Samstag, 30. November 2024

«Avesta 4 - Destnivîsên Orîjîn: Yašt»


Piśtî cîlda

«Avesta 3 - Destnivîsên Orîjîn: Videvdad»

źi berî ćend roźan cîlda

«Avesta 4 - Destnivîsên Orîjîn: Yaśt»

źî źi ćapê derket u gêhiśte Baśurê Kurdistan'ê.

Ev cîld źî di nav WEŚANÊN SZKê da da derket.

Vê gavê SZK bi van cîldan beśdarî Fuara Pirtukan ya li Silêmanî'yê buye.

Dê kengê bikare bigêhiźe Bakurê Kurdistan'ê, hîna ne zelal ee. Mixabin źibo derbazkirinê pirsgirêkên siyasî rê li ber digirin. Dîsan źî dibe ku bikare vê mehê bigêhiźe Bakur.

Ligorî ragiyandina SZKê ev her du cîldên dawiyê bi kalîteyeke baśtir hatine ćap kirin.

9 heb cîldên din dê di sala 2025an da ćap bibin.

Helbet bi hêviya ku pirsgirêkên nexwaś dernekevin u karê ćapê asteng nekin.

Lê em dest źi hêviya quzulqurt bernedin.


Pîvanên Pirtukê:


Drêźî:   23.8 cm

Frehî:   16.8 cm

Reng:   rengîn

Drutin:   herê

Berg:   cîld, rengîn

Rupel:   758

Kaxiz:   kuśe, spî (100 gram)

Giranî:   ?










 






 






Samstag, 2. November 2024

Źi Zerdeśt heta Nietzsche



Em carekê bala xwa bidine Nietzsche.

Di pirtuka «Avesta 2 - Destnivîsên Orîjîn: Yasna»yê da bi kurtî źî bibe, min lêkolîneke bi qasî yazdeh rupelan di derbarê bandora Zerdeśt ya li ser Nietzsche u felsefeya wî da bʼ cî kir.

Bêguman ev miźara hanê yeke pirr freh ee u divêt meriv ćend salan tenha li ser vê bandor u têkiliyê bixebite u cîldeke zanyariyî u taybet amade bike.

Yek, divêt źiyana Nietzsche bi hemî hurgiliyan were vekolîn.

Du, divêt hemî nivîsên wî yên ku hîro li pirtukxaneya Nietzsche têne hewandin, pirr bi baldarî werin têxwandin (îng. study).

Sê, divêt hemî deverên ku Nietzsche lê maye, lê źiyaye, yek bi yek werin raćav kirin. Helbet divêt meriv demsalên ku Nietzsche li wan herêman maye źi bîr neke. Di heman demsalan da dîtina wan herêman, hetta hetta mayîna li wan herêman, pêdiviyeke zerurî yee ... 

Min ev lêkolîna kurt hîro di «academia.edu»yê da weke PDF belav kir. Hêvî ew ee ku, hîć nebe bila bi teśeya xwa ya dîźîtal bigêhiźe ber destê Kurdan.

Ev PDF dikare di bin vê lînkê da were vekirin:

https://www.academia.edu/125232151/Zara%CE%B8u%C5%A1tra_ligel_Nietzsche

Beśeke kurt ya destpêkê:

«§ 95.1. Friedrich Wilhelm Nietzsche (Röcken, pm. 15.10.1844 – 25.08.1900 Weimar) di derbarê felsefeya Nietzsche[1] û mirov Nietzsche da ez ê bêguman nekarim rahêjim wêrekiyeke ji derî sînorê. Felsefe û wêjeya Nietzsche jî wekî Nietzsche bi xwa pirr bi kompleks û hessas inn. Di vê kurtenivîsa di derbarê Zaraϑuštra- û Nietzsche da ez dil dikim ku balê bidim ser c̰end bareyên nas.

Nietzsche philologekî tiretuj û pirr jîr yê di serdema xwa da bû. Tevî ku Nietzsche wekî philologekî dest bi nivîsînê kiriye jî, di nav demê ra bi zêdeyî xwa wekî philosophekî dîtiye. Haya Nietzsche ji zman û lîteretura Yunaniya Kevin pirr bas̰ hee’bû. Stîla wî ya hês̰bar û lîrîk, ya prozayî û helbestî ya di Also Sprach Zarathustra da Nietzsche di asteke xewnar da b’ cî dike.

Nietzsche bi felsefeyeke sîstematîk ra nebiliye ...».





[1] Friedrich Wilhelm Nietzsche, Röcken 15.10.1844 – 25.08.1900 Weimar.