Źi berî ku em bikevin nav sala 2015an, ez dixwazim li vir nivîsa xwa
ya dawiyê ya di nav sala 2014an da binivîsînim.
Ez ê îsal, ango di sala 2014an da bi helbestekê dawiyê li vê salê b’înim.
Sala tê xwadê mezin e.
Źi berî ćar mehan, di 27ê meha 8an da, źi piśtî 27 salan rê li ber
min vebuyî bu u min berê xwa dayî bu welêt.
Ez ćum gundê me źî.
Navenda gundê me u kekê min Smaîl, 4.9.2014 (li dor seet 15an) |
Min wilo dil dikir ku ez ê di nav demeke kurt da hemî cî u warên ku di
zaroktiya min da źi min ra mazuvanî kirî bun, bibînim.
Helbet gundê me yê li hindê Qoćgîrî’yê źî ciyekî taybet digirt.
Di vê ziyereta min da, min careke din hîss kir, fam kir ku zmanê
meriv yê di zaroktiyê da ćendî ebediyen e.
Gava ez di nav wan kevir, dar, nahal, spîndar, ćam, mazî, xaniyên
wêranbuyî u darên biyê ra derbaz dibum, zaroktiya min bi tevî zmanê zaroktiya
min yê barkirî bi ser min da dibariya.
Ez di nav wan wêraneyan da gelek caran li ber xwa ketim, herê, li ber
xwa ketim u gîriyam.
Herhal źi mêraniya zaroktiya min mayî bu, min qet nedixwast ku kesek
min di wê śerpezetiyê da bibîne, nedixwast.
De bimînin di nav rindiya sala tê da!
Derguśa
Talankirî
Ez ê bićuma ber deriyekî berî ćil salan
Ez ê derbiketima ser baniyê maleke ćil salî
Min ê tasek av bi ser xwa da bikira źi kaniya li ber dêrî
Ez ê bićuma axurê li hêla din ya dîwarê malê u
Min ê li ba Cumo u Pîźo* careke din xwa di nav wan afiran
da vebiśêrta
Paśê ez ê bi hêdîka di ber gomê ra heta ba kadîna bi
sihir bimeśiyama
Min ê li ser bêdera berî ćil salan kezeba xwa vala bikira
Xewn bun belkî
Belkî maziyeke reviyayî bu
Min ê di bostana li paś kaniyê da dîsan hopikeke bi śênî
ćêbikira
Lê min ne ew derî
Ne ew banî
Ne ew kanî
Ne ew axur
Ne ew afir
Ne Cumo u Pîźo
Ne ew gom
Ne ew kadîn
Ne ew bêder
Ne ew bostan dît
U ne źî ew hopika bi śênî ćêkir.
Min digot ez ê, ez ê careke din li ber dayika xwa tot
bikim
U ez ê źi paśila wê dîsan mêwiźan bidizzim
U birevim.
Gotin:
„Yadê bi qurbano
Vê gavê dayê bêhna xwa vedide
Li goristanê
Bêhna xwa vedide.“
Xwadêyooo!
Min di ber derguśa xwa ra tam ćil sal talan kirine
Tam ćil sal!
Beghyanî Śadî
Śarîn
24.12.2014
00:40
* Cumo u Pîźo gayên
me bun.