kevintir û kevintirîn da pirsên zmannasiyî vebêjin. Mixabin carinan pirsgirêkên pirr mezin yên fonolojîk derdikevin û meriv hew dikare formên kevin rave bike.
Di nav vê
bersîvê da ez dixwazim bi kurtî çend peyvan bi bîr b’înim, (ango) pêyvên ku ji
heman rehî tên. Mesele peyvên me kesk - çav - hay, zanîn
- nasîn – hîn (-bûn), şivan - pez, av - hopik,
ezman - zîv - hesan, ciwan - canî, stran
- çîrok, roj - risq, dizz - dîtin, bend
- bende, dîz - payîz - parîz/parêz, kanî
- kun - kendal, kirin - karîn/kanîn - kêr
- kortal - kêrtik - kurt, man/mayîn - hêvî,
aştî - kozmoz, hatin - gav - pêxember ... ji
heman kiryaran tên. Ev peyv berî bi hezaran salan jî di zmanê Proto-Kurdî,
Proto-Arî û Proto-Îndo-Ewrupî da dihatin bi kar anîn bi tevî teşeyên xwa yên
kevinar.
Pirs:
Di ‘Danasîna Çapa Taybet a Avestayê’ da, te wiha
gotiye: ‘Tevî ku li Kurdistan’ê çend wergerrên Avesta û Gāthā’yan hatine çap
kirin jî, ti muhteveyeke wan ya zmannasiyî û akademîk tun e. Ew werger wekî
hewldanên ezoterîk in.’ Ji kerema xwe ra, tu dikarî vê gotina xwe ji bo
xwendevanên me şirove bikî? Bi qasî dizanim wergerên ku heta a niha hatine
kirin, ji tercumeya zimanê ingilîzî a James Darmesteterî (1880 - 1894) ne. Yanî
wergera, wergerê ne û qels in loma?
Bersîv:
Di mijara
wergerra Avesta’yê û Gāthā’yan da nêzzîkbûneke pirr xerabe li bazara me Kurdan
ava bûye. Lê ev bazar jî ligorî normên famiya Tirk, Ereb û Farsan çêbûye.
Wergerrên
ku heta niha hatine kirin bi temamî jî wergerra James Darmesteter wekî bingeh
girtine. Lê ew wergerr jî tuşî sala 1880yan dike. Darmesteter hingê sî û yek
(31) salî bû. Hîn Avesta û zmanê Avestî baş nedihate fam kirin. Bi taybet jî
beşa Gāthā’yan digel têgêhiştinê zehmetiyên pirr mezin derdixist (û hîn jî
derdixe), meriv hew dikare bi zelalî jê fam bike.
Bêguman
hemî wergerrên ku li Ewrupê hatine kirin wergerra Pehlevî jibo xwa bingeh
girtine. Jixwa bê wergerra Pehlevî me yê nekariya behsa wergerra Avesta’yê jî
bikira. Di wergerra Pehlevî da jî gelek cî hee ne ku digel wergerrandinê baş
yan jî hîç nehatine fam kirin, tenê ligorî zanîna moxên (magu, āthravan,
zaotar) Zerdeşt’î ango ligorî teşeyên ku wan jiber kirî bûn, hatî bû
wergerrandin.
Wergerra
herî bingehîn ya Avesta’yê di sala 1910an da Fritz Wolff li ser bingeha vekolînên
Christian Bartholomae bi zmanê Elmanî kirî bû û ew wergerr hîn jî, bi
tevî gelek şaşiyan, heta îro wekî wergerra herî baş tê qebul kirin. Ji vê
wergerrê pê va paşê ti wergerreke Avesta’yê ya ligorî encamên vekolînên
zmannasiyî nehate amade kirin. Tevî ku hewldana wergerrandina Avesta’yê çêbû,
projeya wergerrê li Elmanya’yê hatî bû amade kirin jî, serneket, û ew proje
jiber pirsgirêkên maddî hate îptal kirin. Wergerrên ku paşê bi zmanên din hatî
bûn kirin, bi temamî jî ji vê wergerra bi zmanê Elmanî hatî bûn wergerrandin.
Lê mixabin
di ser wergerra F. Wolff ra sed û donzdeh (112) sal derbaz bûn. Di nav van sed
û donzdeh salên dawiyê da bê hejmar lêkolînên giranbiha hatin çap kirin, bi sedan
zmannasan jiyana xwa di ber Avesta’yê ra dan. Gelek peyv û hevokên ku nedihatin
fam kirin yan jî şaş hatî bûn fam kirin, di nav demê ra yek bi yek hatin
vegotin.
Di derbarê
wergerra Avesta’yê da divêt meriv pirr bi îtîna tevbigerre û cîddiyeta meselê
bi îddîayên eletewş puç neke. Wergerra Avesta’yê, bi taybet jî wergerra Gāthā’yan,
bêyî ku ez lawbaltiyê bikim, bi dehan salan, hetta hetta sed salî wext dixwaze.
Digel wergerrê divêt haya wî zmannasî yan jî wê komê pirr baş ji Avesta,
RigVeda, zmanên dema Îran’iya navîn û nuh (her weha ji zmanên din yên
Îndo-Ewrupî) pirr baş hee’be.
Ez bi xwa
31 sal in pê ra mijul dibim, pê dijîm. Dibe ku di sala 2023yan da ez dest bi
wergerra Gāthā’yan bikim. Dîsan di nav projeya min ya pêşerojê da wergerra
Avesta’yê ya ji nivîsên orijîn jî hee ye. Lê dê pirr zehmet be, dê demeke pirr
drêj bigire. Di nav van şert û mercan da bawer nakim ku ji berî sî (30) salan
were wergerrandin. Bêguman ewê wergerreke pirr freh be, ewê li ser formên
fonolojiya dîrokî, mîtolojîk û çanda tê da yek bi yek were zelal kirin, ango
ewê bi temamî ligorî norm û metodên zmannasiyî yên akademîk karekî akademîk
’be. Îhtîmalen ewê li dor çel (40) cîldan ’be.
Pirs:
Çawa ku di pêşika çapa taybet a ‘Avestayê’ da, te jî
gotiye, tesîra Avesta û Zarahustra, li ser dînên mezin ên monoteîst gelekî
mezin e. Li ser vê xalê, te wiha nivîsîye: ‘Gāthā û Avesta bingeha çanda Kurd
ya herî kevin in, kaniya axa Kurdistan’ê û zimanê Kurdî ne, bingeha baweriya
Kurdên Elewî, Êzdî û Yarsanan in. Bandora Avesta û Zarathushtra ya li
Kurdistan, Îran, Rojhilata Navîn û Esye’ya Dûr ji sînorên hemî tarîfan derbaz
dibe. Hemî dînên mezin yên cîhanê (Tewrat, Încîl û Qoran) di bin bandora Avesta
û Zarathushtra’yiyê da mane, jê bê sînor îstîfade kirine, xwa pê ava kirine.’
1- Ji kerema xwe ra tu dikarî
çend nimûneyan bidî, ji bo tesîra Avesta û Zarathushtra a li ser dînên mezin ên
cîhanî? Mesela roja îro em dizanin ku bûyera ‘mîracê’ û ‘ducanîbûna dêya Hz.
Îsa’ ji Zerdeştîyê hatine girtin? wekî din, di destê me da gelo çi delîlên berbiçav
hene?
2- Li gor nêrîna hinek
bawermend û lêkolînkarên dînê Êzdîyatîyê, Êzdayetî ji Zerdeştîyê kevintir e. Gelo
çi delîl di destê me da hene, ku em bikanibin bibêjin bingeha dînê Êzdayetîyê
jî, Zerdeştî ye?
Bersîv:
Bêguman bersîva vê pirsê vegotineke
dîrokî dixwaze. Lê jiber ku li vir derfeta min ya ku ez bikarim pirr drêj bikim
tun e, ez ê bi çend nimuyan bandora Avesta û Zerdeşt’iyê ya li ser dînên ku ji
vê herêmê derketine û paşê li seranserê cîhanê berbelav bûne, bidim. Jixwa ev
bandora ku em behsa wê dikin, di nav zmannas û dîroknasên Ewrupî da baş tê
zanîn.
(a) Peyva Medî *han-diza- “hemwelatî” di zmanê Arameyî da wekî hndz, hndyz hatiye tomar kirin û bi kar anîn.
(b) Medî han-darza- “wezîfe, vekelet” (avc. han-darəza-) di Arameyî da wekî hndrz hatiye tomar kirin.
(c) Medî *mithra-dāta-, ku navekî Medî ye û wateya “yê ku ji hêla Mithra va hatiye hafrandin/dayîn” dide, wekî mtrdt derbazî Arameyî jî bûye. Ev nav û her weha gelek navên din jî ketine nav hemî zmanên din yên li Mezopotamya, Enetolî û Rojhilata Navîn, helbet derbazî Yunaniya kevin û Latînî jî bûne. Forma vî navî ya îro di Kurdî da wekî Mîrhat e. Mîthra di dema Îran’iya kevin da wekî xwadayê herî mezin di nav hemî xelkên li Rojhilata Navîn da dihate qebul kirin. Rojbûna Mîthra ya di 24/25ê berfanbarê/kanunê da paşê wekî rojbûna hezretî Îsa jî hate tomar kirin.
(d) Medî *pari-dai̯za- “bihişt, bexçe, bexçeya bextewariyê/kêfxwaşiyê, bexçeya heywanan, pargîn, çeper, dîwar”, ku di Avestayê da tenê carekê wekî pairi.daēza- hatiye tomar kirin, derbazî hemî zmanên li herêmê û yên li dervayî herêmê bûye, wekî nimune: Akkadî pa-ar-de-e-su, Yunaniya kevin paradeisos, Latînî paradīsus, Înglîzî paradise, Elmanî Paradies, Îbranî pardēs, Ermenî partēz, Farsiya nuh pālīz/pālēz, Erebî firdews (di Kor’an’ê da du caran derbaz dibe). Ev peyv îro di Kurdiya Kurmancî da wekî parêz/parîz tê bi kar anîn.
(e) Medî *xšathra-pā- “satrap”, ku peyveke desthilatdariyê ya Medî ye, di nav gelek zmanan da cî bûye, wekî nimune: Elamî šá-ut-ra(-ba?), Yunaniya kevin satrápēs, sadrápas, Înglîzî satrap, Elmanî Satrap.
Min di derbarê zmanên Medî (û Avestî) da bi sedan nimuneyên dîrokî di lêkolîna xwa ya bi zmanê Elmanî da berhevkirî bû (“Die Sprachen der Meder” = “Zmanên Medan”), ku têza min bû, paşê li Îzmîr’ê di nav Weşanên Na’yê da hatî bû çap kirin (2021).
Mixabin wekî zmanên Kurdî, dîn,
bawerî, çand û dîroka Kurdan jî ligorî normên akademîk yên zanyariyî nehatine
vekolîn. Bi taybet jî Kurd bi xwa di warê zanyariyê da di nav sefeletiyeke bê
sînor da ne. Heta ku Kurdan perwerdeya modern ya cîhanê bi rik û zanîn di nav
xwa da cî nekirine, berhevkirin û analîzkirina înformasiyonan û zanyariyê ji
xwa ra nekirine erkeke netewî, pê nifşek û çandeke ligorî van norman perwerde
nekirine, ti carî nikarin karekî zanyariyî yê cîddî bikin. Rewşa Kurdan ya
kambax, ku hîn jî Kurd îro di nav da ne, îspata vê yekê ye.
Di derbarê xelkê me Êzdî da jî mixabin rewş ev e. Tevî ku di derbarê dînê xelkê me Êzdî da gelek pirtuk tên çap kirin jî, ti mihteveyeke van pirtukan ya zanyariyî û akademîk tun e. Gava di nav milletekî da zanyarên ji beşên cihê yên zanyariyê tune’bin, rexnegirên bi hêz û tuj yên întellektuwel tune’bin, ew millet puç dibe, ji hev dikeve.
Min di lêkolîna xwa ya bi sernavê Bêjenasiya
Zmanê Kurdî Ya Dîrokî -1- da peyva Êzdî jî cî kirî bû (2020 Îzmîr,
Weşanên Na). Peyva Êzdî di Avesta’yê da wekî yazata- ye û wateya
“xwadê, yezdan” dide ← Proto-Kurdî *yaźata- ← Proto-Arî *hi̯aj́eto-
← Proto-Îndo-Ewrupî *hi̯ag̑-e-to- “pesinbar, yê/ya hêjayî pesindayînê”,
ji kiryara *hi̯ag̑- “rumet dayîn” (→ av. yaz-, ved. yaj-).
Gava em Êzdî dibêjin, em di
wateya xwa ya kevin da dibêjin bawermendên Yazata’yî, ango kesên
ku baweriya xwa bi Yazata (xwadê) tînin, bi lêv dikin. Bêguman xususiyetên Yazata
yên dîrokî, çandî û dînî tuşî serdema xelkê Îndo-Ewrupî dikin û pirr kompleks
e. Xwadayê herî mezin Ahuramazda, ku rooj û agir
temsîldarên Wî ne, paşê wekî şems hatiye wergerrandin û bi kar anîn.
Nimêja berbi roojê, ku di nav rojekê da pênc caran tê pêk anîn, ji Zerdeşt’iyê
tê û paşê derbazî hemî dînên din jî bûye. Gava em dibêjin “em rojiyê bigirin”
em di eslê xwa da dixwazin di navbera xwa û rooja li ezmên da
hevahengiyek û girêdanekê bihafrînin. Peyva Kurdiya navîn rōž-īg
“rojane”, ku paşê di Erebî da jî wekî rizq “risq” cî bûye, ji vê bîr û
baweriyê tê.
Pirs:
Ji têgiha ‘Avestolojî’ê divê em fahma çi bikin? Yanî, navê xebatên ilmî ên derbarê ‘Avesta’ê
da ye gelo? Heta a niha, di warê Avestolojîyê da gelo çi xebat hatine kirin?
Bersîv:
Di nav zmannasên Ewrupî da peyva avestolojî nayê bi kar anîn. Li Ewrupê bi giştî peyva îranolojî jibo hemî zman û çandên Îran’î tê bi kar anîn. Lê bi raya min ’be divêt hêdî peyva avestolojî di nav lîteretura akademîk da ciyê xwa bigire. Tevayiya lîteretura serdema Îran’iya navîn li ser Avesta’yê ava bûye. Li Ewrupê cara yekem Abraham Hyacinthe Anquetil du Perron (1731 – 1805) Avesta di sala 1771an da daa çap kirin. Ji wê rojê û pê va ye ku Avesta di nav zmannas û unîversîteyên Ewrupî da ciyeke taybet digire. Heta îro bi hezaran vekolîn û gotar di derbarê Avesta’yê û Avestî da hatine weşandin, lîteretureke pirr mezin kom bûye. Di destpêka van vekolînan da rêzmana Avestî, ferhenga Avestî û wergerra Avesta’yê ciyekî taybet digirt. Lê jiber ku vegotina peyv û hevokên di Avesta’yê da pirr zehmet e, bi taybet jî beşa Gāthā’yan, paşê vekolînên li ser peyv, hevok, hurgiliyên rêzmanî, semantîk, motîvên mîtolojîk, mijarên felsefî û dînî, têgehên bi hezaran mijarên cihê yên di Avesta’yê da derketin pêş.
Gava ez peyva avestolojî bi kar tînim, ez vê peyvê di wateya xwa ya freh da bi kar tînim, mîna peyva kurdolojî, îndolojî, biyolojî, antropolojî û hwd. Di bin vê peyvê da zmanê Avestî ciyê herî sereke digire, paşê felsefeya Zerdeşt’î, çanda Zerdeşt’î, dînê Zerdeşt’î, coxrefyeya di Avesta’yê da, tibba di Avesta’yê da, hunera di Avesta’yê da, perwerdeya di Avesta’yê da, mîmariya di Avesta’yê da, mîtolojiya di Avesta’yê da, rîtuwelên di Avesta’yê da, dengbêjiya di Avesta’yê da, kalîgrafiya Avestî, huquqa di Avesta’yê da, têkiliya zindiyan ya di nav sruştê da ... Jibo peyva avestolojî em bi zmanê Kurdî dikarin peyva avestanasî bi kar b’înin. Lê em dîsan di Kurdî da dikarin peyva avestînasî jî bi cî bikin, jiber ku peyva avestînasî bi taybet di nav xwa da zmanê Avestî som dike û kesê avestînas bi giştî bi zmanê Avestî ra mijul dibe – dengnasî (fonolojî), watenasî (semantîk), tênivîs (gramer), ferhengnasî (leksîkolojî), bêjenasî (etîmolojî) û hwd. Loma jî divêt meriv fonksiyona bingehîn ya di navbera peyva avestanasî û avestînasiyê da baş bibîne, mîna peyva kurdnas-î û kurdînas-î.
Pirs:
Dîsa di pêşika çapa taybet a ‘Avestayê’ da, te wiha
nivîsîye: ‘Bihayê Avesta’yê yê wêjeyî, hunerî, çandî, zmanî, felsefî, civakî,
huquqî, astronomiyî, tibbî, dînî, sprîtuwel û dîrokî hew dikare bi tiştekî jiyî
û nejiyî ra were pîvîn û muqeyese kirin.’ Helbet, ‘Avesta’ ji gelek aliyên va
berhemekê nirxdar e û ji bo têgihiştina wê, lêkolînên kûr û dûr divên. Lê li
vir, herî zêde bala min li ser bihayê wê a felsefî ye. Di vê xalê da, ji kerema
xwe ra dikarî hinekî behsa dîtinên xwe
ên balkêş bikî?
Bersîv:
Avesta li ser felsefeyeke ango çandeke pirr zengîn û drêj hafriye. Heta ku meriv xususiyetên Avesta’yê yên dîrokî fam neke, meriv hew dikare di derbarê Avesta’yê û bandora wî ya li ser felsefe, dîn, mîtolojî, çand û huquqa li ser xelkên cîran û ne cîran zelal bike.
Di Zerdeşt’iyê da felsefeya herî sereke di nav peyva Avestî aṣ̌a- “rast, rastane; rastî, maf/qanun (-a pîroz/ebediyen); nîzama Ahura’yî, nîzama xwadayî” da xwa îfade dike (digel teşeya ərəta-; ved. r̥tá-). Di beşeke Yasna’yê (49.3) ango Gāthā’yan da hilo tê gotin: “Di vê baweriyê da Aṣ̌a hatiye cî kirin, ...”. Têgeha aṣ̌a- yeke pirr freh e, tevayiya heebûn û tunebûnê di nav xwa da som dike. Timî bi Drug (derewê) ra di nav pevçûnê da ye. Aṣ̌a- ebediyen e, sînoreke wê ya diyarkirî tun e. Çendîn meriv lê nêzzîk dibe, ewçend jî meriv jê dur dikeve. Rastiya heeyî dikare bibe nerastiya heeyî. Aṣ̌a- ji nav heft melekên di Avesta’yê da yê yekem e û yê herî nêzzîkî Ahuramazda ye.
Avestî aṣ̌a
ji teşeya kevintir *Hár-ta- ← *Hr̥-tá- tê (-ṣ̌-
← *-rt-). Ev peyv di dema Proto-Îndo-Ewrupî da wekî *h1r̥-tó-
“li-hev-kirî, li-hev-anî, çêkirî, hafrandî” bû û di wateya xwa ya hunerî
û texnîkî da dihat bi kar anîn. Wekî nimune Latînî ars (artis)
“jêhatîtî, huner (-a bi destan)”, artista “hunermend” heman peyv in û
paşê derbazî gelek zmanên din jî bûne. Peyva Kurdî herê, harê (ne
erê!) heman peyv e. Yanî gava em di Kurdî da herê, harê
dibêjin, bêyî ku haya me jê hee’be, em bermayiya felsefeyeke bi hezaran salan
ya ku li ser hemî felsefe, çand û dînên din bandoreke mezin kiriye, teşe daye
wan, pê îfade dikin.
Yunanan jibo moxên (maguyên)
Zerdeşt’î peyva Medî magu- bi kar taniyan. Pythagoras (berî mîladê 570 –
495) li dor 12 salan li Babîl’ê mayî bû û wekî kesê destpêkê cara yekem doktorîna
Zerdeşt’iyê anî bû Yunanistan’ê û li dibistanên xwa berbelav kirî bû. Piştî
Gaius Plinius dîsan Empedokles, Demokrit û Plato jî çûyî bûn Medya û Rojhilata
Navîn’ê jibo ku hînî magî û doktorîna Zerdeşt’iyê bibin. Bandora felsefeya
Zerdeşt’iyê ya li ser hemî fîlozofên Yunan daneyeke dîrokî ya herî bingehîn e û
pêwistiyeke pirr mezin bi karên akademîk yên zanyariyî hee ye. Pindar’ê Yunan di destpêka sedsala 5.
ya berî mîladê da (ji berî Hippokrates), di derbarê hunera bijîjkî ya Yunanî ya
di serdema Asklepios da weha dibêje: “Çendîn kes hatin jî … wî ew ji vê û wê êşê xelas dikir.
Hindek bi gotinên bi sihr yên nerm, hindekên din bi vexwarineke dermanî […], û
li ba hindekên din jî bi birrîna li ser piyên wan.”.
Zarathuštra beriya bijîjk û fîlosofên Yunan dermankarî bi vî hawî tespît kirî bû: “Bijîjk bi peyv, bi nebat û bi kêr derman dike.”. Hîn jî ev tespît di tibba serdema me ya modern da sê histunên herî bingehîn e, ango tedaviya rihî/derunî (îngl. psychotherapeutic), tedaviya bi dermanan (îngl. medical) û tedaviya cerrahî (îngl. surgical).
Bêguman meriv dikare berê nimuneyên di Avesta’yê da
pirr freh bike. Lê ez dixwazim li vir nimuneyeke din ya ku hîn jî di jiyana me
ya rojane da tê bi kar anîn, ango peyva dîn bi kurtî vebêjim. Di
Avesta’yê da wekî daēnā- ye û peyveke mê ye. Di Avesta’yê da
ligorî kontekstê wateyên cihê dide, lê wateya bingehîn “nêrîn (-a giştî), nêrîn (-a meriv ya gerdunî); → giyana hundurîn, ez’a
ruhî, kesayetî” dide, ji kiryara Avestî daē- “dî-tin” tê. Di Avesta’yê
da wekî têgeheke dînî û felsefî hatiye bi kar anîn. Hemî xususiyetên mirovekî
yên giyanî, ruhî, dînî û kesayetiya wî kesî rave dike. Piştî mirina wî kesî daēnā-
wekî giyan û zindiyeke serbixwa radibe û berdewam dijî (ev felsefe paşê di nav
hemî dînên din da jî hatiye bi cî kirin).
Peyva daēnā- paşê
derbazî gelek zmanên din jî bûye. Di Kurdiya îro da bi taybet jî peyva dihn/dêhn
wateya vê peyvê ya ji berî bi hezaran salan baştir hewandiye (digel peyva dîn).
Pirs:
Roja îro di nav kurdên bakurî da wekî cemeet Zerdeştî
tunebe jî, kurd qedr û qîmetekê mezin didin Zerdeştîyê û Zerdeştîyê, wekî dînê
xwe ê herî esasî dihesibînin. Li ser vê mijarê, gelo meriv dikare behsa hinek
delîlan bike û bibêje ku belê ev nêrîn an jî qenaet, rast e?
Bersîv:
Guman tun e, Med (ango Kurd) di serdema Medya’yê da hêlîna Zerdeşt’iyê bûn. Heger Med nebûna, ewê Zerdeşt’iyê nekariya heebûna xwa daîmî bikira. Em vê yekê di nav ragiyandinên zmanî yên dîrokî da bi zelalî dibînin. Digel van ragiyandinên zmanî dîsan di nav nivîsarên Farsiya kevin yên Dariyus da jî ev yek tê pît kirin. Dariyus jibo serhildarê Med Gaṷmāta hertim peyva magu-š “pîrebok” bi kar tîne: “maguš ... Gau̯matā” = “Gau̯matā’yê pîrebok”. Di nivîsarên Dariyus da li donzdeh ciyan derbaz dibe. Lê Dariyus di van gotinên xwa da timî dixwaze Gaṷmāta pê rencîde bike[1]:
✤ : 1 martiya : maguš : āha : Gaṷmāta : nāma : haṷ :
udapatatā : hacā : Pai̭šiyāṷvādāyā
👉 merivekî din hee’bû, yekî
pîrebok, bi navê Gaṷmāta. Wî ji Pai̭šiyāṷvādā’yê va serî hilda.
✤ : Dārayava.uš : xšāyaϑiya : ai̭ta : xšaçam : tayā : Gaṷmāta : hayā : maguš : adīnā
👉 key Dārayava.uš: Ev desthilatdariya ku Gaṷmāta’yê pîrebok ji …
✤ : pasāva : Gaṷmāta : hayā : maguš : adīnā : Kambūjiyam : utā : Pārsam : utā
👉 Paşê Gaṷmāta’yê pîrebok ew ji Kambūjiya stand, him Pārsa û …
✤ māhyā : 10 : raṷcabiš : ϑakatā : āha : avaϑā : adam : hadā : kamnai̭biš : martiyai̭biš
👉 10 roj buhurî bûn. Hilo/hanî min
bi tevî hindek mêran ...
✤ : avam : Gaṷmātam : tayam : magum : avājanam : utā : tayai̭šai̭ : fratamā : martiyā
👉 ew Gaṷmāta’yê pîrebok kuşt, û ew
mêrên bi pileyên mezintirîn (bilindtirîn/pêştirîn/girîngtirîn) …
✤ : anušiyā : āhantā : Sikayuvatiš : nāmā : didā : Nisāya : nāmā
👉 yên ku alîgirên wî bûn jî.
Dîzeke bi navê Sikayuvatiš hee ye li …
✤ : dahyāṷš : Mādai̭ : avadašim : avājanam : xšaçamšim : adam : adīnam :
👉 herêma Nisāya’yê ya li Medya’yê,
min ew li wir kuşt. Min desthilatdarî ji wî stand.
Fars di serdema Dariyus da ne Zerdeşt’î bûn. Bîlakîs li beramberî Zerdeşt’iyê şerr dikirin. Di dema Dariyus û bavê Dariyus Vištāspa da baweriya Mîthra’yî qedexekirî bû, tevî ku di nav xelkê Med da girêdayîneke bi hêz jibo Mîthra hee’bû jî.
Peyva magu-š
peyveke Medî ye, her weha sernavê eşîrekî Medan bû û mafê rumetdariyê yê
keşetiyê/moxtiyê aîdî vî eşîrî bû. Heman peyv di Avesta’yê da wekî moγu-
derbaz dibe. Ev peyv paşê derbazî gelek zmanên din jî bûye, wekî nimune:
Yunaniya kevin mágos, Latînî magus, Erebî maǰūs[2],
Farsiya nuh mōγ, muγ, Ermenî mog “sihrbaz, pîrebok”.
Dîsan peyva Medî *magu-pati- “serekê moxan, serekê Zerdeşt’iyan” di
Kurdiya îro da wekî maxbet tê bi kar anîn (→ Ermenî mogpet,
Pehlevî magu-pat, Tirkî mabed).
Pirs:
Meriv, vê pirsa ha ji dîrokzanekî bike, dibe ku baştir
be. Lê ez dixwazim ji te jî bipirsim: Li gor dîtinên te, gelo meriv dikare
bibêje ku Zerdeşt kurd e? Berdestîyên me ên derbarê vê yekê da, gelo çi ne?
Bersîv:
Pirseke
daîmî ya dîrokî ye. Mixabin di Avesta’yê da di derbarê eslê Zerdeşt da haydarî
nayên dayîn. Ji roja ku Avesta hatiye peyda kirin û pê da ev pirs her di rojevê
da ye. Tevî ku ev pirs pirseke hêsan û rewa ye jî, bersîva vê pirsê jî ewçend
zehmet e. Tevî ku em bi temamî nizanin Zerdeşt di kîjan sedsalê da jiyaye jî,
lê ligorî zmanê ku di Avesta’yê û bi taybet jî di Gāthā’yan da hatiye bi kar
anîn, destpêka hafrîna Avesta’yê heta 1000 – 1500 salên berî mîladê paşta terre.
Hindek stranên/lawijên di Gāthā’yan da dibe ku tuşî berî serdema Zerdeşt jî
bikin.
Di Avesta’yê da, di beşa
Yasna 19,18an da di derbarê welatê
Zerdeşt da hanî tê gotin:
Ligorî belgeyên dîrokî yên tomarkirî bajarê ragā- bajarekî Medan bû (îro Rey). Ev nav di nav zmanên cîranên Medan da jî wekî bajarekî Medan hatiye tomar kirin, wekî nimune: Elamî rák-qa, Babîlî ra-ga, Yunaniya kevin hrága, hrágē. Di nivîsarên Dariyus ango di Farsiya kevin da jî bajarê ragā- wekî bajarekî Medan hatiye bi nav kirin. Dariyus li beramberî mîrzayê ciwan yê Med Fravartiš leşkerên xwa dişîne, wî dide pêgirtin, tîne paytexta Medya’yê ango Hagmatāna’yê (îro Hemedan) û wî bi awayekî hovane dide kuştin, ango dikuje:
Riste 71:
✤ : pasāva : haṷ : Fravartiš :
hadā : kamnai̭biš : asabārai̭biš : amuϑa : Ragā
👉
Paşê ew Fravartiš bi tevî hindek sîwaran reviya, çû …
Riste 72:
✤ : nāmā : dahyāṷš : Mādai̭ : avaparā
: ašiyava : pasāva : adam : kāram : frāi̭šayam
👉
herêma bi navê Ragā ya li Medya’yê. D’ wir da çû. Paşê min artêşek
şand ...
Riste 73:
✤ : nipadi : Fravartiš : āgrabiya :
anayatā : abi : mām : adamšai̭
👉
li pey wî. Fravartiš hate pê girtin, û ji min ra hate hanîn. Min
...
Riste 74:
✤ : utā : nāham : utā : gaṷšā : utā
: hizānam : frājanam : utāšai̭
👉
poz û guh û zmanê wî jêkir, û …
Riste 75:
✤ : 1 cašma : avajam : duvarayāmai̭
: basta : adāriya : haruvašim : kāra
👉
çavekî wî derxist. Ew b’ dergeha min va bestî/girêdayî hate hiştin. Hemî xelk
ew …
Riste 77:
✤ : utā : martiyā : tayai̭šai̭ :
fratamā : anušiyā : āhantā : avai̭ : Hagmatānai̭
👉
Û mêrên ku alîgirên wî yên bi pileyên pêştirîn (mezintirîn/bilindtirîn)
bûn, min ew li Hagmatāna’yê …
Riste 78:
✤ : antar : didām : frāhajam (§
33) : ϑāti : Dārayava.uš : xšāyaϑiya
👉
di nav dîzekê da dan dardakirin. (§ 33) Husan
dibêje key Dārayava.uš: ...
Bêguman
Medya welatekî pirr mezin bû û li Medya’yê bi dehan zman û eşîrên Medan
hee’bûn. Sînorên Medya’yê heta Efxanistan’ê diçûn. Bi dibêtiyeke mezin divêt
Zerdeşt di nav sînorên desthilatdariya Medya’yê da li herêmekê jiyî ’be. Tevî
ku di Avesta’yê da bajarê Ragā’yê hatiye tomar kirin jî, meriv hew dikare
bersîveke zelal bide.
Pirs:
Bi dîtina te, gelo Zerdeşt Pêxember bi kîjan ramanên
xwe, tesîrê li feylesofên mîna Hegel û F. Nietzsche kiriye û Nietzsche çima
navê kitêba xwe daniye 'Zerdeşt Wiha Ferman Kir' (Also sprach Zarathustra)?
Bersîv:
Ma Georg Wilhelm Friedrich Hegel (27.08.1770 Stuttgart – 14.11.1831 Berlin) îndîrekt çendîn di bin felsefeya Zerdeşt da mayî bû? Ma pêkan e ku em bikarin vê bandora hanê ya çêbûyî bi metodên analîtîk yên zanyariyî pît bikin? Dibe ku ev yek di çarçoveyeke sînorkirî da pêkan ’be. Lê jibo vê yekê pêwistî bi putepêdanî hînbûna jiyana Hegel hee ye. Hemî hurgiliyên ku di nav jiyana Hegel da pêkhatine divêt yek bi yek werin zelal kirin.
Bi zanîna min Hegel ji malbateke dîndar û karmend tê. Di serdema Hegel da Încîl di jiyana rojane ya civatê da xwadî roleke esasî bû. Perwerdeya di zaroktiyê da, û her weha perwerdeya piştî dema malê ya li dibistana seretayî bi giştî ligorî normên çandî yên civakî dihatin bi rê va birin. Di dema lîseyê da eleqeyeke mezin ya Hegel jibo dîroka antîk û zmanan hee’bû. Heta vê serdema nuh ya li Ewrupê di serdana dema lîseyê da xwandina zmanê Yunaniya kevin û Latînî mecburî ye, hîç nebe heta berî çend salan bi vî hawî bû. Helbet hîn jî ew mecburiyet bi tevî hindek mercên cihê yên guhartî didome. Hegel di hejdeh saliya xwa da di somestira zivistanê ya sala 1788/89an da li Tübingen’ê li ba unîversîteya Eberhard Karls Universität’ê beşdarî dersên teolojiya evangelî û felsefeyê bûye. Peresaneke din ya ku di felsefeya Hegel da xwadî ciyekî bingehîn e, ew jî xwandina xristiyaniyê ye. Di bin bandora Lessing û Kant da wî hewl daye xwa ku ligorî ragiyandinên dîrekt yên di Ahîta Nuh da, wateya rast ya Îsa pêxember analîz bike ...
Ji berî
Hegel, di serdema Hegel û ji piştî serdema Hegel da ti nivîskar, fîlosof,
zanyar û wêjevanê ku di bin bandora lîteretura Yunaniya kevin û Latînî da
nemayî ’be, tun e. Helbet li vir divêt meriv ji xwa bipirse, gelo bandora
felsefeya Zerdeşt ango Zerdeşt’iyê ya li ser felsefeya serdema Yunaniya kevin
çendîn gêhiştî bû serdema Hegel, hîç nebe îndîrekt? Bêguman ev mijareke gelek
girîng ya jibo vekolînên zanyariyî ye. Divêt kesên ku di derbarê fîlolojiya
kevin ya Ewrupî da pispor in û zmanê Yunaniya kevin û Latînî baş dizanin, bi
salan lê hur bibin. Li vir divêt meriv bi taybet jî bandora Zerdeşt’iyê ya li
ser berhema Hegel ya sereke “Phänomenologie des Geistes” = “Fenomenolojiya Rih”
pirr bi baldarî vebêje.
Nietzsche fîlozof
û fîlologekî klasîk yê Elman bû. Nietzsche berhemên epîk û kompozîsiyonên
muzîkalî yên mezin jî hafrandiye.
Nietzsche
di destpêkê da gelek di bin bandora Schopenhauer da maye. Piştî demekê
xwa ji pessîmîzmuza wî dur dixe. Di berhemên xwa da rexneyên tund l’ exlaq,
dîn, felsefe, zanîn û formên cihê yên hunerê dike. Di van rexneyan da bi taybet
berê xwa dide xristiyaniyê û metafîzîka platonîk. Fikrên Nietzsche yên di
derbarê sermirov (merivê bilind), Daxwaza Hêzê û Vegerra Ebediyen
da dibe sebeba gengeşiyan, dibe sebeba ravekirinên daîmî yên cihê. Nietzsche
cara yekem Daxwaza Hêzê wekî konsept di berhema xwa Û Zerdeşt Got
da dike mijar. Paşê di nav hemî berhemên xwa yên din da vê konseptê dubare
dike. Lê destpêka analîzên psîkolojîk ya Daxwaza Hêzê ya mirovî em di
berhema wî Berbang da (Morgenröte) dibînin.
Felsefeya
Zerdeşt’î bi du cureyan gêhiştiye Nietzsche û bandor l’ wî kiriye:
(a) Îndîrekt
– bi navbera Încîl’ê ango dînê xristiyaniyê, felsefeya serdema Yunaniya kevin û
lîteretura Latînî.
(b) Dîrekt
– bi xwandina wergerra Avesta’yê ya bi zmanê Elmanî.
Bêguman meriv hew dikare bandora Zerdeşt’iyê ya li ba Nietzsche bike mijara pevçûnên devkî. Lê li ba Hegel meriv nikare bi şêweyeke zelal vê yekê îddîa bike. Wergerra yekem ya Avesta’yê ya bi zmanê Elmanî di sala 1776an da bi destê Johann Friedrich Kleuker ji wergerra Frensî ya Abraham Hyacinthe Anquetil du Perron (1771) hatî bû kirin[3]. Hegel hingê şeş salî bû. Dibêtiya ku wî Avesta xwandî bibe, hee ye; hîç nebe divêt haya wî ji Avesta’yê çêbûyî ’be. Paşê Friedrich Spiegel (11.07.1820 Kitzingen am Main – 15.12.1905 München) çend beşên Avesta’yê yên bi zmanê Elmanî di navbera sala 1852 û 1863yan da daa çap kirin (1852: Vendīdād, 1859: Yasna / Vīspared, 1863: Xordah Avesta). Hingê divêt haya Nietzsche ji van her du wergerrên bi Elmanî heeyî bibûya.
Konseptên di Avesta’yê da, ku paşê di nav
hemî dînên mezin da jî cî bûne, dîsan digel Nietzsche jî mijarên herî sereke
ne. Konsepta ezman, rooj, dojeh, bihişt, dubare
vejîna miriyan, rih, guneh, bexşandin, şeytan,
melek, pireya hêsabdayînê, nimêj, agir, baş
û xerab, roj û şev, hefrîd, xwadê, rastî, derew
... li ba Nietzsche ciyekî pirr taybet digirin. Nietzsche felsefeya Zerdeşt’î ne
tenê di nav berhemên xwa da kiriye mijar, her weha sernavên berhemên xwa jî bi
têgehên di Zerdeşt’iyê da derxistiye pêş, wekî ninume:
● Über Wahrheit und Lüge im
aussermoralischen Sinne, 1873 (“Ji Dervayî Mantiqa Exlaqî Li Ser Rastî Û Derewê”).
● Also Sprach Zarathustra, 1883 –
1885 (“Û Zerdeşt Got”).
● Jenseits von Gut und Böses, 1886
(“Ji Dervayî Yê Baş Û Xerabe”).
● Morgenröte, 1881 (“Berbang”).
● Götzen-Dämmerung, 1889 (“Berbanga
Putan”).
● Der Anti-Christ, 1895 (“Yê
Antî-Îsa”).
Di nav hemî berhemên Nietzsche da têgehên ji Avesta’yê hatine bi kar anîn. Nietzsche di nêrîna felsefeya Zerdeşt’iyê da şexsê xwa yê mirovî dîtiye. Zerdeşt bi tevî nêrîn, tahlîl û konseptên xwa yên giştî (wêjeyî, hunerî, sprîtuwel, dînî, exlaqî, însanî, sruştî, mirin, jiyan, ronayî û tarîtî) jibo Nietzsche bûye hêlliyeke (neynikeke) rihî ya zerurî. Avesta berhemeke bêhempa ya wêjeyî, hunerî û sprîtuwel e, bi temamî ji helbest ango ji stran û lawijan pêk tê. Zerdeşt di nav van helbest ango stran û lawijan da bi uslubeke nuh sînorên heeyî yên wêjeyî (av. vacah-) û hunerî (av. hūnara-) dihafrîne, mîna dengbêjê (av. manthran-) destpêka çîroka yekem ya ebediyen. Nietzsche pirr di bin vê usluba wêjeyî, hunerî û dengbêjiyî da dimîne. Ew hertim dil dike ku felsefeya antîk ji qalibên mekanîk yên felsefê xelas bike, ruyekî û rihekî wêjeyî, hunerî û estetîk bide wê. Û didê jî. Loma Nietzsche kaniya di nav jiyana xwa ya kurt da berhemên ebediyen bihafrîne. Nietzsche dengbêjekî felsefeya poetîk û efsaneyî ye.
Pirs:
Li gor dîtina te, roja îro rewşa zimanê kurdî çi ye û
tu rewşa heyî, çawan dinirxînî? Bi taybetî, ji bo beşa Bakur dipirsim. Xebatên
heyî ên derbarê zimannasîê da, bi dilê te ne yanê na? Li ser vê mijarê tu çi
pêşnîyar dikî?
Bersîv:
Di mijara zmanê Kurdî da ez jî wekî
her dildarê/a zmanê Kurdî bi êş im, brîndar im. Li Bakurê Kurdistan’ê derbeya
ku Kurdan l’ zmanê Kurdî xistiye l’ ti peyvekê, l’ ti hevokekê hilnayê. Meyla
Kurdan ya ku dixwaze dewleta Tirkan ji vê yekê mesul bike, tenê jiber reva ji
mesuliyeta xwa ye. Halbuku ne Tirk û ne jî dewleta Tirk bi Kurdî dizanin yan jî
bi Kurdî dipeyîvin. Yên ku bi Kurdî dipeyîvin Kurd bi xwa ne.
Milletê ku bi zmanê xwa nafikire û
napeyîve, ti carî nikare bibe xwadiyê zmanê xwa jî. Milletê ku netewî nafikire
û tevnagerre, ti carî nikare bibe xwadî netewe jî. Jibo ku meriv bikare bibe
xwadiyê zman û neteweya xwa, şertên biyolojîk, psîkolojîk û sruştî hee ne. Yan
meriv ligorî van qanunên biyolojîk, psîkolojîk û sruştî tevdigerre yan jî
têkdiçe. Bi qasî ku em dizanin tevgerr û uslubên ji dervayî qanunên biyolojîk,
psîkolojîk û sruştî têkçûna meriv bi xwa ra tîne. Dibe ku hemî dewletên
serbixwa bi îdeolojiyan debara bikin, pê jîmnastîkên bedenî, mêjiyî û rihî
bikin, jiber ku şert û mercên wan yên tê da vê luksê jibo wan pêkan dike. Lê ew
luksa Kurdan hîç tun e. Hemî xususiyetên kurdînî û kurdbûniyê yên
herî zerurî vê gavê sedîsed bi tunebûnê ra rubiru mane. Di rewşeke hilo kambax
da ti millet uslubeke weha puç û têkçûyî qebul nake û bi lez dest bi tedbîrên xwa
yên herî zerurî dike. Meriv nikare him dawa zmanê Kurdî ji kujerê zmanê xwa
bike û him jî bi zmanê kujerê zmanê xwa zmanê xwa bikuje. Ev paradoks rewşa
rihî û mêjiyî ya puç ya takekesan û neteweya Kurd nîşanî me dide.
Di derbarê xebatên zmannasiyî da zehmet e ku ez bikarim tiştekî bibêjim. Tiştê ku tun e meriv nikare binirxîne. Bi zanîna min di derbarê zmanên Kurdî da karên ku ligorî normên karên akademîk yên zmannasiyê hatî bibin kirin, tun in, jiber ku ew dezgeh û kes ne mewcud in. Her çiqas pirtukên di derbarê zmanê Kurdî da b’ên çap kirin jî, ti mihteveyeke van pirtukan ya zmannasiyî û akademîk tun e.
Pirs:
Li gor hinek lêkolînkar û academiciênan, versîyona
herî kevin a Avesta’ê, aîdê sedsalên
XIII. û XIVan e û heta salên nêzî 1761an ji bilî bawermendên Zerdeştîyê,
haya kesî ji alfabe û naveroka Avesta’ê tunebûye. Lê piştî xebat û lêkolînên
Anquetil-Du Perronê fransî ku wekî 3 cildan Avesta’yê bi navê ‘Zend-Avesta’ê wergerandîye
zimanê fransî û bi vî hawî, haya zanistmend û lêkolînkaran, jê çêbûye. Nexwe
berîya James Darmesteterî, kesê ku Avesta’ê bi cîhana rojavayî daye nasîn,
Anquetil-Du Perronê fransî e. Yan, ez şaş im?
Bersîv:
Destnivîsa
orîjîn ya herî kevin ya Avesta’yê di sala 1323yan da hatiye nivîsîn. Lê ji berî
sala 1323yan jî destnivîsên Avesta’yê yên peydakirî hee ne. Mixabin ev
destnivîsên kevintir tenê ji peyv, riste, hevok û kurteperçeyan pêk tên.
Cara yekem
bi saya xebata Abraham Hyacinthe Anquetil du Perron (1771) Avesta di nav
civaka rojavayî da kete nav rojevê, belav bû. Lê helbet ji berî Abraham
Hyacinthe Anquetil du Perron jî nimuneyên Avesta’yê li Ewrupê di nav
arşîvên şexsî da hee’bûn, wekî nimune li Brîtanya’yê.
Darmesteter
di rêza vekolînên di derbarê Avesta’yê da tuşî demeke paşê dike. Ji berî
Darmesteter bi dehan zmannasan karên destpêkê yên herî zehmet kirî bûn. Lê
mirina Darmesteter ya di temenekî ciwan da bêguman jibo avestolojiyê derbeyeke pirr
mezin bû.
Pirs:
Lêkolînên derbarê ‘Avestolojî’ê da û bi taybetî jî
xebatên te ên di vî warî de, ji bo zimanê kurdî çima mihîm in? Ji kerema xwe ra, dikarî hinekî şirove
bikî?
Bersîv:
Heger em
bermayiyên zmanî yên zmanê Mîtannî li hêlekê daynîn, Avesta û zmanê Avestî di
nav zmanên Îran’î da zmanê herî kevin yê ragiyandî ye. Li Ewrupê ev du sed û
pêncî (250) sal in ku karên bêhempa di derbarê Avesta’yê da hatine kirin. Lê
tevî vê yekê hîn jî di Avesta’yê da gelek cî hee ne ku meriv hew dikare jê fam
bike.
Jibo
vekolînên dîrokî yên di derbarê zmanekî da pêwistiyeke pirr mezin b’ zmanên din
yên ku aîdî heman komê ne, hee ye. Meriv tenê bi zmanekî nikare bêjenasî, gramer,
semantîk û fonolojiya wî zmanî ya dîrokî zelal bike. Loma jî jibo zmanên Kurdî
heebûna her zmanekî din yê Îran’î zengîniyeke bêhempa ye. Helbet di sêrî da
heebûna zmanên Kurdî jibo zmanên Kurdî derfeteke mihteşem bi xwa ra
derdixe. Bi saya heebûna van zmanên Kurdî, ku ev zman di serdema
Medya’yê da jî mewcud bûn, bi tevî zmanên din yên Îran’î rê didin ku em formên ji
berî bi hezaran salan vebêjin.
Li Ewrupê
heta destpêka şerrê cîhanê yê duyem gelek berhem di derbarê zmanê-n Kurdî da
hatine çap kirin. Lê mixabin bi zêdeyî ew berhem bi karên berhevkirina materyalan
va sînorkirî mane. Jiber vê yekê ye ku zeruriyeteke pirr mezin b’ lêkolînên
zmannasiyî yên dîrokî hee ye.
Ji roja ku
min dest bi zmanên Îndo-Ewrupî (bi taybet jî zmanên Arî) kiriye û vir va hemî
bala min li ser çîroka zmanên Kurdî ye. Zmanên Arî di nav koma zmanên
Îndo-Ewrupî da koma herî mezin e û xwadî materyalên herî kevin e. Ev yek dibe
sebeb ku em him zmanê Kurdî û him jî zmanên din yên Arî heta destpêka van
zmanan bişopînin. Di serdema zmanê Proto-Îranî da (li dor 1800 – 2000 salên
berî mîladê) koma herî mezin ya tê da koma Proto-Kurdî bû, ango Proto-Îranî ji
%80 ji Proto-Kurdî pêk dihat. Divêt di serdema Proto-Arî da jî (li dor 2000 –
3000 salên berî mîladê) koma Proto-Kurdî – hîç nebe di forma xwa ya zaraveyî da
– beşa mezintir bûyî bibe.
Çîroka her
milletî ya genetîk û çandî di nav zmanê wî milletî da tomarkirî ye. Meriv
çendîn ji çîroka xwa dibe, ewçend jî bi
tunebûnê ra rubiru dimîne. Heta ku zmanên Kurdî hee’bin, ewê Kurd jî hee’bin. Di
vê unîversuma ebediyen da ji derî zmanên Kurdî ti tiştê ku bikare Kurdan ji
têkçûna trajîk xelas bike, tun e. Loma hemî meyla min li ser zmanê Kurdî ye.
Divêt çîroka zmanê Kurdî ya bi hezaran salan yek bi yek ligorî metod û normên akademîk
yên zmannasiyî were zelal kirin. Lê ev kar fedekariyeke mezin ya di temenê
jiyanekê da û kedeke bê sînor dixwaze. Divêt meriv him pê bijî û him jî pê
bimire.
Hempeyvîn: Alî Gurdilî
02.07.2022
[1] Binêre B. Şahîn, Nivîsarên
Farsiya Kevin Yên Dariyus -1-, Weşanên Na, 2020 Îzmîr.
[2] Di Kor’an’ê da tenê carekê derbaz dibe. Li ciyên din peyva muşrîk
jibo mecusiyan ango Zerdeşt’iyan hatiye bi kar anîn.
[3] Çapa duyem ya bi zmanê Elmanî
di sala 1786an da derketiye.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen