Bi xwadê di van roźên dawiyê da hewa sartir bu.
Heta sifirê daket.
Lê hîn źî berf u śilî/baran di nav baźêr da xuya nake.
Hindî hêvar źî zu tên.
Loma źî li der sport kirin ne hêsan e.
Li ciyê fîtnesê źî li hundir pirr germ dibe, bi taybetî źî gava meriv li ser
makînê dibeze, pirr feleket xwî dide.
Êh, wekî din źî care nî ye.
Źi zu va ye ku min behsa hevaltiyên xwa yên di Facebook’ê da
nekir.
Ya raśt źi bîr dikim.
Helbet di vê navberê da gelek kes bunn heval u gelek źî ćunn.
Her ćendî di destpêkê da wekî kurdên bi esl u fesl mista xwa li ser masê
xistinn źî, źi pîśtî ćend seetan yan źî roźan her tiśt źi bîr kirinn u bunn wekî
qewad u qehpikên tirkan.
Tirkan kîmyeya kurdan źi binî va xerab kirinne.
Tabî haya kurdan źi rewśa xwa tun e.
Qey dibêźin bi ćend hevokên zirt u virt yên siyasî ewê xwa wekî mêrxasên bê
emsal bifirośin.
Haya kurdan źê nî ye ku «serpêhatî»yên meriv yên ku wekî «bîranîn» di mêźiyê
meriv da hatinne tomar kirin, śexsiyeta meriv dihafirînin.
Li vir helbet «zman»ê ku digel van «serpêhatî» u «bîranîn»an hatiye u tê bi kar
hanîn, rola herî esasî u sereke dilîze.
Loma źî divêt kurd ti carî «hêś, xemgînî, śayî, nefret, tirs ...»ên xwa bi zmanê
wan qewadan neyînin zmên.
Ev mirina kurdan e.
Ev di navbera zmanê tirkên qewad u kurdan da hêzeke hîssî ya źi hesin mîlyon
carî bi hêztir dihafirîne.
Bêguman îmkana meriv ya ku hêsin biguherîne, hee ye, lê ya ku «serpêhatî» u «bîranîn»an
biguherîne, tun e.
Źiber vê yekê ye ku, bi temamî «redda zman»ê tirkan u tiśtên bi tirkan va girêdayî
heebe-nebe ye.
Vê havînê li ser hêsabeke Facebook’ê ya bi zaraveya zazakî/kirdkî va girêdayî
camêran nivîseke Murat Ciwan ya bi zmanê tirkan belav kirî bunn.
Helbet ez pirr hêrs ketim.
Tabî camêran ez nas dikirim, carinan źibo zmên pirs źî źi min dikirin, nivîsên
min yên bi zmên va girêdayî belav dikirin.
Źi piśtî ku bi tirkiya qewad nivîs belav kirinn, min źî rabu ev śîroveya xwa
kir u źi komê derketim:
««Hîcar ev ći zmanê tirkên qewad e anam babam?
Ma hun źî dixwazin zmanê kurdî yê ku bi zmanê tirkî hatiye u
tê kuśtin, dîsan bi zmanê wan tirkên qewad xelas bikin śekirino?
Źixa Murad'ê me hîn źî hiyn nebuye ku zmanê kurdî ći ye u ćawan
e?
Bi leqleqa vala emrê xwa li Ewrupê herimandinn, lê nekaniyan
du zmannasên zmanê kurdî derxînin.
Źiber ku we wekî ZAZAKÎ zmanê tirkên qewad bi belavkirina vê
gotara beredayî di nav xelkê kurd da "meśru" kiriye, ez źi vê koma
zman-tirkćî derdikevim.
Bimînin di nav xwaśiya zmanê tirkên tecawizcî da!»».
Roźên dawiyê bi aramî derbaz bunn.
Li der hewayeke maqul hee ye.
Tevî ku hewa maqul e źî min dawiya vê heftê hêć sport nekir.
Rewśa grêva birćîbunê bellî bu.
Dawiya dawîn hate qedandin.
Lê vê carê źî hemî zehmetî u qurbaniyên dayî vik u vala ćunn.
Me źi tirkên qewad nekaniya mafê miśkekî xwa źî bistînin.
Ya raśt źi piśtî siyasetmedarên kurd li der dest bi grêvê kirinn, źibo min
mesele bi temamî safî bubu.
Yanî ewê grêv di demeke kurt da bihata bi dawî kirin.
Źixwa tirkan di televîziyonên xwa da mizgîniya vê didann.
Źi berî ku ez nivîsa xwa ya di Facebook’ê da li vir bidim, ez dixwazim vê yekê
bibêźim, siyaseta kurdan ev bi salan e ku di bin destê MÎTa tirkan da tê îdare
kirin. Lê keć u xortên kurd źî di nav vê lîstikê da bunne qurbanên dev bi xwîniyan.
Aha nivîsa min ya di Facebook’ê da berxikino:
««GRÊVA BIRĆÎBUNê qediya.
Bila li ser xêrê 'be.
Bêguman haya min źi danustandinên siyasî yên li paś deriyan tun e.
Ti heqqê min źî wekî însan tun e ku źi kesên di grêva birćîbunê da ra bibêźim
hilo u hilo bikin.
Camêran 68 roźan bedenên xwa xistinn ćavên mirinê.
Di derbarê tenduristiya bedenên van kesên fedekar da belkî ewê paśê (ya rast źi
sedî sed) pirsgirêkên mezin źî derbikevin.
Ez bi xwa ne źibo grêva birćîbunê me, ćiku ez naxwazim ku kurd bi destê
xwa xwa bikuźin.
Lê carekê dest pê kirinn u źi min ra źî źi derî riya piśtgiriyê pê va ti tiśtekî
din nemaye.
Drêź nekim...
Dawiya dawîn ti tiśtekî siyasî ya berbićav nehate dest xistin.
Careke din enerźî u êśa milletê kurd bu qurbana menîpulesiyonên tirkên qewad.
Cîgirê kErdogan, Bulent Arinć'ê bê bext hîn du roź źi berî qedandina grêvan dizaniya
ku ewê grêv biqedin!
Ćawan u ćima?!
Kurd nikarin xwa hertim bi teehudên vala u xapînok bikin qurban.
Bêśik tevgerrên kurd ne źiber kar u fedekariyê, bilakîs źiber tênegêśtina fêlbaziya
siyasetê handa dikin.
Źixwa BDP di guhê gê da radikeve, źi derî ćend qîźźewîźźên zirzop u vala nikare
tiśtekî bike.
BDP di nav siyaseta kurdan da buye wekî fîleke mirî.
Bi xwadê ewqas zehmetî źibo ći bu, źibo kê bu?!
Źibo milletê kurd tevgerreke "bi kurdî, mîllî u zana" lazim e.
Ev tevgerrên ku źi salên 1950an u bi vir da di himbêza kemalîzmê da hafirînne u
mezin bunne, nikarin êdî tiśtekî bikin.
Dema wan źi zu va derbaz buye.
Tunekirina wan źî wezîfeya civakê ye.
...»».
Di van roźên dawiyê da tiśtekî girîng di źiyana min da
ćênebu.
Hewa li vir heta 5-10 pileyan daket.
Vê gavê carinan śilî/baran dibare.
Hîro cara yekem źi piśtî śeś mehan dîsan bi bavê xwa ra di denggośkê/telefonê
da peyîviyam. Aniha dîsan źi gund vegerriyaye Erzingan’ê.
Źi min dawa hevdîtina me dike, pirr li ber xwa dikeve, gazinan dike.
Lê ez źî nikanim tiśtekî bikim, tirkên qewad bunne kelem u ketinne ćavên me.
Bi sportê her tiśt normal dimeśe.
Min źi nu va bi rêk u pêk dest bi bedenhêziyê kir.
Lê hîn źî pićekî hêś di pîlê min ya raśt da hee ye. Di van roźên dawiyê da
gelekî kêm bu.
Ê helbet hêśên mayî ewê hîn ćiqas b’aźon ez nizanim.
Vê gavê haźotina pîskîlêtê ne mimkin e. Divêt śilî u berf nebe.
Di warê siyasetê da grêvên birćîbunê hîro roźa xwa ya 61. temam dikin.
Lê tirkên heram hîn źî kêfa xwa xerab nakin.
Dibêźin śow e, blof e.
Ez nizanim źi kengê va ye ku meriv źibo mafên xwa yên herî esasî blof u śowê
dike.
Digel protestoyan hîn źî kurdên me bi plakatên bi zmanê tirkên pînc xelkê kurd
asîmîle dikin.
Ći îroniyeke rezîl e!
Li hêlekê girtiyên me źibo azadiya zmanê kal u bavan ketinne grêva bićîbunê, ha
va ye hatinne ber mirinê, li hêlekê źî
kurdên li der bi zmanê tirkên segbav dikin qîźźewîźź.
Ya raśt haya kurdan źi xwa tun e.
Haya kurdan źê nî ye ku ka źibo ći dimirin.
Heger kurdan di hemî tevgerrên xwa da rengên kurdbunê derbixistinna pêś, ewê di
nav hefteyekê da śoreśeke mezin ćêbikirinna.
Bêguman di vir da sefeleta siyaseta partiyên kurdan u siyasetmedarên kurdan rola
esasî dilîze.
Li welêt ći źehr u ziqqim in, li vir źî eynî rezîl in.
Camêr ne dikanin bi śiklekî mentiqî mafên xwa bixwazin, ne źî dest źi qîźźewîźźa
xwa berbidin.
Meriv bi mîlyonan śikil u śimalan bê ziyan dikane bigêźe gelek tiśtan.
Lê yên me bunne qeśmerên xelkê, wekî dizz u ćeqelan, bêkar u kêmaqilan li ser kolanan
efetiyê dikin.
Bawer bikin ku li ti derê cîhanê ti kesê ku me cîddî bigire tun e.
Siyaseta me daketiye asta kesên ku di civatê da deźenere bunne, di nav civatê
da ciyekî qasî pênc quruśan źî śun źibo xwa ćênekirinne...
Bila xwadê bibe hariyarê milletê me yê belengaz, berxikino.
Qet nebe bila haya we źi we hee ’be.