Freitag, 7. März 2025

Kovara «Medica-Kurdica» Derket


Kovara Medica-Kurdica 1 di nav WEŚANÊN NAyê da derket.

Di kovara Avestica-Medica da bi taybet û gis̰tî lêkolîn û gotarên di derbarê Medan da û têkiliya wan ya bi Kurdî û Kurdan va girêdayî hatin belav kirin.

Di kovarê da bi giśtî Med u zmanên Medî miźarên sereke nee, weke nimune:

‣ *váčahi *mādā́nām “Dengên/Zmanên Medan”, Beyhanî S̰ahîn................34

‣ Māda- “Med, Medya, Medî”, Beyhanî S̰ahîn ............................................37

‣ Di Farsiya Kevin Da C̰is̰tên Zmanê Medî, Beyhanî S̰ahîn ........................50

‣ Med. *hizbā́-n- “zmaan”, Beyhanî S̰ahîn...................................................54

‣ Med. *spa-ka- “kuc̰ik, spee, kutî”, Beyhanî S̰ahîn ....................................63

‣ Pêvekeke Taybet:

‣ Eine Etymologie über die Herkunft des Avesta ← *apas-tā-ka- “(heiliges) 

Werk”, Beyhanî S̰ahîn ................... 72


Li ser berga paśiyê helbesteke bi zmanê Medî hatiye bʼ cî kirin:

[ āzātāh spakāh “kuc̰ikên rayî” ]

*…

druu̯āh narāh

zari-gau̯ša-bārāiš ǰani̯ah_čā̆

hazahrāhas_čā̆ ʰaspa-barāh

huu̯īrās_čā̆ pastai̯as_čā̆

āzātās_čā̆ spakāh

utā̆ zi ʰai̯u̯ah r̥zifi̯ah asmani

gāi̯anti_tu̯ā.

Srudī gau̯šāiš vahišta!


“…

Mêrên c̰ak

Û jinên bi guharkên zêrîn

Û sîwarên bi hezaran

Û gernas û les̰kerên peya

Û kuc̰ikên rayî

Û heyloyê li ezmên

Te distrên.

Guhdarî bike bi her du guhan yê bedewtirîn!”

                              C̰ileya 2006an, Zürich

                               Beyhanî S̰ahîn











Samstag, 15. Februar 2025

🎋 Gundê «Meymand» Yê 12.000 Salî



Gundê bi navê «Meymand» yê li baźarê Kermanʼê, li Roźhilata Kurdistanʼê, li nêzzîkî Šahr-e Babakʼê yee u ciyekî pirr bi taybet ee.

Li dor 12.000 salan kevin ee u vê gavê 350 malên śkeftî tê da hee nee.

Hindek mal berî 3.000 salî hatine ćêkirin. Di van malan da perće-reliyefên 6.000 salî li paś mane.

Her weha di van malan da agirgehên Zerdeśtʼî źî hatine dîtin.

Tevî zehmetiyên diźwar yên źiyanê hîna źî li dor 100 kesî li vî gundî diźîn.

Ligorî ragiyandinan gundiyên li vî gundî zmanekî pirr cihê bi kar tînin, îhtîmalen zmanekî Medî/Kurdî yê kevinar.

«Meymand» ne tenê gundekî balkêś ee, her weha muzeyeke zindî ya bi hezaran salan ee, ku hîna źî dîrok tê da nefesa xwa hildide u dide.

Bi hêviya ku medyaya Kurd li ser vî gundê efsaneyî belgefîlmekê amade bike.



Wêne

































Donnerstag, 6. Februar 2025

Kovara «Medica-Kurdica»


Wextekî drêź di ser ra derbaz bu.

Va yee ez dîsan bi nućeyeke din vegerriyam.

Mîna ku min di sala 2024an da weśana ćar kovarên akademîk u zanyariyî ragiyandî bu u di îlona 2024an da źî weśana kovara Avestica-Kurdica 1 dest pê kirî bu, vê gavê dê kovara Medica-Kurdica 1 di 1ê gulanê da derkeve.

Kovar dê dîsan li Îzmîrʼê di nav WEŚANÊN NAyê da ćap bibe.

Nivîsa danasîna kovara Medica-Kurdica 1 ya źibo medyaya Kurd-î ev ee ez li źêr parve dikim. 


                             * * *


Kovara Akademîk “Medica-Kurdica” 

Pis̰tî hejmara yekem ya kovara Avestica-Kurdica 1 îcarê dê di 1ê gulana 2025an da hejmara yekem ya kovara Medica-Kurdica di nav Wes̰anên NAyê da derkeve.

Ev kovar jî bes̰eke projeya ji c̰ar kovarên akademîk ee. Di îlona 2024an da me cara yekem bi kovara Avestica-Kurdica 1 dest bi wes̰anê kirî bû:

(1)  Avestica-Kurdica (dê bi giranî li ser zman, c̰and, dîn û wêjeya Avestî û Kurdî bisekine)

(2)  Arica-Kurdica (dê bi giranî li ser zman, c̰and, dîn û wêjeya Arî û Kurdî bisekine)

(3)  Medica-Kurdica (dê bi giranî li ser zman, c̰and, dîn û wêjeya Medî û Kurdî bisekine)

(4)  Wêjebêj & Bêjebêj (dê bi giranî li ser bingehên wêje û dengbêjiya dîrokî ya Arî û Kurdî bisekine)

Kovar jibo hemî akademîkerên ku lêkolînên zanyariyî dikin û dixwazin di kovareke akademîk da bidine belav kirin û bibin rêwiyekî/e vê rêwîtiyê, vekirî yee. Gotar ango lêkolînên ku xwadî krîterên gotî yên akademîk, zanyariyî û zmanî nee dê di nav kovaran da werin b’ cî kirin. Gotar û lêkolînên ku method û krîterên akademîk danagirin û di warê zmanî û zanyariyî da ne kamil inn û kêmasiyên ne rewa di nav xwa da digirin, dê di kovaran da neyên b’ cî kirin.

Rêvaberiya gis̰tî ya her c̰ar kovaran WES̰ANÊN NA ango Berfo Barî dike. Têrêseriya ango edîtoriya kovaran îndo-ewrupîst, îndo-îranolog û avestolog Beyhanî S̰ahîn dike. 

                            * * *


Samstag, 30. November 2024

«Avesta 4 - Destnivîsên Orîjîn: Yašt»


Piśtî cîlda

«Avesta 3 - Destnivîsên Orîjîn: Videvdad»

źi berî ćend roźan cîlda

«Avesta 4 - Destnivîsên Orîjîn: Yaśt»

źî źi ćapê derket u gêhiśte Baśurê Kurdistan'ê.

Ev cîld źî di nav WEŚANÊN SZKê da da derket.

Vê gavê SZK bi van cîldan beśdarî Fuara Pirtukan ya li Silêmanî'yê buye.

Dê kengê bikare bigêhiźe Bakurê Kurdistan'ê, hîna ne zelal ee. Mixabin źibo derbazkirinê pirsgirêkên siyasî rê li ber digirin. Dîsan źî dibe ku bikare vê mehê bigêhiźe Bakur.

Ligorî ragiyandina SZKê ev her du cîldên dawiyê bi kalîteyeke baśtir hatine ćap kirin.

9 heb cîldên din dê di sala 2025an da ćap bibin.

Helbet bi hêviya ku pirsgirêkên nexwaś dernekevin u karê ćapê asteng nekin.

Lê em dest źi hêviya quzulqurt bernedin.


Pîvanên Pirtukê:


Drêźî:   23.8 cm

Frehî:   16.8 cm

Reng:   rengîn

Drutin:   herê

Berg:   cîld, rengîn

Rupel:   758

Kaxiz:   kuśe, spî (100 gram)

Giranî:   ?










 






 






Samstag, 2. November 2024

Źi Zerdeśt heta Nietzsche



Em carekê bala xwa bidine Nietzsche.

Di pirtuka «Avesta 2 - Destnivîsên Orîjîn: Yasna»yê da bi kurtî źî bibe, min lêkolîneke bi qasî yazdeh rupelan di derbarê bandora Zerdeśt ya li ser Nietzsche u felsefeya wî da bʼ cî kir.

Bêguman ev miźara hanê yeke pirr freh ee u divêt meriv ćend salan tenha li ser vê bandor u têkiliyê bixebite u cîldeke zanyariyî u taybet amade bike.

Yek, divêt źiyana Nietzsche bi hemî hurgiliyan were vekolîn.

Du, divêt hemî nivîsên wî yên ku hîro li pirtukxaneya Nietzsche têne hewandin, pirr bi baldarî werin têxwandin (îng. study).

Sê, divêt hemî deverên ku Nietzsche lê maye, lê źiyaye, yek bi yek werin raćav kirin. Helbet divêt meriv demsalên ku Nietzsche li wan herêman maye źi bîr neke. Di heman demsalan da dîtina wan herêman, hetta hetta mayîna li wan herêman, pêdiviyeke zerurî yee ... 

Min ev lêkolîna kurt hîro di «academia.edu»yê da weke PDF belav kir. Hêvî ew ee ku, hîć nebe bila bi teśeya xwa ya dîźîtal bigêhiźe ber destê Kurdan.

Ev PDF dikare di bin vê lînkê da were vekirin:

https://www.academia.edu/125232151/Zara%CE%B8u%C5%A1tra_ligel_Nietzsche

Beśeke kurt ya destpêkê:

«§ 95.1. Friedrich Wilhelm Nietzsche (Röcken, pm. 15.10.1844 – 25.08.1900 Weimar) di derbarê felsefeya Nietzsche[1] û mirov Nietzsche da ez ê bêguman nekarim rahêjim wêrekiyeke ji derî sînorê. Felsefe û wêjeya Nietzsche jî wekî Nietzsche bi xwa pirr bi kompleks û hessas inn. Di vê kurtenivîsa di derbarê Zaraϑuštra- û Nietzsche da ez dil dikim ku balê bidim ser c̰end bareyên nas.

Nietzsche philologekî tiretuj û pirr jîr yê di serdema xwa da bû. Tevî ku Nietzsche wekî philologekî dest bi nivîsînê kiriye jî, di nav demê ra bi zêdeyî xwa wekî philosophekî dîtiye. Haya Nietzsche ji zman û lîteretura Yunaniya Kevin pirr bas̰ hee’bû. Stîla wî ya hês̰bar û lîrîk, ya prozayî û helbestî ya di Also Sprach Zarathustra da Nietzsche di asteke xewnar da b’ cî dike.

Nietzsche bi felsefeyeke sîstematîk ra nebiliye ...».





[1] Friedrich Wilhelm Nietzsche, Röcken 15.10.1844 – 25.08.1900 Weimar. 


Dienstag, 22. Oktober 2024

"Avesta 3 - Desnivîsên Orîjîn: Vīdēvdād"

 

Źi piśtî demeke drêź cîlda 3em ya Avestaʼyê berî du heftan di nav Weśanên SZKê da derket.

Lê heta ku bigêhiźe navenda SZKê dê pićekî din wext bigire. Dibe ku heta dawiya vê mehê pirtuk bigêhiźe Baśurê Kurdistanʼê. Li ku hatiye ćap kirin nizanim, îhtîmalen li welatekî li Esyaʼyê. Bêguman źibo ćapê du xalên girîng hee nee:

(a)   Yek bihayê ćapê u 

(b)   Yek źî têćakiya (kalîteya) cîldê yee.

Di warê kalîteyê da SZK bi zanîna min pićekî hessas tevdigerre. Tevgerreke di cî da yee u divêt weha źî bibe ango bibuya.

Bi vî hawî em gaveke din pêśta ćunn. Bi hêdîka źî bibe, gav gav ee.

Ev destnivîsên orîźîn yên Vîdêvdadʼê di sala 1323yan da hatine kopye kirin. Lê kê kopye kiriye nayê zanîn. Vê gavê destnivîs li ba «Bombay University Library»yê têne hewandin. 

Her weha berî heftekê cîlda 4em ya Avestaʼyê źî źibo ćapê hate śandinn, ango:

 “Avesta 4 - Destnivîsên Orîjîn: Yašt”

Dibe ku heta destpêka meha 12em źi ćapê derkeve.

Heger ti pirsgirêk dernekevin, dê bikare heta havîna sala 2025an ev hemî 13 cîld bi temamî ćap bibin. 


Ez li źêr beśeke kurt ya źi cîlda Vîdêvdadʼê parve dikim.




Rupela 42 ya cîldê:




Pîvanên pirtukê:

Drêźî: 23.8 cm
Frehî: 16.8 cm
Reng: rengîn
Drutin: herê
Berg: cîld, rengîn
Rupel: 952
Kaxiz: kuśe, spî (100 gram)

Giranî: ?





Rupeleke destnivîsên orîźîn ya Vīdēvdād’ê:





Źiber ku Zerdeśt di Avesta'yê da weke "manthran" ango "dengbêź" źî tê bi nav kirin, hîć nebe em bi vê mebestê guhê xwa bidin neviyê neviyê neviyê Wî Śakiro'yê bi deng u hunera xwadayî:


Śakiro: “Mîr Beg”







Mittwoch, 11. September 2024

Kovara «Avestica-Kurdica»


Bi dehan sal di ser ra derbaz bunn.

Hîna di destpêka salên nodî da niyaza kovereke bi giśtî Kurdî li ser zimannasiya dîrokî rêk u pêk dest bi weśanê bike, di min da ćêbuyî bu.

Lê bi dehan salan paśê ew kovar derket.

Sosret ee, kovar tenê bi lêkolîna min ya di derbarê peyva “Avesta” da hate ćap kirin. 

Bêguman nebuna zmannasan u beśnasên din yên akademîker bu sebeb ku em bi vî hawî dest pê bikin.

Źiber ku raśtiya me Kurdan bi têra xwa tahl ee, divêt meriv li pey xewnên vala wextê xwa berhewa neke. Bi dibêtiyeke mezin dibe ku ev kovar (bi tevî sê kovarên din) tenê bi lêkolînên min were ćap kirin.

Ev kovara “Avestica-Kurdica” di 9ê vê meha îlonê da ango pêr źi ćapê derket. 

Doh ango 10ê îlonê źî gêhiśte navenda Weśanên NAyê.

“Avestica-Kurdica” kovareke bi temamî Kurdî u perćeyeke proźeya “ćar kovarên” akademîk û zmannasiyî ya din ee, ango:


(1)   Arica-Kurdica

(2)   Avestica-Kurdica

(3)   Medica-Kurdica

(4)   Wêźebêź & Bêźebêź

Dê di her śeś mehan da kovarek were amade u belav kirin.

Dê di her ćar kovaran da pîvanên zanyariyî u akademîk yên navneteweyî werin bʼ kar hanîn, daku em bikarin method, naverok û têgeheke zanyariyî ya giśtî bi zmanê Kurdî di nav hiśmendiya takekesî û civata Kurdan da ava bikin.

Zmanê Kurdî yê lêkolîn u gotaran divêt di asteke bêkêmasî da bibe.

Di vê heźmara yekem ya Avestica-Kurdica yê da tenê lêkolîna min ya bi sernavê “Avesta” bʼ cî digire, ango bêźenasî, dengnasî u watenasiya peyva “Avesta” bi tevî hurgiliyên xwa yên girîng yek bi yek tê da hatinn vegotin. 

Rêvabiriya giśtî ya kovarê Weśanên NAyê (Berfo Barî) û têrêseriya/edîtoriya kovarê źî ez ê (weke îndo-cermenîst, îndo-îranolog û avestolog) hildim ser xwa.