Freitag, 31. Dezember 2010

*Bêźeyên Kuśtî Derman Dikim*

Ez hîro heta niha źî qet derneketim der.
Daxwaza ku derbikevim der qet ćênebu. Loma źî ez li malê mam.
Ez ê di seet sisiyan da dest bi sporta xwe ya roźane bikim.
Lê źibo vê źî ez ê bi bez derbikevim der u berê xwe bidim Fluntern’ê.
Źibo hîro hêvarê ez źi hêla xizmekî min va hatim dawet kirin. Di raśtiyê da źi derî ćend kesên źi malbata min yên ku li Ewrupe’yê belav bune, kesekî min li van derina tun e.
Vê hêvarê di seet śeśan da ez ê herrim mala xizmê xwe.
Ango ez ê bikanî bibim dîsan ćend xwarinên bi tam u lezîz bixwim. Êêê, hun ê ći bikin, ku mirov bi xwe nekaniya xwarineke xweśik ćêbike, ćavê mirov hertim li der dimîne.
Henek-menek li ciyekî din, bila xwedê qet nebibe hîro bi têra xwe xwarinên efsunî bide hemî kurdan, bila di sala nuh da wan tenê nehêle u hesreta wan ya źibo zimanê kurdî tas bi tas hênik bike.
Bila sala 2011an bibe sala azadiya zimanê kurdî yê di bin zilm u zordariya tirk, ereb u farisên bê wîźdan da.

Ma wekî din ez ći dikanim źi sala nuh bixwazim, bi xwedê ez nizanim.
Ê heger min bizanî bibuya ći dibu?
Hîć!
Loma źî ez dixwazim bi śîîreke xwe dawiya vê salê bînim u bi «hêvî u heyacaneke kurdîn ya bi zimanê kurdî» xwe noqî sala tê bikim.


Bêźeyên kuśtî derman dikim

Bê xewiya min
ne źi ketina tayê u
ne źî źi bextreśiya min tê.
Ez źi xewnên xwe
revî-revî
derketim u hatim.

Di revokiya xewnên xwe da
heta serê sibehê
ez bêźeyên kuśtî derman dikim
ez ê
hêlan bi hêlan di berbangê da
xwe pê bikêlim.

Zürich/Swîsre

Donnerstag, 30. Dezember 2010

Roźeke Gelekî Sade

Min hîro hemî dema xwe bi xwe ra derbaz kir. Źiber dema Ceźna Paskalya u Sersalê gelek cih ketine tatîlê, kes kar nake.
Lê ez źî bi kesên din va girêdayî me. Yanî karê min u yên kesên din bi hev ra girêdayî ye. Ku wan tatîl kir, bixwazim yan źî nexwazim, ez źî meźbur im ku bi wan ra bikevim tatîlê.
Hîro min źi derî kirrîna źibo dawiya heftê, sporta xwe ya roźane pê va tiśtekî din yê aktîf nekir.
Gabriel berî du roźan ću Emerîka’yê źibo des/deh roźan.
Hîro źî Maura bi hevalê xwe Jonathan ra bi erebê va berê xwe daa Engadin’ê. Bawer dkim ewê qendî ćar-pênc roźan li Engadin’ê bisekinin.
Vê gavê mal tenê źi min ra maye.
Ya raśt, heger ez bibêźim ev kêfa min nayîne, dê bibe derewekî bê binî.
Carcarina di malê da tenê mayîn, aramiyeke din ya mesudane dide mirov.
Rooź/tav hîro źî derneket. Lê dîsan berf u śilî źî nebariya. Hewayeke nerm xwe li Zürich’ê li ba dike.
Berfa berî ćend roźan hema hema bi tevavî heliyaye.
*
Di nućeyên roźane da tê gotin ku, li Kurdistan’a bakur śaredariyên di destên kurdan da ketine nav hewldaneke guregur u dest bi amade kirina tabeleyên du-zimanî kirine.
Lê li hêla din źî dewleta tirkan ya niźatperest u faśîzan gefan li kurdan dixwe. Bi hezar u yek lîstik u fêlbaziyên osmaniyan dixwaze ku ćavên kurdan bitirsîne.
Ez dibêźim ev demên bi «śîr u śekir» derbaz bun u ćun berdîberdayî.
Hêdî bila hindikî źî ćavên tirkan bitirse.
Aniha kurd li ser sînora tune bunê ne, źi vê pê va tiśtê ku bikanî bibin handa bikin źî, nîn e.
Loma źî divêt tirk hindikî li ber keyf u sefaya xwe ya li ser piśta kurdan bikevin, dibe ku ev demên bi zewq u śefq hêdî zêde dirêź nehaźon.

Mittwoch, 29. Dezember 2010

Rehetiya Vê Heftê U Meśa Du-zimaniyê Li Wan’ê

Vê heftê heta niha zêde kar ćênebu, ango her tiśt bi hewayeke rehet derbaz bu.
Źi doh va ye ku hewa źî hindikî nerm buye. Berfa ćend roźên dawiyê vê gavê bi hêdîka dihele. Ćend roź in ku rooź/tav li ezmên xuya nabe.
Li gorî nućeyên hewayê, ewê dawiya vê heftê carcarina rooź źî derbikeve. Lê di germayiya hewê da źî ti guhartin xwe nîśan nade. Berf źî ewê nebare.
Min hîro navberak daa sportê.
Bi destura xwedê ez ê sibeh dîsan dest pê bikim.
Ya raśt bezîna li ser berfê carina merî aciz dike. Bi taybetî źî gava cemed li ser erdê ćêdibe.
Gava hewa bi vî hawî berbat sar dibe, hêdî derfeta ku bikanî bibim herrim bîskîlet haźotinê źî namîne.
Zivistanan haźotina bîskîletê gelekî bi xeter e. Loma źî divêt merî pirr bi baldarî tevbigere. Gelek bobelatiyên mezin dikanin ćêbibin.
*
Hîro li Wan’ê, li Plaza Śîn’ê meśek li dar ketiye. Di vê meśê da parlementerê Partiya Aśtî U Demoxrasiyê (BDP) yê Wan’ê Özdal Üçer gotiye: «Em dixwazin wekî tirkan bi ziman u nasnameya xwe biźîn».

Li gorî nućeyeke din ya di Aknews.com’ê da, tê ragiyandin ku śaredarê Wan’ê Bekîr Kaya di axaftineke xwe da gotiye «Ev ziman zimanê xelkê me ye, xelk vî zimanî fêm dike. Heger em xizmetên xwe bi vî zimanî bidin, dê him bo gelê me him źî bo karmendên me hêsantir u bi sudtir bibe. Li vî baźarî kurmancî bi awayekî berbelav tê bi kar hanîn. Lewra me biryar da ku em xizmetên xwe bi zimanê kurdî pêśkêś bikin.».

Źiber van hegeran e ku śaredariya Wan’ê dest bi dardakirina tabeleyên bi zimanê kurdî u tirkî kiriye, źibo ku bikanî bibin xizmeteke baśtir di avahiyên xwe yên śaredariyê da bidin.
Bê śik ciyê kêfxweśiyê ye.
Divêt hemî śaredariyên di destên kurdan da xwe li giraniyê daneynin u bi lez derbazî vê kiryarê bibin.
Źiber ku her deqqeya ku dibuhure, źi kîsa zimanê kurdî terre, zimanê kurdî hindikî din nêzîkî mirinê dike.
Loma źî luksa me ya ku bipên, tun e.
Yanî luksa payînê ewê bi xwe ra mirina dawiyê bîne u ewê wê bi eśq u zewq bike paśila me ya xewar.

Dienstag, 28. Dezember 2010

Kurdî Bi Persmanan Źi Mirinê Xelas Nabe!



Ev e, demek e ku di derbarê zimanê kurdî da hindek tiśtên balkêś dibin. Bê guman pirsgirêka zimanê kurdî bi ćend gavên bićuk nikane were ćareser kirin, źiber ku mesele bi xwe pirr kur e.
Birîna bi sedan salan hêdî îltihab girtiye, ti derman źî nikane vê gavê wê haś bike.
Digel zimanê kurdî dîsan hemî pergalên ku bi kurdan u Kurdistan’ê va girêdayî ne, tevda hatine qedexe kirin. Coxrefyeya Kurdistan’ê bi destê diźminên milletê kurd hatiye parî bi parî kirin.

Źi roźa ku van dewletên dagirker u milletên barbar li ser hebuna zimanê kurdî, li milletê kurd u Kurdistan’ê dest bi zordariyê kirine u vir va, xelkê kurd rabuye ser piyan, li ber xwe daye.
Di riya serxwebunê da kurdan qurbanên mezin dane heta hîro.
Bi dehan, hetta bi sedan caran daketine qada śêr, bi bawerî u îman śer kirine.
Hîn źî vê yekê dikin.
Lê mixabin ku li pêy ewqes berxwedanan u qurbanan, hîn źî zêde tiśt di destê me kurdan da tun e, heger em baśurê Kurdistan’ê li derî vê yekê bihêlin.

Li Kurdistan’a bakur tirkên niźatperest tevî hebuna me, dîsan navên gund, ćiya, ćem, navće u baźarên me, navên zarokên me źî źi binî va guhertine u kirine tirkî.
Mirov ewqesî dikane bibe barbar u diźminê milletekî bê guneh.

Hîro di qaneleke tirkan da wezîrê karubarên hundur yê Tirkiyê, Beśîr Atalay gotiye: «Gundên ku dixwazin navên gundên xwa bi śun da bigirin, dikanên vê yekê bi referandumekê pesend bikin u serî li dezgehên dewletê yên berpirsiyar bidin. Bivêt-nevêt ewê dawiya dawîn ev daxwazname werin ser maseya min u ez ê źî îmze bikim, ango qebul bikim».
Hun dibînin, ne wilo? Bi zorê her tiśtê me kurdan talan kirine bêyî ku źi me bipirsin, lê niha źî dibêźin herrin referanduma xwa bikin u werin cem min.
Dikin yan źî nakin, ew źî meseleyeke din e.
Lê camêr di bê edebiyê da serê lîstika dizzî źî nadin kesî.
Di kurdî da gotinek hee ye, dibêźe: «Ruvî źê ra pelul ćêkir».
Ma ćima ku?!

Anegorî nućeyeke din, tê gotin ku li navćeya Ćinar’ê ya girêdayî Amed’ê Kurd-Der u BTP ćune ziyareta dikandarên kurd, lîsteya fiyetên malên wan yên bi kurdî u tirkî li wan belav kirine. Źi wan daxwaz kirine ku hêdî ligel dan u standinê tenê zimanê kurdî bi kar bînin.
Vê yekê gelekî kêfa dikandaran haniye, dibêźin.
Raśt yan źî derew, ez bi xwa nizanim, dibêźin li navćeya Ćinar’ê źixwa herkes bi kurdî dipeyîve.




Montag, 27. Dezember 2010

Kemalîstên Faśîzan U Kurdên Qeśmer

Di van roźên dawiyê da dewleta tirk u partiyên tirkan yên niźatperest ha ha hêrîśî zimanê kurdî dikin, propagandeya bi yekane buna zimanê tirkî dikin.
Partiyek źi partiyeke din bêtir li tembura xwe ya diźminîn dixe.
Mîna ku bi hev ra ketî bibin pêśbirkekê, di mîtîngên partiyên xwe da ći źi devê mirov dikare derbikeve, wê li paś xwe nahêlin.
Yek źi yê din bêtir xwe qiral dihesibîne. Xwe u partiya xwe xwediyê malê qebul dike.
Bi taybetî źî rewśa serokê CHPê Kilicdaroglu mirov pirr dide fikirandin.
Camêr bi esl u feslê xwe kurd e u źi Dêrsim’ê ye. Di serhildana Dêrsim’ê da xizm u kalikên vî deyyus u teresî źî bi hovitî hatine kuśtin u nefî kirin.
Lê mixabin ku teresê kemalîst Kilicdaroglu qet li xwe danayne.
Źi tirkan bêtir li hemberî doza kurdan ya herî rewa sor dibe, civata tirk ya niźatperest bi dil u can har dike, fît dike u daźoy ser kurdan.
Tehemula vî deyyusê kemalîst li hemberî zimanê kurdî hema hun bibêźin di bin dereceya sifirê da ye u hetta mirov dikane bibêźe ku cemidiye źî. Hêdî germayiya ti arî nikane cemeda vî teresê kemalîst bihelîne.
Kemalîstan tehrîbateke mezin di dil u mêźiyê vî zirmirovî da pêk hanîne.
Xwîna wî bi źehra kemalîzma faśîzan gemar kirine.
Hêdî ti derman nikane vî teresê kemalîst u faśîzan źi vê gemariyê paa/paqiź bike.
Loma źî divêt milletê kurd vê yekê baś bibîne, xwe careke din źi nuh va nede xapandin.
Divêt milletê kurd bi van teresên kemalîst u faśîzan ra her cure îttifaqê red bike, desturê nede ku hindek qeśmer bi navê kurdîtiyê van xwînmiźan bînin u bixin nav gund u baźarên Kurdistan’ê.
Di siyasetê da źî sînoreke sor he ye. Gava mirov źi wê derbaz dibe, hêdî ew ne siyaset bi xwe ye, haśa źi huzurê we, raśteraśt ehmeqî ye!

Sonntag, 26. Dezember 2010

Ćend Nućeyên Kêfxweś Źi Kurdistan’ê

Hîro li der hewayekî vekirî u sar hebu. Li ezmanê sayî roź dibiriqiya. Bi vê minasebetê min xwe hîro hindekî daa ber tavê u bedenê xwe germ kir.
Ligel beza hîro hewa li min pirr hiśk hat. Lê źiber tava li źorê źî min xwe zêde aciz nekir.

Di van roźên dawiyê da min di nućeyên medyaya bi kurdî da ćend tiśtên balkêś xwandin.
Di nućeyekê da li ser zewaca Erdal u Sebahat Alakuś hatî bu nivîsin. Zava u buk ćune śaredariya Sur’ê ya li Amed’ê u li wir mehra xwe bi zimanê kurdî birrîne.
Heger ez śaś nebin, ev cara yekem e ku mehrek bi zimanê kurdî tê birrîn. Tevgereke dîrokî ye. Loma źî ez buk u zavayê Kurdistan’î źi dil pîroz dikim u źi wan ra temenekî dirêź u bi hev ra hêvî dikim.

Li hêla din, li Cizîr’ê dikandarên kurdan dest bi nivisîna navên mêwe u sewzeyên xwe yên kurdî kirine. Źixwe mirov hew dikane fam bike, ćima di rewśeke wergî asîmîleker da kurd bi hemî derfetên xwe li hemberî vê bobelatiyê serî hilnadin, zimanê tirkên dagirker źi nav źiyana xwe navêźin. Lê ći dibe bila bibe, tevgera Cizîr’iyan qesî pirtukeke pîroz xwedî rumet u hurmetê ye. Divêt ev ćalakiya Cizîr’iyan xwe bi lez u bez wekî vîrus li her derê Kurdistan’ê, heta li her derê cîhanê di nav kurdan da belav bike.
Gelo ćima kurd źî wekî tirkan dibêźin «ćayê tirkan, qehweya tirkan u hwd.»?! Ma kê gotiye ku ev milkên tirkan in? Em źî baś dizanin ku heta berî ćend sed salan haya tirkan źi van tiśtan tune bu. Ma kebab źi Kurdistan’ê berbi roźavayê belav nebubu? Mixabin ku hîro li her derê cîhanê kebab wekî milkê tirkan tê nas kirin, bi zêdeyî źî saya kurdan.

Her husan îmamê li gundê Nala Îsheq’ê yê li Cizîr’ê dest bi xwandina xutbeyên kurdî kiriye roźên îniyan. Li gorî ragiyandinên nućeyan, gelek kes źi gundên din dićune gundê Nala Îsheq’ê, źibo ku bikanî bibin bi kurdî guhdariya xutbeyan bikin. Xelkê li derudorê kêfxweśiyeke pirr mezin nîśan daye.

Bê guman ev hemî ćalakiyên hêźa u dîrokî mirov dixin nav heyacaneke mezin. Lê mixabin ku derdê me pirr mezin e, em bi van ćend ćalakiyên awarte u bićuk nikarin rê li ber tune buna zimanê kurdî u neteweya kurd u Kurdistan’ê bigirin. Vê gavê źî śansa me berbat xuya dike. Loma źî divêt kurd li benda ti tiśtekî nemînin, źi dewleta barbar ya tirkan hêviyên mezin nekin u bi lez «dest bi karê xwe yê mîllî» bikin.
Ziman ne tov e ku mirov bikanî bibe źi nuh va bihafirîne.
Ku ću, hêdî milliyet źî millet źî pê ra av bi av ću.

Samstag, 25. Dezember 2010

Ceźna Paskalyayê Ya Li Ba Malbata Maura’yê

Di van roźên dawiyê da qet berf li ser erdê nemayî bu. Hewa bi têra xwe germ bubu.
Lê źi doh sibehê va ye ku dîsan berfê dest pê kiriye. Heger ez śaś nebim, heta vê gavê źî qet navber nedaa. Aniha li ser erdê dîsan qendî 10-15 sentîmêtroyan berz/bilind buye u hînê źî dibare.

Min doh nekanî tiśtekî binivîsînim. Li Ewrupê ceźna paskalyayê ya filehan hebu. Keća Swîsre’yî Maura ya ku bi tevî min u Gabriel di heman malê de rudine, ango tevrunera me Maura’yê ez źibo ceźna paskalyayê dawetî mala dê u bavê xwe kirim.
Maura di vê meha dawiyê da gelek caran źi min pirsiya, xwast ku ez werim mala wan u dema ceźna paskalyayê bi tevî wan derbaz bikim.
Dawiya dawîn min berî heftekê źê ra got «temam kećê, ez ê werim ellawekîl».
Loma źî doh hêvarî ez di seet 18:15an da źi malê derketim u ćum. Śansa min e, îcar tram dereng hat. Źiber vê yekê min trêna xwe ya berbi Zug’ê bi dereng mayîna deqqeyekê revand.
Min berê xwe daa tabeleya seetên trênan u dîî ku ev e di perona 53an da heta sê deqqan ewdê trêneke din rabibe. Têrmaśê, perona 53an źî źi ciyê ku ez lê desekiniyam ćend sed mêtro dur bu.
Bivêt-nevêt min dest bi bezê kir.
Ez di wextê xwe da gêhîśtim trênê. Lê źiber ku wextê min źibo bîlêt kirrînê nemayî bu, min li ber dêrî źi kontrolvan pirsî, ka ez di trênê da źî dikanim bîlêta xwe źi wî bikirrim yan na.
Wî pêśta kêfa xwe nîśan neda, got ewê deh frankî bihatir bibe u paśê źî got:
- Temam, de derbaz bibe, em hîro tiśtekî awarte bikin, lê tenê źibo hîro haaa.

Min spas kir u ez derbazî nav trênê bum.
Lê îcar źî trên di wextê xwe da ranebu. Qesî heyśt deqqan payî. Paśê kesekî din źî bi karteke di destê wî da hat u źi kontrolvanê li der hindek tiśt pirsiyan u paśê źî derbazî nav trênê bu. Piśtî ćend deqqan hêdî trên rabu. Kontrolvan hate vagona me, pêśta źi kesê din ra bîlêtek birriya. Paśê hate cem min u bi dengekî bilind u kenn got:
- Weylooo, tenê du kes di vagonê da he ne, lê bîlêta herduyan źî tun e.

Min uzra xwe źê xwast u got:
- Mixabin ku tram dereng maa, loma źî min trêna din revand u bi zorê xwe giyand vê derê.

Ez ê berbi Zug’ê bićuma, ya raśt li stasyona Rotkreuz’ê ya li paś Zug’ê ez ê dabiketima. Kontrolvan źi min ra got, em ê di seet 19:20an da li wir bin.

Paśê min telefonî Maura'yê kir. Ewê bihatina ez źi stasyonê bi erebê bigirtima. Piśtî ćend ceribandinan Maura derkete telefonê u min wextê gêhîśtina trênê źê ra got.

Gava ez źi stasyonê daketim, Maura u birayê wê Remo li benda min bun. Em di pênc deqqan da gêhîśtin malê.
Źi derî me dîsan li malê hevalê Maura'yê Jonathan, xwang, dê u bav, du dapîr u du kesên din yên źi malbata wê źî li wir bun.

Bi lez qedehek śempenyayê dan min. Piśtî ćend deqqan źî gotin, de rabibin em derbazî maseyên xwarinê bibin.
Du maseyên mezin hatî bun amade kirin. Yên ciwan li hêlekê u yên bi sal źî li hêlekê runiśtin.

Źibo xwarinê «fondiya bi gośt» ligel seleteya kartof, nîsk u sewzeyê hatî bu amade kirin.

Gelek gośtên cure bi cure hatî bun parî bi parî kirin. Ev gośtên parî bi parî li ser du sîniyên mezin hatî bun raxistin. Źi gośtê semasî, masî, dewar, golik, pez, beraz, kêćî zeryayê (Krevette) bigirin heta kibarikan, hemî li ser sîniyên gewre hatî bun rêz kirin.

Piśtî xwarina me ya bi tam, îcar herkesî diyariyên ku źibo hevdu kirrî bun, li hevdu belav kirin...
Paśê birayê Maura'yê, Remo, ez u Jonathan’ê źi Teksas’ê heta Zürich’ê bi erebeya xwe hanîn, źiber ku me trêna xwe revandî bu.

Kêfa min gelekî bi malbata Maura’yê hat. Bavê Maura'yê Roland u diya wê Regula serkirasekî xweśik, baś u sorik yê sportê diyarî min kirin. Ez bawer dikim, divêt Maura'yê źi wan ra gotî bibe ku ez wekî kesekî profesyonel bi sportê miźul dibim. Ez bi bavê Maura'yê ra demeke dirêź li ser sportê, rewśa kurdan u Kurdistan’ê peyîviyam... Di vê navê da carekê xwanga Maura'yê Meret hate ref min u bi kurmancî źi min ra got:
- Tu kurmancî dizanî?
Min got «herê. Ma tu źî dizanî?». Wê źî got «herê».
Li gorî gotinan źi hevalekî xwe yê kurd hîn buye. Bi raśtî źî kêfa min pirr pê hat gava min ev ćend peyvên bi kurmanciya reben źi devê wê bihîstin. Li gundekî Swîsre’yê, kećeke Swîsre’yî źi min bi kurdî dipirse, ka ez bi kurmancî dizanim yan na. Xwedêyooo, bi dîn u îman tu mezin î lo.

Seet 00:20an em li stasyona Zürich’ê daketin. Paśê ez bi tramê heta seet 00:45an hatim malê.

Donnerstag, 23. Dezember 2010

Roźbuna Hevala Min Janny :-)

Min hîro hêvarî bi zêdeyî wextê xwe li ba Janny derbaz kir.
Hîro roźbuna hevala min Janny, yanî keća cîrana min ya pênc salî bu. Ewê hîro îśev bikeve śeś saliya xwe.

Gava ez hêvarê vegeriyam malê, deriyê cîrana me vekirî bu. Loma źî Janny ez dî(ti)m u bi bez bi ser min da hat u destê min pêgirt, xwast ku min bikiśîne hundir u tiśtekî nîśanî min bide.
Źiber ku di destê min da turika kirrînê hebu, min bi hezar gotin u ricayan Janny u xwanga wê Manon daa sekinîn, soza ku ez ê heta ćend deqqan śunda vegerim ba wan, wan destur da min.
Helbet haya min źi roźbuna Janny hebu.
Loma źî min hîro źê ra werdekeke kesk kirriya, źibo ku ez vê hêvarê wê bidim Janny.

Piśtî ku ez hatim malê, min bi lez diyariya Janny bi baldarî pêća, ćîkoleteyek u di nav turikekê da źî hindek guz, mandalîn u porteqal xistin nav hevdu.
Paśê min hemî bi tevî hev kirin nav turikeke din ya mezin u ćum roźbuna hevala min Janny.

Janny bi bez hat turika źi destê min girt u diyariya di nêv da derxist u lê mêze kir.
Kêfa Janny bi werdeka kesk pirr hat.
Bi werdekê di destê wê da ha ha bi vir u wir da dest bi bezê kir. Her ćendî min got ez werdeka xwe śunda dixwazim źî, Janny qet kêfa xwe xera nekir u źi min ra got:
- Diyarî diyarî ye, bi śunda nayê girtiiin.

Di vê roźbuna Janny da źi derî min xwanga wê Manon, dê u bav, dapîr, xaltîk u hevalê wê Kay pê va kes tune bun.
Ez qesî sê seetan li ba wan mam.
Bavê Janny Fabian her li odeya Janny źê ra źi textan ciyekî bilind ćêdikir, źibo ku Janny bikarî bibe li ser bilîze u rakeve, li bin źî maseya xwe dayîne.

Dawiyê diya Janny Gabi xwarina hêvarê ćêkir. Lê mixabin ku min nekarî bi wan ra bixwim, źiber ku min seetek berê li malê xwarina xwe xwarî bu u qet birćîtiya min źî tune bu.

Paśê min źi wan ra nośîcan got u derketim ser nerdîvanan. Yanî ez berî nîv seetî dîsan vegeriyam mala xwe.

Mittwoch, 22. Dezember 2010

Erebheziya Xêro Abbas

Carina mirov xwe bi xwe ra dibêźe, em kurd ti carî îflah nabin.
Bê guman sedemên vê yekê gelek in. Bi hezaran, bi deh u sed hezaran sedemên cihê he ne.
Mirov di nav van sedemên ku bi sedan salan e di nav civata kurd da cih bune da, nizane ku źi ku dest bi derman kirinê bike.
Pirsgirêkên ku di nav civata me kurdan da he ne, bi śiklekî din u cihê di nav civatên xelkên din da źî he ne. Lê yên me hêdî derbazî asteke pirr cîddî bune u zirar u ziyaneke mezin didin neteweya me.
Bi dêhna min bibe, kêmasiya me ya herî mezin u bêbext, nebuna hevotin u perwerdeyiyeke mîllî ya bi zimanê dayikê ye, nebuna dezgehên mîllî yên ku neteweyekê li ser piyan dihêlin, e. Neteweya ku di nav xwe da dezgehên xwe yên millî pêk nehaniye, destur nedaye wan ku bi heśkere diyîn u nêrînên xwe yên dezgehîn u śexsî bînin zimên, nikane li hemberî pirsgirêkên heyî u yên ku ewê derbikevin, ćareseriyên mentiqî u bi sud bibîne.

Min berî do roźan di Lotikxane.com’ê da li ser Kongreya PDKê nivîsek xwandî bu. Di vê nivîsê da her weha li ser tevgerên muzîkźenê kurd yê nas Xêro Abbas źî dihate sekinîn. Nivîskar dubendiya ku ligel Xêro Abbas hebuye, li gorî dêhna xwe radixist ber xwîneran. Di wê gotarê da du navnîśanên di Youtube’ê da źî wekî ćavkanî dida.
Di śahiyekê da (li ku?) Xêro Abbas heta ku źi qirika wî derdiket, bi dengekî bilind, bi kurdî u erebî digot: «Reîs Baśar, Baśar Esad serokê me ye źî ... Heger pêwîst bibe, em ê dîsan xwîna xwe źibo vî welatî (Suriye’yê) biriźînin, him źî li herî pêśiyê ... Suriye welatê herî xweśik e ...» u gelek gotinên din yên berbat u lanet.

Ez źi xwe dipirsim, ćiton dibe ku muzîkźenekî kurd radibe u pesna kuźer u xwînmiźê xwe źi dil dide, nola hindek kemalîstên kurd yên śarlatan u bê wîźdan u îman?
Min źi ćend stranên wî gelek hez dikir. Lê aniha ev stran źî li ber ćavên min reś bun u ćun.
Vê gavê nizanim, ka ez ê careke din guhdariyê li wan kilaman bikim yan na.
Dibe ku bikim źî.
Lê ez bi van gotinên Xêro Abbas pirr hêśiyam.
Divêt Xêro Abbas uzra xwe źi milletê kurd yê bindest bixwaze.
Ćênabe ku yek źi nav me kurdan rabibe u li qewmê xwe yê birćî u tazî lanetên veha bê pîvan bike.
Welle źî têśîne u bille źî têśîne.

Dienstag, 21. Dezember 2010

Hîro Źî Hat U Ću

Ez hîro di seet nehan da rabum. Piśtî ku min xuruniya xwe kir, ez heta seet des/deh u nîvan xebitîm.
Paśê ez rabum ser xwe, min kincên xwe guhartin, angô yên sportê li xwe kirin u derketim der.
Heger śaś nebim, ez hîro sibeh tenê qendî seetekê ćum bezê.
Gava ez hatim malê, seet yekdes/dewyek u nîv bu.
Diviya bu ez di seet 13:00an da li Klînîka Psîkiyatriyê bibuma. Hîro min ê dîsan werger bikira.
Loma źî źibo ku ez dereng nemînim, min bi lez dest bi antremena xwe ya bedenćêyiyê (bodybuilding’ê) kir.
Min di seet dudes/dewdudu u ćarîkê da (12:15) antremena xwe xelas kir u bi lez serê xwe śuśt, xwarinek di pênc deqqan da amade kir, xwar u di seet dudes/dewdudu kêm ćaryekê da źî źi malê derketim.
Di pêncdes/dewpênc deqqan da gêhîśtim karê xwe. Min heta seet pêncan karê wergerê kir u paśê dîsan vegeriyam malê.
Źiber ku li malê hindek kêmasiyên xwarin u vexwarinê hebun, ez dîsan di seet heyźdesan/dewheyśtan da bi turika di destê xwe da źi malê derketim. Gava ez hatim ser nerdîvenan, min dîî/dît ku ev e dîsan hevala min, yanî keća cîrana me Janny li salona wan tiśtina dike. Bi dîtina min dest bi kennê kir u bi ser min da hat. Kaxizek di dêst da hebu, piśtî ku xwe bi vir u wir da kil kir, źi min ra got:
- Ma tu dizanî ev ći ye di destê min da, hi?
Min got:
- Hmmm, ma ez ê źi ku bizanî bibim, ka hele nîśanî min bide.
Paśê min bi lez źi destê wê kiśand u lê mêze kir. Li ser kêxiz nivîsa «15 zarok, 3 merivên mezin» hatî bun nivîsîn.
Îcar diya Janny źî źi aśxanê derket u hate cem me. Źi min ra got:
- Tu dizanî, piśtî du roźan roźbuna hevala te he ye. Aniha serê hevala te hindikî tev li hev e, nizane ku kê dawet bike u kê neke.
Hevaltiya min u Janny pirr bi navudeng buye di avahiya me da. Ez bawer dikim hemî xizmên Janny źî vê yekê dizanin u tinazên xwe li Janny dikin.
Carina, ku bêhna Janny teng dibe, mîna ku ez zarokekî pićuk buyî bibim u ew bi xwe źî kećeke mezin, azaran li min dike, dixwaze min hînî tiśtan bike.
Wekî her demê, źi meźburî qesî pêncdes/dewpênc deqqan bi Janny u Manon ra lîstim, diya wan źî bubu temaśevana me.
Lê dawiya dawîn, źiber ku Janny qet naxwaze dev źi min berbide di rewśên husan da, ez bi dizzîka berbi źêr va meśiyam u dura źî reviyam.
Her ćendî Janny pê hesiya źî, hêdî ti śansa wê nema bu ku bigêhîźe min. Loma źî bi qîrekê li duv min beziya, lê li serê nerdîvanan bê ćaretiya xwe dîî u sekiniya.
Bi baweriya min ewê niha dîsan dawiya hevaltiya me îlan bike u min bi dîtina hevalekî din tehdîd bike.
Wey wez rebenooo.

Montag, 20. Dezember 2010

Hêrîśên Tirkan Yên Li Ser Zimanê Kurdî

«Kurdino, ma kurdê bê kurdî, Kurdistan’a bê kurdî, bedenekî mirî u cenazeyekî gennî buyî nîn e źî ći ye? Heyranino, ma ku evî zimanê kurdî yê miqeddes, ango evî ruh u nefesa bi hezar salan źi bedenên kurdan u yê Kurdistan’ê bar kir u ću, ev kurd u Kurdistan’a bi tirkî, erebî u farsî gemar u gennî buyî he bibe ći dibe, nebibe ći dibe?!»


Źi doh va ye ku bayekî germ xwe li ba dike. Berfa van ćend roźên dawiyê, ku heta bîst sentîmêtroyan berz bubu, giran bi giran heliya. Aniha vê gavê berfeke pirr kêm li erdê u li ser baniyên xaniyan maye.
Lê berfemêrikê ku min bi tevî Janny u Manon roźa paśîniyê ćêkirî bu, hînê źî li bexćê li ber xwe dide. Ez dibêźim ewê belkî heta ćend roźên din źî bikarî bibe li ber xwe bide. Xwedê mezin e, ka em binêrin ewê ćiqes li ser piyan bisekine.

Di van roźên dawiyê da li Tirkiyê u Kurdistan’ê li ser zimanê kurdî mineqeśeyên bi pizot ćêdibin. Lê dewleta tirk ya niźatperest u faśîst bi hemî dezgeh u partiyên xwe wekî marê reś sor buye, nizane ku ćiton rê li ber kurdan bigire, bi kîźan lîstikan daxwazên kurdan yên herî însanî u rewa śêlo bike.
Bê guman dewleta tirkan źi me kurdan pirr baśtir «tesîra zimanê kurdî» dizane. Heger em raśtiyê bibêźin, di warê siyasî da em ći difikirin yan źî nafikirin, ev qet u qet dewleta tirk aciz nake. Źiber ku fikir u pêk hanîn du tiśtên źî hev cihê/cuda ne. Em bi kîźan îdeoloźiyê ra miźul dibin bibin, ev qendî gramekê źî tirkan natirsîne. Źiber ku îdeoloźî tên u dićin, tiśtên vala ne.

Di nav dîroka kurdan da heta niha gelek îdeoloźî derketine pêś, paśê źî handa bune u ćune. Hêdî hîro haya me źi van îdeoloźiyan źî tun e.
Mirov dikare źi xwe bipirse u bibêźe, baś e, ma tiśtê ku li paś dimîne, nasnameya xelkan pêk tîne u wan li źiyanê dihêle, ći ye?
Bi fikra min bibe, bersîva vê yekê hun bi xwe źî dizanin.
Ew źî «zimanê mîllî yê milletekî ye».
Bê ziman śansa ti milletî tun e ku hebuna xwe berdewam bike. Ziman di warê hebuna nasnameyê da pergala/aleta herî bingehîn e. Mîna dara bê reh ya li ser erdê, millet źî bê ziman rehê xwe handa dikin u di nav demê ra bi hêdika hiśk dibin u dimirin.

Herê, źibo darê hiśk buyî mirov dikane tovekê źê bigire u bi erdê da bićîne u wê darê dîsan vegerîne źiyanê.
Lê li ba milletan ev îmkan źî tun e. Ku tov carekê mir, hêdî divêt mirov destê xwe źê biśoy.
Loma źî, źibo ku em destê xwe źê neśon u nebin darên hiśk u mirî, divêt em desturê nedin ku zimanê me, ango ruh u canê me yê hezar salan li ber ćavên me roź bi roź were kuśtin.

Sonntag, 19. Dezember 2010

Paś•îniyeke Berdîberedayî Ellawekîl

Min doh kêm-zêde hemî wextê xwe bi betaliyê derbaz kir.
Pêśta ez berbi nîvro ćum kirrînê. Gava ez vegerriyam malê, qendî demekê li ber maseya xwe runiśtim u xebitiyam.
Min carê mêze kir ku ha ev e seet dibe sê, îcar ez bi lez źi śuna xwe rabum, min kincên xwe guhartin u bi bez derketim der, yanî min berê xwe daa beza xwe ya roźane.
Gava ez dîsan hatim malê, min dîî/dît ku seet źi ćaran ćend deqqan derbaz dibe. Ango ez hema hema qesî heyśtê deqqan beziyame.
Pêra min dest bi antremena xwe ya li malê kir. Seet di pêncan da min ew źî bi dawî kir.
Źiber ku ev ćend roź bun min tiśtek nekirrî bu, min ću źibo dawiya heftê hindek tiśtên xwarinê kirriyan u hanîn malê. Lê berî ku ez bikevim malê, ha min dîî ku kećikên cîrana min Janny u Manon li bexćê bi berfê dilîzin. Gava min silavên xwedê daa wan, źi min ra gotin: «Em dixwazin li hêra/vira merivekî źi berfê ćêbikin, yaaa.».
Ya raśt hewa źî gelekî sar bu u turikên kirrînê di destên min da bun. Min lê nihêriya ku ewdê bi vî halî zêde nikanî bibin bigêhîźin miradê xwe, bivêt-nevêt ez ćum ref/ba wan, źibo ku ez hariyariya xwe bidim wan. Her ćendî wan bi vê yekê qîma xwe nehaniyan źî, min ew qanî kirin.
Paśê min bêla/bêra li ber dêrî girt destê xwe u di ćend deqqan da berfeke mezin ligel hev kom kir. Lê berf źî ne berf bu, hema yekcar źi hev da diket u mirov hew dikaniya mezintir bikira. Źiber ku berfa li ser erdê cure berfeke pićuk u hiśk bu, li hev nedigirt.
Paśê diya Janny u Manon lepikên xwe yên mezin źi balkonê havitin ba me, daku ez bikanî bibim bi destên xwe źî bê acizî bixebitim.
Dawiya dawîn me qasî heyśtê sentîmêtroyî berfemêrik bilind kir, tencika pićuk ya ku Gabî (diya Janny u Manon) źi balkonê havite źêr, hanî li serê berfemêrik daniya, du moriyên ku Manon źi bêrika xwe derxistin, bi zehmetî lê daliqandin u źê ra kirin ćav. Paśê min źi darên li bexćê perćeyek dar hanî u źê ra kir poz. Îcar Gabî źî bi xwe ra havlêkek u pêtalek/meśheleyek haniya ba me. Piśtî ku me havlêk li ber berfemêrik bi ćeprazî lê danî, me pêtala xwe źî vêxist u ligel wî daćikand...

Gava ez hatim malê, min dîî ku va ye hevalê min Newzat heft caran telefonî min kiriye. Ya raśt, ez ê hêvarê bićuma ziyareta wan. Lê seet hînê 18:30 bun. Tabî min bi lez śunda telefonî wan kir. Źina heval Newzat, Fîlîz derket telefonê u got, em ê aniha bi xwarziyê Newzat yê ku źi Elmenyê hatiye, źibo du seetan dakevin nav baźêr. Loma źî xwast ku ez di seet 20:30yan da werim ba wan.

Me husan kir. Ez di seet 20:45an da li mala wan bum. Piśtî xêr hatin u filan u fistan, me dest bi xwarina xwe ya xweśik kir.
Sebaba ziyareta min ya doh źî, wefata dayika heval Newzat ya berî sê heftan bu. Em li Kurdistan’ê, yanî li baźarê Erzingan’ê źî cîranên hevdu bun. Em źi zaroktiya min u vir va hevdu nas dikin.

Ez heta seet 24ê nîveśevê li ba wan mam, paśê bi otobusê qendî pênc deqqan hetta Klusplatz’ê ćum, źê peya bum u derketim ser bîskîleta xwe. Li ser riyan cemedekî hiśk pêk hatî bu. Loma źî min bîskîleta xwe pirr bi giranî daźot. Piśtî 25 deqqan źî ez bi bîskîleta xwe gêhîśtim malê.
U seet 00:45 bu.

Freitag, 17. Dezember 2010

Xewn U Xeyalên Min Yên Mirî

Źi doho va ye ku berfê dîsan dest pê kiriye u ha ha dibare. Vê gavê berziya/bilindiya berfê heta ćend sentîmêtroyan derketiye.

Gava ez vê sibehê źi nav cilên xwe rabum, berf nedibariya, ezmanekî sayî u ronî di cîgeha cîhanê da hebu, derudor bi tevayî zelal xuya dibu.

U aniha kuliyên berfê di ber paca odeya me ya runiśtinê ra bi nazenîn xwe bi vir u wir da dikêlin, heta ku bi nermî dikevin ser erdê.

Dema ku ez li vir berfên husan dibînim, gundê me yê li Kurdistan’ê tê bîra min. Berfên ku li ser ćiya u baniyên Kurdistan’ê dibarin, zewqeke din didin mirov. Ew berfên bi mêtroyan berz, mirov dixin nav hestên bê binî u serî. Mirov źi xwe terre. Spehî u firehiya xwezayê di dilê xwe da hîs dike. Mirov bê hêziya xwe ya însanî dibîne u li hemberî xwezayê bi hatin u ćuyîna xwe ya bi sînor kirî, dilerize.

Ez dibêźim, heger îmkanek hebe u roźekê źi wan roźên min yên zaroktiyê bide min, ez ê deh salên xwe yên di vî emrê/temenê xwe da źê ra bikim gorî.

Lê ez źî baś dizanim ku ev tiśtekî, daxwazeke bê ćare ye. Hêviya min ewê di qirika min da asê bimîne, ewê min bi vê yekê heta dawiya vî emrê min biguviśe u bisekine.
Loma źî ez bi barîna berfeke wilo zêde li vî baźarî, pirr bextiyar dibim.

Qet nebe digel vê berfa spî u sar bîranînên źi zaroktiya min bi hêdîka derdikevin ser bêźingê, bi aramî u hestyarî li dahola di dilê min da didin, min di nav riyên dur u dirêź ra derbaz dikin, diben xewn u xayelên min yên mirî.

Donnerstag, 16. Dezember 2010

Roźa Bi Śorbeya Nîskê

Min hîro roźeke bi bez li paś xwe hiśt. Sibehê seet di nehan da źi malê derketim u ćum mala kurapê/pismamê xwe.

Doh êvarê źina kurapê min telefon kir u li halê min pirsî u xast bizanî bibe ku ka hêśa min ya berî du heftan hîn di hêta min da he ye yan na.
Ya raśt, min digot ewê hêśa min di nav du-sê roźan da derbaz bibe. Lê mixabin ku hema hema qendî du heftan haźot. Bi taybetî źî gava ez li ba raketinê bi hêla ćepê da ćerx dibum, hêśa min zêdetir dibu.

Ći dibe bila bibe, ev e ćend roź in ku hêdî nahêśe. Helbet tirsa min ya ku li ser cemedê careke din xiźź bibim u bikevim, di serê min da baś cih bu.
Vê gavê pirr bi baldarî bîskîleta xwe dihaźom. Herdem hindikî zu źi malê derdikevim, daku źiber dereng mayînê li ser rê bi lez nećim u dîsan nebibim sebeba ketineke belasebeb.

Herê, doh źina kurapê min źi min ra got, «heger tu dixwazî, sibehê were śorbe xwarinê, min śorbeya nîskê ćêkiriye».
Xwedê he ye, ez źi śorba nîskê gelekî hez dikim. Loma źî min gotina wê nekir dudu u got «herê».
Vê sibehê min pêśta berê xwe da mala kurapê xwe. Min tam du tasên têr tîźî śorbe xwarin. Paśê taśteya xwe kir. Di seet deh u nîvan da źî min berê xwe da Klînîka Psîxiyatriyê seba wergerê.

Min di seet dewyekan da dest pê kir u heta seet dewśeśan kar kir u paśê źî vegeriyam malê.

Piśtî vegera malê min dest bi amade kirina xwarina hîro kir. Ez u du hevalên din yên ku bi tevî min di heman malê da diźîn, em heftê carekê xwarina hêvara pêncśemê bi hev ra dixwin. Di raśtiyê da Maura hîro di dorê da bu. Lê źiber ku sibeh îmtihaneke wê di biyoloźiyê da he ye, xwast ku dorê bide min. Loma źî dor hîro bu ya min.

Me berî demeke din xwarina xwe xwar u źi masê źî rabun. Aniha rehetiya hêvarê derdixim. Heta ćend deqqan źî ez ê rabibim u herrim gerra xwe ya hêvarê.
Xwedê kerîm e, ez ê herrim di sermaya berfa van du-sê roźên dawiyê da xwe bi vir u wir da li ba bikim u werim.

Mittwoch, 15. Dezember 2010

Programa «Kurdstar» Di TRT6ê Da!

Li gorî nućeyeke nuh, tê gotin ku ewê di TRT6ê da pêśbirka/pêśbaziya «Kurdstar» ya di bin slogana «stranên xwe bibêźe!» da dest pê bike.
Źibo hilbiźartina pêśbirkvanan/pêśbazan ewê li neh ciyên cihê ev pêśbirk were ćêkirin, wekî mînak: Stembol, Enqere, Îzmir, Edene, Wan, Amed/Diyarbekîr, Nisêbîn. Digel van baźaran ewê dîsan li Ewrupê, li baźarên wekî Stockholm u Köln’ê źî were li dar xistin.
Pêśkeśvaniya pêśbirkê ewê Acar Fîlîz bike. Her weha muzikźenê kurd Seîd Yusif źî di nav źuriyê da cih digire.

Di vê pêśbirkê da ewê li kesê yekem xaniyek li Stembol’a tirkan were diyarî kirin. Ćima li Stembol’a tirkan? Em qebul bikin źî nekin źî, tirk baś xwedîtiyê li menfeetên xwe yên niha u pêśeroźê dikin.

Bê guman bernameyên wilo źibo pêśxistana zimanê kurdî tiśtên pirr zarurî ne. Lê mixabin ku di vî warî da źî kurdan heta niha ćalakiyeke pêwîst pêk nehanîne. Bi taybetî źî dewlemendên kurd yên ku xwedî fînanseke mezin in, xwe li kehrî u koriyê datînin.

Vê gavê gelekî televîzyonên kurdan yên bi zimanê kurdî he ne. Lê ti televîzyonek źî xwe bi metodên zanyarî/zanistî bi zimanê kurdî ra miźul nake. Programên televîzyonan li gorî hindek hêsabên roźane u basît tên amade kirin. Mirov hew dikane di van programan da fikrek u tevgereke netewî ya kurdan bibîne.

Kurd źî wekî hemî însanan xwedî psîkoloźiyekê ne. Yanî kêm-zêde psîkoloźiya me mirovan li hev diśibe, bi heman/eynî śiklî tevdigere. Di warê psîkoloźiyê da źi sed salî u vir da lêkolînên pirr mezin u bi firehî hatine kirin. Hêdî him di sîstemên heyî, mode, perwerdeyî, kirrîn, rêklam, kardarî, pîśe u him źî di sportê da psîkoloźiya mirovan bi îtînayeke mezin derdikeve pêśiyê, ango/yanî ev tê bi kar hanîn.

Di raśtiyê/rastiyê da elementên ku neteweyekê pêk tînin u wê netewê li ser piyan dihêlin, he ne. Źi nav van elementan zimanê wê netewê elementa herî bingehîn e, bêyî hebuna vê elementê śanśa ti neteweyekê tun e ku xwe li ser piyan bihêle u hebuna xwe ya dîrokî îspat bike.

Loma źî ez bi ćêbuna vê bernameyê kêfxweś im. Bi dêhna min diviya kurdan bi xwe dest bihavêta bin vî barî. Bê śik mirov hîn bi hezar metod u riyan dikane programên bi vî babetî ćêbike, pê xizmeta zimanê kurdî bike u wî źi xewa xwe ya berbi mirinê xelas bike.
Źiber ku mirina zimanê kurdî, mirina pêncî mîlyonan însanan e, mirina dîrokeke 5-6 hezar salan e, mirina kultureke bi hezar salan e, mirina perćeyekî mezin yê însanetiya vê dinyayê ye, yanî mirina min u te ye lawooo/kećêêê!

Dienstag, 14. Dezember 2010

Roźeke Bi Vir U Wir Da ;-)

Hîro hemî dema min bi bezê derbaz bu.
Îśev źi nuh va berf bariyaye. Li ser erdê hîn ewqes bilind nebuye.
Min deriyê balkonê vekir u seba ćend saniyeyan derketim der. Hewa bi têra xwe li der sar bu.

Gava ez sibehê seet nehan źi nav nivînan rabum ser xwe, piśtî ku min xuriniya xwe kir u qesî demekê bi kar u barê xwe yê zimên va miźul bum, min dest bi antremena xwe kir.
Diviya ez di seet dewduduyan (12:00) da li Klînîka Psîxiyatriyê bibuma źibo wergerê.
Paśê min źibo du seetên wergeriyê berê xwe da Daîreya Sosyalê.
Piśtî ku karê min yê li hêra/wir qediya, min dîsan bi lez berê bîskîleta xwe daa Klînîka Psîxiyatriyê.
Kêm-zêde ez dîsan di seet śeśan da hatim malê. Dura bi lez ćum kirrîna tiśtên xwarinê. Ev e ćend roź in ku min nekanî ku herrim hindek tiśtên xwarinê bikirrim. Min li Spar’ê pîzzayek, berośek porteqal (kêm-zêde 5 kîlo), masî, tirî, mast, śîr, nan u tomatês źi xwe ra kirriyan.
Berî demeke kind min pîzzaya xwe ya bi spanaxê źi firinê derxist u xwar. Tama xwe xerab nebu.

Min carekê di înternetê da ćav li nućeyên roźê gerrand. Lê raśtî/rastî tiśtekî balkêś nehatim.

Hîn meśa min ya hêvarê li pêś min e. Welle źi ezmên kevir u kuć źî bibarin, ez ê gerra xwe ya hîro hêvarê źî ćêbikim.

Montag, 13. Dezember 2010

Sermayeke Hiśk Xwe Li Der Ba Dike

Vê sibehê seba seetekê ćum karê wergerê u dîsan vegeriyam malê. Hewayeke pirr hiśk hebu. Min lepikên xwe li malê źi bîr kirî bun. Loma źî destên min di nav bayê sermayê da gelekî qerrisiyan.

Ez ê hîro piśtî nîv seetî dîsan źibo seetekê bi bîskîleta xwe herrin kar u vegerim, pêra bi lez u bez berê xwe bidim beza xwe ya roźane u antremanên min yên din. Paśê seet berbi śeśên vê hêvarê ez ê careke din bi bîskîleta xwe herrim qursa zimanê kurdî li ba zangeha Zürich’ê.

Ya raśt gava hewa li der husan sar dibe, dilê mirov zêde naxwaze ku derbikeve der u hindek ćalakiyan pêk bîne. Bi taybetî źî li ba bezê qirika mirov têśe ligel bêhn/nefes girtin u dayînê. Źiber vê yekê ye ku ez di demsala zivistanan da carcarina sermayê digirim. Lê bi taybetî źî hêśa gewriya min źaneke mezin dide min, bi roźan nikanim normal rabikevim, hertim kabusan dibînim. Ez bi xwe źi arsim/grîpp girtinê natirsim, her ćendî min hindekî aciz bike źî, zêde xema min nîn e.

Źiber ku aniha tenê deh deqqên min mane, divêt ez rabibim ser xwe, giran giran kincên xwe li xwe bikim, dabikevim kîllerê, bîskîleta xwe derbixim der, lê siyar bibim u herrim kar.

De bila hemî melekên geś u baś digel min u we bibin. Bila xwedê hîro ti qeza u belayê neyîne serê ti kurdekî/ê u wesselam, śekirnooo :-).

Sonntag, 12. Dezember 2010

Roźa Min Ya Doh

Doh roźa min u wextê min kêm-zêde bi rêwîtiyê u nîvantiyê derbaz bu.

Ez doh sibeh pêśta ćum beziyam. Paśê min li malê qendî nîv seetî antremena xwe ya li malê kir, serê xwe śuśt u dura bi lez bi bîskîleta xwe min berê daa stasyonê. Ez ê bi trênê bićuma Brugg’ê ba heval Heyder.
Helbet sebeba ziyareta min di eslê xwe da seba ćêkirina malpereke (homepage) bi kurdî bu. Ango ev e demeke pirr dirêź e ku ev mesele di serê min da terre u tê. Bi zanîna min, di nav malperên kurdan da hîn źî malpereke bi kurdî ya tenê źibo lêkolînên zanyarî/zanistî tun e. Źiber vê yekê ez carekê bi heval Heyder ra peyîviyam. Heyder’ê me gurê kompîturan e. Yanî źi wî pê va kes nikare di vî warî da bi vî karî rabibe ser.
Xwedê he ye, gava min ev fikra xwe hanî zimên, cîgerim Heyder qet yeka min nekir dudu u bi śewq u zewq got: «Ma ev źî tiśt e, mamoste, wîîî. Tew tu bixwaze, aha bi soza mêrê ćê em ê di demeke pirr kurt da śorba xwe bikelînin u di înternetê da belav bikin dînime îmanime yaw».

Ê tabî ćuyîna min ya cem Heyder’ê me, bu wekî nîvantiyeke temam u mezin ya kurdan źî. Dayika wî xwarineke pirr xweśik amade kirî bu. Bi serê diya min ya rehmetî bibe ku min źi zu va ye ku tiśtên husan/wilo xweśik nexwarî bun. Ligel vê xwarina bi hev ra min dîsan malbata Heyder, yanî dayik, bav u birayê wî źî nas kirin. Merivên gelekî mutevazî ne. Bila xwedê emrekî dur u dirêź bide wan.

Piśtî xwarina me, me ćayekî kurdan yê raśt/rast vexwar u demeke li oda runiśtinê źi vir u wir peyîviyan. Heyder’ê me yê źîrek u Kurdistan’î her weha seba bavê xwe di înternetê da radyoyeke bi zimanê kurdî źî ćêkiriye ku qet nebêźin. Bavê Heyder źi karê xwe yê bi radyoyê pirr hez dike, bi evîn u dil pê ra miźul dibe. Lê dewleta tirk ya faśîst di sala 1980an da di gertîgeha li Maraś'ê da śkenceyên bê vîźdan li wî kirine u ew seqet hiśtine. Gurćikeke wî tevda xera kirine. Vê gavê źiber hêśan nikane xwe xwar u raśt bike. Li ba runiśtinê hertim xwe dićerixîne u disekine...

Paśê źî di odeya Heyder’ê me da em hindekî li ser teśeya/forma malpera nuh sekiniyan. Heyder ez di derbarê îmkanên texnîkî da hindikî hayî kirim. Dawiya dawîn me gotina xwe kir yek. Ez bawer dikim em ê di sala nuh da bikanî bibim dest bi weśandina malpera nuh bikin u bi vê źî valahiyeke mezin dagirin. Bê guman ewê ev malper seba zimanê kurdî bibe pêngaveke baś.

Ez heta seet 19:30an li wir mam. Paśê źî ez u heval Heyder em bi hev ra ćun «śahiya roź buna» zavayê me Erzingan’iyan Muse. Em seet heyśtan li ciyê dawetê bun. Min li wir zî li gorî dilê xwe źi xwarinên kurdî xwar u hesreta dilê xwe ya źibo xwarinên kurdî cara duyan haś kir. Ći bibêźim, Muse’yê me kurdekî temam e. Digel vê śahiya xwe kilamek źî bi zimanê tirkên kuźer u tecawîzcî nelîst. Śahiyake kurdîn u Kurdistan’î bu.
Lê surprîza herî xweśik źî kulîćeya/pasteya dawiyê bu. Li ser kulîćeyê bi kurdî «Bila roźbuna te pîroz be zavaaa!» hatî bu nivîsîn. Tabî bi kurdî buna vê pîrozbahiyê gelekî kêfa Muse’yê me, zavayê me Erzingan’iyan hanî. Welle ći derewan bikim, kêfa zavayê me kêfa min źî hanî.

Herê herê, piśtî du-sê mehan ewê Muse’yê me yê kafir bi keća kurd u Erzingan’î Hulya’yê ra bizewice.
Tewlooo, de tu źi Maraś’ê were u serê keća me Erzingan’iyan tev li hev bike u pê ra bizewice, ma aniha ev bu ći birê min, hi? :-)

Ez di seet 00:30yan da źî dîsan bi erebeya kekê me Riza’yê źi roźhilata Kurdistan’ê, źi Mahabad’ê, bi tevî Aygül'ê hatim Zürich’ê. Ê tabî kekê me Riza ez hetanî mala min haniyam, li ber dêrî daniyam, dîsan śunda reviya u ću mala xwe :-).

Samstag, 11. Dezember 2010

Kećikên Cîrana Min Janny U Manon

Îro ez bi lîstina piyanoyê ya keća cîrana me heśyar bum. Ev e du-sê heften e ku ha ha li piyanoyê dide. Lê malxirabê carina wilo li piyanoyê dide ku, mirov dibêźe qey bi qestî dike u dixwaze me aciz bike.
Du kećikên cîrana me he ne. Yek heśt u ya din źî pênc salî ye. Gava ez wan li ser nerdîvanan dibînim, hema hema hertim bi wan ra dilîzim. Pirr kêfxweś dibin.
Doh hêvarî gava ez źi beza xwe vegeriyam malê, min ew dîsan li ser nerdîvanan dîtin. Janny’ya pênc salî źi destê min pêgirt u ez birim hundir u xwast ku lîstina xwe ya piyanoyê li min nîśan bide. Gava ew li ber piyanoyê runiśt u li ćend notan daa, îcar xwanga wê Mamon źî hate ba piyanoyê u bi tiliyan dest bi lêdanê kir. Tabî Janny bi vê yekê pirr aciz bu u dest bi gîriyê kir.

Di rewśên wilo da ez hertim meźbur dimînim ku wan haśt bikim u aśtiyê di navbera wan da ćêbikim, yanî mirov dikare rola min u ya UNOyê li hev biśibîne.
Janny zu hêrs dikeve. Manon źî bi lez dest bi gîriyê dike. Loma źî gava herdu afat li hev dikevin, Janny dengê xwe bilind dike u diqîrre, lê Manon bi zêdeyî xwe śunda dikiśîne, heta źi wê tê bi bê dengî digîre.

Manon doh qet dil nedikir ku źi piśta min dakeve źêr. Têrmaśê, ha ha baz dida ser piśta min, qey hun dibêźin hêlîna xwe li ser piśta min danî bu.
Gava min doh xwast ku berbi mala xwe bimeśim, herdu źî pê aciz bun u rê li ber min girtin. Dapîra wan źî li wan mêze dikir u dikenniya u carina źî bi kenn źi min ra digot: «Welle halê te pirr xirab e cîgerim».

Źiber ku wan nedixwast ez herrim mala xwe, bivêt-nevêt li duv min dan. Îcar li ser nerdîvanan Manon xwanga xwe Janny li paś min hindikî tandaye. Loma źî Janny bi hêrs qîrriya u wê źî Manon tanda. Îcar herduyan źî dest bi gîriyê kirin. Źi meźburî dîsan bi wan ra vegeriyam mala wan.

Janny źi min ra got, hêdî ew ne «hevala min» e u ewê herre źi xwe ra hevalekî din bibîne. Tabî min źî hindikî tiyatro kir u got: «Welle ćênabe, ez nikarim bê te źiyana xwe berdewam bikim, ez ê bimirim filan u fistan». Lê Janny qet xwe aciz nekir u źi min ra got: «Selber Schuld» (yanî «dînîtiya te ye, sucê te ye»).
Lê dawiya dawîn Janny dîsan nîv hevaltiya min qebul kir. Got: «Tenê nîviya bedenê min hevala te ye». Gava Manon źî ev bihîst, dest bi pirqîniyê kir u got: «Hahaha, wê gavê hun nikarin bi hev ra herrin der u bigerin»...

Xwedê he ye, ev źî bu bîranîneke xweśik u rindik. Ka em binêrin ewê di pêśeroźê da hîn ći tiśtên xweśik u rindik ćêbibin.

Halê Zimanê Kurdî Yê Berbi Mirinê

Min îro di nućeyan da xwand ku parlamenterê kurd Hasip Kaplan di meclîsa tirkan da bi kurdî peyîviye. Lê piśtî ku wî dest bi kurdî kiriye, îcar serokê meclîsê dengê mîkrofona wî birriye.

Dewleta tirkan ya niźadperest ya ku dixwaze tev li Yekîtiya Ewrupe’yê bibe, hîn źî amade nîn e ku mafê milletê kurd yê herî zerurî u xwezayî qebul bike. Bi baweriya min, di vî warî da źi vê dewleta tirkan durutir u rezîltir ti dewleteke din li ser vê erdê tun e. Gava mirov heywantiyên wan derdixe ber ćavên wan, wan li ber xelkê alemê rezîl u riswa dike źî, gidimekê śerm nakin.
Ya raśt, siyaset gotinên «śerm, exlaq, maf, însanetî u hwd.» nas nake.
Siyaset bi menfeetên śexsî u civakî ra miźul dibe.
Yanî her siyasetvan li gorî menfeetên xwe u yên civaka xwe tevdigere.
Źi vê bêtir źi siyasetê tiśtek payîn, tenê zir nezanî u ehmeqî ye.

Lê rewśa me kurdan, źi halê kerê Nesreddîn Xoce źî xirabtir e. Qet nebe Nesreddîn Xoce bi dîn u îman xwedîtî li kerê xwe dikir u merivekî gelekî źîr u zana bu.
Ê de îcar ewê li me kurdên ker kî xwedîtiyê bike, ez nizanim.
Me kurdan xwe bi xwe hebuna dewleta niźadperest, tirkperest u tirkîperest di serê xwe da śun kiriye, ew bi her tiśtê xwe di serê me da legalîze kiriye.
Em hîn źî li ber mirina zimanê xwe kurdî nakevin. Hîn źî em her tiśtê xwe li gorî siyaseta asîmîlasyonê ya dewleta tirkan bi rê va diben. Hîn źî pênc quruś qîmetê nadin vî zimanê xwe yê bi hezaran salan. Hîn źî zimanê tirkan di hemî têkiliyên xwe da bi śiklekî bê śerm u edeb bi kar tînin u pê ra źî zimanê xwe roź bi roź dikuźin.
Bê guman sextekarên kurd yên herî mezin siyasetvanên kurd in. Van sextekaran zimanê tirkên niźadperest bi her hawî di nav źiyana kurdan ya roźane da legalîze kirin. Li ber ćavên kurdan śîrîntir kirin, zimanê kurdî di nav civînên xwe da qedexe kirin. Di nav milletê kurd da axaftina bi kurdî bićuk dîtin, mîna ku zimanê kurdî zimanê heywanan bibe ...

Ez dibêźim, pênc salên zimanê kurdî mayî ne. Heger di nav van pênc salan da birryarên bingehîn neyên girtin, bi bîr u bawerî zimanê kurdî neyê parastin, hêdî piśtî pênc salan zimanê kurdî źi sedî sed zimanekî mirî ye. Her ćendî di pratîkê da hîn kurdî he bibe źî, lê di teoriyê da hêdî ewê bibe zimanekî mirî.
Źiber ku mirina zimanekî źî wekî mirina mirovekî di komayê da ye, yê ku bi nexweśiya bê derman ketiye.
Dibe ku kesê di komayê da bi saya hindek tedaviyan u dermanan źibo demekê li źiyanê bimîne, lê źê xelas bun ewê ne mumkun bibe.
Aniha źî zimanê kurdî bi lez berbi rewśa xwe ya komayê dibeze, loma źî divêt bi lez kiryarên bingehîn bêne pêk hanîn.
Heta ku pirr dereng nemaye, ango heta ku zimanê kurdî bi tevayî neketiye komaxaneyê, pêwîstiya me bi «seferbertiyeke» bi dil u can he ye, źi zarokê di derguśê da bigirin heta kalê sed salî yê bi ćogana destê xwe da!

Donnerstag, 9. Dezember 2010

Seetek Bextiyarî Źibo Bero -7-

Her ku dem derbaz dibu, Bero źî kelecantir dibu li kêleka kekê xwe. Pirr tiśt he bun, pirr tiśt, tiśtên ku wî dixwast źi kekê xwe ra bigota. Lê pirsên di serê wî da źi hemiyan bêtir bun. Hedura wî nedihat ku li ser wan tiśtan pê ra biaxive, pirsên xwe źê bike. Źixwe źi bersîvên ku ewê bihatina, ditirsiya.

Leśkerên li qereqola navćeyê ligel lêdana dengê tutikekê bi lez u bez derketin der u bi yek rêzî ketin dorê. Ewê dest bi meśa xwe ya nîvroyê bikirina. Ćekên xwe li ser meydanê li ref hev daćikandin. Ćaketên xwe źi xwe kirin. Binkiras, śalwar u potînên wan tenê li wan man. Pêśta li hewśa qereqolê bi tevî stranên mîllî u niźadperest yên tirkan di nav hewśê da dest bi bezê kirin. Pêra bi fermana serdeste yekcar sekiniyan u xwe li ser erdê dirêź kirin.
Bero gava li wan dinêriya, bêyî ku li kekê xwe binêre:
- Keko, ma ew ćima herro eynî tiśtî dikin?
- Bê kar in, loma.
- Yanî wextê wan pirr e?
- Herê herê, wextê wan źi her tiśtî bêtir e.
- Ê ćima kar nakin?
- Karê wan parastina welêt e dibêźin.
- Źi kê?
- Dibêźin diźmin pirr in.
- Hiii, werg e ha?
- Nizanim.
- Ma te hîć ew diyîne?
- Na birako, na, min hîn ew nediyîne.
- Wêêê, wê demê giśtî źî derew in, ne?
- Belkî źî.
- Ê ćima derewan dikin?
- Bê kar in, loma ćavkê mino, loma.

Herduyan źî ćavên xwe bi hêla derbenda Siltan Melek’ê da berdayî bun. Mîna ku li benda tevgereke efsaneyî bibin, xwe di nav vê dîmena heyî da ewqas handa kirî bun. Bayekî germ u nazenîn xwe źi roźhilatê berbi roźavayê va dirêź dikir. Herdu źî bi bedenên xwe yên li ser kaśê bubun astengiyeke xwezayî li ber bê. Xweśikayiya bayê germ bernadida ku ew aramiya li dor xwe xera bikin. Sukuneteke ebedî xwe li wan pêćayî bu.
...

Berf U Roź Bi Hev Ra

Îśev dîsan berf bariye. Her der spî xuya dike. Li gorî min berziya/bilindiya berfê kêm-zêde qendî du sentîmêtroyan he ye. Źiber ku ez hîn derneketime der, haya min hîn źi sermayiya hewayê tun e.

Seet di dewyekan/yanzdehan da divêt ez li ba karê xwe yê wergêriyê bibim. Ez ê bê navber heta hêvarê bi kurdî-elmenî u elmenî-kurdî werbigerînim.
Bê guman karekî pirr bi zehmet e. Carina wextê mirov nabe ku tiśtekî vebixwe.
Tew dema xwarinê hîć ćênabe. Hingê mirov hêdî nikane xwe baś konzentre bike u bivêt-nevêt astengiyên mezin di mêźiyê meriv da derdikevin.

Ez ê dîsan bi bîskîleta xwe herrim kar. Hêvîdar im ku mîna berî des/deh roźan bîskîleta min xiźź nebe u min li erdê nexîne. Hîn źî hêśa li dor hêta min ya ćepê tam sax nebuye. Bi taybetî źî di nav nivînan da gava xwe dićerixînim ser hêla ćepê, hêś di min da ćêdibe. Heger bi vî hawî biće, ez dibêźim heta ćend roźên din ewê xweś bibe.

Her ćendî li der berf he ye źî, roź źî vê gavê derketiye. Ezman ćîq śîn e. Bi fikra min bibe, heger ezman neyê girtin, ewê îro roźeke baś u xweś bibe.
Zivistanan kêm buna roźê carcarina di hestiyên mirov da hêśan ćedike. Li gorî vegotinên biźîśkan ev źî źi kêmasiya vîtamîna Byê pêk tê. Źiber ku vîtamîna Byê di nav ćermê mirov da tê ćêkirin u ew źî bi biriqîna roźê va girêdayî ye, ango gava roź li ser ćermê mirov dide, ćermê mirov yekcar dest bi ćêkirina vîtamîna Byê dike. Vîtamîna Byê kalsiyuma ku mirov digire nav xwe bi hestiyan va dizeliqîne.

Loma źî baśtir e ku mirov zivistanê hertim qendî dewpênc deqqan yan źî nîv seetî bi zanetî derbikeve ber roźê.
De hun źî vê yekê źi bîr nekin, yan na, hun ê paśê bibin wekî kurman, piśtî ku hestî di we da neman, śekirno :-).

Mittwoch, 8. Dezember 2010

Roźa Min U Ahmed Kaya

Berî demekê hatim malê. Ya raśt/rast ez hindekî westiyayî me. Min hîn źî źibo xwarinê tiśtek amade nekiriye. Bi baweriya min, ez ê piśtî vê nivîsa xwe rabibim u tiśtina źibo xwarinê amade bikim.

Va ye dîsan li der baranê dest pê kir. Îro hewa gelekî berbat bu. Carekê baran bariya, carekê birriya, carekê bariya u nebariya, yanî baran hat u ću, hat u ću.

Ez hema hema hertim hêvaran piśtî xwarinê qesî nîv seetî yan źî ćil u pênc deqqan terrim digerim. Lê îro hêvarî źiber baranê ez ê nikanî bibim. Helbet hêviya min ya ku baran dîsan bisekine źî heye. Baśtir e ku ez carekê di înternetê da lê mêze bikim, ka rewśa barîna baranê ćiton xuya/xwayî dike. Lê ya raśt mirov bi nućeyên hewayê źî nikane baweriya xwe źi sedî sed bîne. Qet nebe ez ê śemsiyeya xwe bi xwe ra bigirim u xelas.

Di nućeyên li ser malperên kurdan da tê gotin ku ewê belgefîlma Ahmed Kaya di TRTeya tirkan da were weśandin. Bi raśtî źî meriv qet u qet źê fam nake. Berî deh salan źiber straneke bi zimanê kurdî hindik mayî bu ku wî bikuźin. Lê îro źî dixwazin źi wî profîtê bikin.
De were źî vê tirśikê źi hev safî bike u bixwe.
Dibe ku di demeke nêzîk da gorna Ahmed Kaya ya li Frense’yê źî biben Tirkiye’yê.
Ku roźekê tiśtekî wer ćêbu źî, divêt kurd desturê nedin ku gorna wî li baźarekî tirkan were ćêkirin. Źiber ku ew bi esl u feslê xwe kurd e u bedenê wî źî aîdî axa Kurdistan’ê ye.

Dienstag, 7. Dezember 2010

«Hêvara Ćandê» Ya Yekem

Mîna ku min vê sibehê gotî bu, em vê hêvarê li ba zangeha Zürich’ê wekî koma «hêvara ćandê» hatin ref hevdu. Pênc heval źî źi Basel’ê hatî bun. Ez wekî śexs kumika xwe li ber van hevalan datînim źibo dema wan u zehmetiyên ku wan di rê da kiśandine.
Civîna me qasî du u nîv seetan haźot.
Em di vê civînê da li ser gelek miźarên dîrokî sekiniyan. Hevalên beśdarvan gelek pirs źi min kirin. Bi baweriya min bibe, ez dibêźim beśdarvanan di nav źiyana xwe da heta niha źî înformasiyonên wilo bingehîn negirtî bun.
Em bi gelemperî li ser dîroka zimanê kurdî, ola kurdan ya berê Zerdeśt’î, xelkê med, zimanên hîndî-ewrupî u yên arî/aryanî rawestiyan.
Min ligel xwe dîsan pirtuka pîroz ya pêxember Zerdeśt «Avesta», ferhenga zimanê avestî u wergera Avesta’yê ya bi zimanê elmenî źî bir vê civînê.
Bê guman «hêvara ćandê» bi tena serê xwe serketî derbaz bu. Mîna ku min di destpê da źî hanî zimên, ev civîna me ya îro «destpêkeke giśtî» ye. Loma źî em tenê li ser miźarekê nesekiniyan. Lê dibe ku di civînên me yên pêśeroźê da em bi taybetî her carê tenê bi miźareke sereke va miźul bibin.

Ez hemî beśdarvanên ku hatine «hêvara ćand»a me kurdan, źi dil pîroź dikim!

Roźeke Xweś U Bi Bez :-)

Aniha li der roź derketiye u xwe dide hundir malê. Ez bawer dikim ewê îro roźeke germ u xweś bibe. Śansa min e ez dibêźim, îro źî qet wextê min tun e. Divêt ez heta hêvarê bićim kar bikim, ango wergêriyê bikim.

Me di qursa zimanê kurdî da qerar girt ku em mehê carekê «hêvara ćandê» ćê bikin. Îro hêvarî dest pê dike. Heger ez śaś nebim em ê herî kêm deh kes di vê koma me ya nuh da cih bigirin. Ćend hevalên xwandekar yên li ba zangeha Basel’ê źî ewê werin tev lê bibin.

Miźarên di vê «hêvara ćandê» da ewê bi gelemperî bi «ziman, ćand, ol, dîrok u hwd.» va girêdayî bibin, ango em ê li ser dîroka zimanê kurdî, ola kurdan ya esil Zerdeśt’î, tesîra Zerdeśt’iyê li ser ola cihutî, xiristiyanî u îslamê, zimanê medî u bandora wî ya li ser zimanên din, zaraveyên kurdî u hwd. bisekinin.

Montag, 6. Dezember 2010

Li Der Roźeke Bi Berf U Śilî

Piśtî barîna berfê, îcar źî śiliyê dest pê kiriye. Min digot ez ê nîvro herrim bezê. Lê min hîn źî birryara xwe nedaye ku ez ći bikim. Heger ez aniha rabibim u herrim, bê guman ez ê bi têra xwe śil bibim.
Ez ê qasî nîv seeteke din bipêm, heger di hewayê da ti guhartineke xerabtir ćênebibe, bi îhtîmaleke mezin ez ê herrim u bibezim. Źiber ku paśê wextê min tun e. Berbi êvarê ez ê herrim li Polîklînîka Psîkiyatrê wergerê bikim u dura źî, seet di 18:15an da dest bi qursa zimanê kurdî bikin li ba zangeha/unîversîteya Zürich’ê. Źiber ku ez di vê qursê da mamostetiyê dikim, śansa min ya ku xwe li giraniyê daynim, li malê bimînim źî tun e.

Ez bi tevî du Swîsre’yiyan di malekê da dimînim. Ćar odeyên me he ne. Vê gavê ez li odeya me ya runiśtinê rudinim li ber pencereya bi deriyekî mezin. Loma źî mirov li der her tiśtî dibîne. Pîreźina ku li hemberî mala me di xaniyekî da dimîne, niha bi bêla/bêra di destê wê da nerdîvanên ber xênî pah/paqiź dike.
Li ser riya ligel kolana me ha ha erebe derbaz dibin. Bi taybetî roźên duśemiyan ez li ser kolanan raśtî gelekî erebeyan têm. Pirr bi lez in, strêsa destpêka heftê di hemî tevgerên wan da xwe dide der.

Qasî ku xuya/xwayî dibe, di rewśa hewayê da ewê ti guhartin ćênebibin. Loma źî ez dibêźim, ći dibe bila bibe, heger ez vê gavê rabibim ser xwe u dest bi beza xwe bikim, bi fikra min ewê maqultir bibe. Ango dibe ku hewa paśê bêtir xirabtir źî bibe.

Ka em binêrin, ez ê di kîźan halî da źi bezê vegerim malê.
*
Berî deh deqqan ez źi bezê vegeriyam. Di destpêkê da baran hatî bu birrîn. Lê mixabin ku di nav daristanê da berfa śil gelekî berbat bu. Min nîgên xwe bi temamî śil kirin. Li ser riya xwe ya berbi malê va, dîsan baranê źî dest pê kir. Yanî bi kurmanciya gewrik u nermik, ez źi bêćiyan bigirin heta porê serê xwe di nav śilî u śepalê da mam u wesselam.

Sonntag, 5. Dezember 2010

Seetek Bextiyarî Źibo Bero -6-

Źi niśkê va dengê ezanê źi mizgefta navćê bilind bu: «Ellahhh u ekber ...». Deng źi dur va dihate wan. Ezana danê nîvroyê bu. Wan li ciyê xwe yê runiśtî li kesên ku bi lez berbi mizgeftê va dimeśiyan, dinêriyan. Dengê ezanê xwe li kevirên derbenda Siltan Melek u yên qeleya Kemah’ê dida u źi wir źî wekî dengvedan śunda vedigeriya nav navćeyê.
Demekê bê deng man.

Di vê dema hanê bi ezan da, trêna li stasyonê źî li sîrêna xwe xist. Ćend caran dukêla xwe bi hewayê da berda. Li ser kolanên li dor stasyonê ćend kes bi bez berbi stasyonê dićun. Li kolaneke ba stasyonê yekî źi nav turikên li ser piśta xwe tiśtek hêxiste ser erdê. Gava bi zehmetiyeke mezin rahiśtê źî, ćend hebên din źi piśta wî ketin ser rê. Îcar hemî barê xwe yê li ser piśta xwe bi qa’r havête erdê, bi pîhnan li wan daa, śewqeya li ser serê xwe bi herdu destên xwe girt u li erdê xist. Paśê bi nîgê xwe yê ćepê derkete ser śewqê u bi yê raśtê źî ew bi lêdanan pelixand. Piśtî ku hêrsa wî hindikî daket, źi nuh va hemî barê xwe li hev kom kir, bi baldarî devên wan li hev hanî u bi tevgereke bi lez ew bi badan havitin ser piśta xwe. Lê hêdî śopa lezê li ba wî hew xuya dibu. Gava dest bi meśê kir źî, pêśta bi ser śewqeya xwe da ću, bi pîhnekê ew havite ser kenarê rê u dura źî berê xwe da trênê.

Lê trên hîn źî li śuna xwe bu. Hêć nediliviya, ne bi pêś u ne źî bi paś da.

Bero kevirek źi erda di nav śeqên xwe da ragirt u demekê di nav destê xwe yê raśtê da bir u hanî. Tiśtek dixwast bibêźe. Berî ku kevirê di destê xwe da bi tiliya beranê pêśta bavêźe, carekê li kekê xwe nihêrî, dîsan serê xwe vegerand ser kevirê di destê xwe da. U bi carekê va kevir di hewayê ra pirriya u ću li dîzarê/dîwarê ligel rê ket, bi dengekî daketî kete ser kevirên li ber dîzêr.
- Keko, xwezila ez źî aniha di wê trênê da bibuma.
- Ćira, ćavkê mino, ćira?
- Nizanim ku... Ez źî nizanim.
- Dilê min, li ber xwe nekeve.
- Naaa, ćima ku, keko?

Qasî kêliyekê dengê xwe dernexistin. Haya herduyan źî baś źê hebu. Yek źi wan ewê bićuya u yek źî ewê li wir bimaya. Yek li rêwîtiya xwe ya tenê u yê din źî li wir li mayîna xwe ya tenê difikiriya. Xemgîniya herduyan źî di nav ćavên wan ra xwe bi ezeb dida der.
...

Samstag, 4. Dezember 2010

Telefona Bi Bavê Min Ra

Min îro telefonî bavê xwe kir. Ev e ćend meh in ku ez her heftê carekê vê dikim. Berê min bi mehan telefon nedikir. Min u bavê min, me tam bîst du sal in ku hevdu nedîtiye.

Ya raśt, heger mirov hemiyan li ser hev bike, min di temamê źiyana xwe da bi giśtî bavê xwe qasî heftekê dîtiye. Aniha ew nod salî ye. Źiber ku ez lawikê malê yê herî pićuk im, śuna min li cem bavê min hindikî cihê ye. Li gorî gotinan, gava ez hîn zarok bume, bavê min źi min pirr hez dikiriye. Baś tê bîra min, źi min ra digot «keko», yan źî «kakilê min». Kesên ku bi kurdî dizanin, bê guman mahneya peyva «keko» źî fam dikin.

Bavê min di telefonê da got, «herdu xaltîkên te źî aniha li vir in, hatine ziyareta min. Em vê gavê ćayê bi hevdu ra vedixwin.». Piśtî pênc deqqan bavê min telefon daa herdu xaltîkên min źî. Źiber ku ez hertim bi bavê xwe ra bi kurdî dipeyîvim, bivê-nevê bi xaltîkên xwe ra źî vê yekê dikim. Carina bi min dikennin, qîma xwe bi kurdiya min nayînin. Li gorî wan, ez bi kurmancî nikanim, ew źi min baśtir dizanin. Lê li hêla din źî bi kurmancî peyîvîna min ra di bin ra kêfxweś dibin.

Di dema zaroktiya min da li gundê me kesî bi tirkî nedizaniya, her kesî bi kurdî deng dikir. Mixabin ku piśtî dawiya salên 1970an, her tiśt bi lez guherî. Millet bi hêdîka źi gundan derketin u hatin Erzingan’ê, pêra źî berên xwe dan roźavayê. Di van sî salên dawiyê da li gundên derudora Erzingan’ê, kurdan bi tevayî bar kirine u ćune baźarên tirkan. Yên źi herêma me bi zêdeyî ćune li Stembol’a tirkan bi cih bune. Asîmîlasyonê li millet heft eźdadê xwe daye źi bîr kirin...

Lê xaltîka min Kîraz hîn źî kurmanceke temam e. Ew hertim kincên xwe yên kurdî li xwe dike. Kofiya wê hertim li ser serê wê ye. Qey mirov dibêźe hindek kes bi «makîneya demê» ra rêwîtî kirine, du-sê hezar sal śunda ćune u xaltîka min Kîraz bi makîneya xwe anîne vê demê.
Źineke pirr henekbaz e. Baś tê bîra min, mêrên li gund źê pirr ditirsiyan. Nebe nebe ku mêrekî bê îmantî bikira, hêdî xwedê źî bihata nedikanî wî mêrî źi dev u henekên xaltîka min Kîraz’ê xelas bikira.

Dawiyê min źi xaltîkên xwe ra got ku bila zimanê kurmancî baśtir hînî bavê min bikin. Xaltîka min Nazli’yê bi sond u peyman got ku «bavê te pirr rind kurmancî dizane, wîîî. Xwedê te bawer bike, bi me ra hertim kurmancî deng dike lo».

Bi van gotinên xaltîka xwe źî ez pirr kêfxweś bum. Xwedê he ye, źi vê bêtir źî ti tiśtek nikane min bextiyartir bike.

Freitag, 3. Dezember 2010

Seetek Bextiyarî Źibo Bero -5-

Bero dengê xwe birrî bu. Źi erdê zilikekî hiśk bi destê xwe xistî bu u di nav tiliyên xwe da dićerixand. Hemî bala xwe dabu zilikê xwe. Li erdê dinêriya. Źi xwe ra li tiśtekî digeriya. Gava ćavên Bero li gêleyê/gêrikê reśik ket, zilikê di nav tiliyên xwe da bi hêdîka bir li ser riya gêleyê reśik daynî. Wî dafika xwe li ber gêleyê reśik śund kirî bu. Gêle heta ber zilik hat, qendî ćend saniyeyan li wê rawestiya u dura bi lez derkete ser zilik. Di vê navê da, beriya ku gêle źi zilik dakeve u dîsan bi ser riya xwe da herre, Bero zilik bi lez źi erdê rakir. Gêle hindikî bi ecêb mayî, carina lingên xwe bi vir u carina źî bi wir da dirêź dikir. Lê nedikaniya bi erdê ra temasê ćêbike. Loma źî li ser zilikê di destê Bero da berbi dirêźiya zilik, bi źêr u źor da diću u dihat. Piśtî demeke kurt, gunehê Bero bi gêleyê reś hat. Serê xwe bi giranî berbi hêla raśtê va hindikî bada. Bi ćavê xwe yê raśtê, li riya gêleyê reś geriya. Ćavê wî li gêleyên din ket. Li ser heman xêzê wî baskê xwe berbi riya ćuyînê dirêź kir u zilikê di destê xwe da bi baldarî daynî wir.
Paśê bi dengekî xembar źi kekê xwe ra got:
- Keko, ev gêleyên reśik kurmanc in, ne?
- Nizanim, ćavê min. Ćima?
- Ez źî nizanim. Li gund me wer digot źî, loma yanî.
- Herê herê, raśt e. Gava ez zarok bum, me źî wilo digot.
- Tu dizanî, ez źi gêleyên reśik pirr hez dikim.
- Baś e. Min źî źi wan pirr hez dikir, Bero’yê min.
- U aniha źî źi wan hez dikî?
- Herê. Hîn źî źi wan pirr hez dikim, dilê min.
- Keko, źi gêleyên sorik źî hez dikî?
- Na.
- U berê?
- Min berê źî źi wan hez nedikir, ćavkê mino.
- Ez źî nakim. Keko, gêleyên sorik tirk in, ne?
- Nizanim. Me źî berê weha digot.
- Ê wê demê tirk in, ne?
- Belkî.
- Keko, ćima gêleyên sorik hertim yên reśik dikuźin?
- Belkî źi wan hez nakin, loma.
- Ez źî wê gavê źi yên sorik hez nakim.
- Tiśt nabe, berxê mino, tu źî źi yên sorik hez neke.
- Ez ê źî wan bikuźim. Ćê dibe keko?
- Na, berde bila herrin.
...

Donnerstag, 2. Dezember 2010

Berf U Qezeya Min Ya Doh

Źi sala derbaz buyî va ye ku ligel min kevneśopiyekê dest pê kiriye. U ew źî qezeya min ya bi bîskîletê ye di berfê da.

Gava ez doh bi bîskîletê dihatim malê, li Milchbuck’ê, li ba ćar_riyekê, źiber ku trama 10an dihat, min meźburî frên kir. Di raśtiyê da ez bi bîskîletê ne bi lez bum. Lê ćawan bu bîskîlet li śuna xwe sekinî u yekcar xiźź bu. Li heman śunê mîna ku ez źi ciyekî ketî bibim, bi vî hawî li ser hêta xwe ya ćepê ketim ser erdê.
Di eynî demê da min dît ku trama 10an bi ser min da tê. Her ćendî ez hîn bi temamî li ser rayên tramê yên wê hêlê nebubum źî, hatina tramê ez hindikî aciz kirim.
Paśê ez dîsan rabum ser xwe, li bîskîleta xwe siyar bum u hatim malê.
Źi doh va ye ku hêta min ya ćepê hêśeke xirab dide min. Ez hêvîdar im ku ev hêśa hanê heta ćend roźan derbaz bibe u biće.

Min berê źî bi bîskîletê gelek qezayên berbat kirine. Berî deh salan gava ez piśtî nîvro źi pirtukxaneya baźêr, źi Zentralbibliothek’ê ćubum malê, ez li bîskîleta xwe siyar bubum u ćubum serê ćiyayê Ütliberg’ê. Lê min bêyî hemda xwe li ser riya vegerê ya berbi źêr qezeyeke pirr xirab kir. Dura wê êvarê min cara yekem ćavên xwe li nexweśxaneya UniversitätsSpital’ê vekirî bu. Li gorî ku paśê źi min ra hatî bu gotin, źineke Swîsre’yî bi herdu zarokên xwe yên sê u ćar salî bi lez bazdaye u ćuye malê, telefonî acîlê kiriye. Pêra źî acîlê ez zu bi zu birime nexweśxanê. Ez wê demê qasî dewdu/donzdeh roźan li wir mayî bum. Min hestiya hinarkê xwe li ćar ciyan śikandî bu. Her weha di bask u pêyên min da źî li gelek ciyan birînên kur pêk hatî bun...

Xwedê he_ye, źiber ku ez ligel gelek sportên din, dîsan źi bîskîlet aźotinê źî pirr hez dikim, śansa min ya ku salekê bê qeza derbaz bikim, tun e.

Di zaroktiya min da źî min du qezayên mezin bi bîskîletê kirî bun. Ya raśt, min bi xwe tiśtek nekirî bu, erebeyan źi paś va li min xistî bun.
Carekê, digel qezeyekê gava ez hatî bum ser xwe, min dît ku ez di hêmbêza mêrikekî da me u mêrik dixwaze ku min siyarî erebeya xwe bike u bibe nexweśxanê. Di wê qezayê da serê min li ciyekî śikiya bu u gelek xwîn źê hatî bu.
Lê min dest bi giriyê kirî bu, daku bila ew min serbest berde.
Ez di wî halî da ketî bum ber derdê bîskîleta kekê xwe.

Carina dibêźim, hebe nebe ez ê roźekê li ser bîskîletê dawiyê li źiyana xwe bînim.

Seetek Bextiyarî Źibo Bero -4-



Hewayeke germ ya meha gulanê li derudorê hebu.
Li hemberî wan, li hêla din ya ćemê Firat’ê, Siltan Melek xuya dibu. Kesên ku źi cih u deverên dur hatî bun u di ser pireya kevirîn ra derbazî wê hêlê dibun, mirov yek bi yek ew źi dur va didîtin. Li hêla raśtê, źi wan qasî sê sed mêtro dur, navće hebu. Qereqola li navćeyê hertim źi wan ra dibu ciyê temaśe kirinê. Heta niha źî destur nedabun wî u hevalên wî ku carekê herrin navćê u bi têra xwe bifitilin.
Di nav vê bê dengiyê da kekê Bero serê xwe berbi wî ćerixand, bi biśirîn destê xwe daniya ser milê wî yê hêla din u ew pićekî heźand.
- Ka bibêźe ćavê min, tu qet bi hevalên xwe ra ćuyî Siltan Melek’ê yan na?
- Naaa, keko, me bernadin derekê.
- Ê helbet ev rind nîn e.
- Keko, pirr zalimtiyê li me dikin.
- Xêr e, ćima? Ći dikin?
- Nizanim keko. Herro sibehê me li pêś dibastanê kom dikin, dikin dorê, paśê źî navên ćend kesan dixwînin, wan derdixin pêśiyê u li wan dixin.
- Qet li te źî xistin?
- Hii, hînê lênexistine.
- Binêre dilê min, divêt tu pirr rehet bisekinî. Xwe tev li kesekî nekî.
- Ma tu dizanî keko, wekî din tebenceyên mamosteyên me źî hene.
- Bila źî hebin. Tew tu rehet bisekine, dilê min.

Ya raśt kekê Bero pirr li ber xwe ketî bu źiber vê yekê. Lê wî hez nedikir ku xembariya vê bê xwedîtiyê li Bero nîśan bide u wî zêdetir bixe nav êśan. Dil dikir ku birayê xwe yê pićuk bi xwe ra bigire u bibe malê. Gava li bê îmkaniya fikrên xwe yên wilo hesiya źî, źi xwe u rewśa heyî nefret kir. Ti ćare u riyeke din li ber wî nemayî bun. Gelo źi vê pê va ewê birayê xwe yê pićuk bibira ku derê? Du salên dur u dirêź kê êwê li Bero xwedîtî bikira, heta ku ew źi leśkeriyê śunda vebigeriya? Tevî ku ewqas dixwast źi destê Bero bigirta u berbi stasyonê bibeziya źî, bê ćaretiyê dor li wî pêćayî bu. Ew teqet di xwe da nedît.
...

Dienstag, 30. November 2010

Seetek Bextiyarî Źibo Bero -3-

Bi hêdîka heta serê kaśa ligel ciyê pêgogê/fitbolê hatin. Li wê derê, li śuneke mistaqîl runiśtin bi hev ra.
Bero dengê xwe kêm derdixist. Dengê wî li ser lêvên wî wilo dima, źê pê va kesî ew nedibihîst. Xema bi tirs xwe li ruhê wî pêćandî bu. Źi niha va li oxir xwastina kekê xwe difikiriya.
Ewê dîsan vebigeriya sinifa xwe u bićuya li ser kursiya xwe ya berê runiśta.
Di vê navê da dengê kekê wî kete nav bê dengiya bi guman.
- Hevalên te bi te ra ćiton in?
- Baś in.
- Ma tu źi wan hez dikî?
- Ez dibêźim herê.
- Ma ew źî źi te hez dikin?
- Herê, ćima na?
- Hun bi hevdu ra zêdeyî ći dikin, ći dilîzin?
- Em gogê filan dilîzin.
- Tu baś dilîzî?
- Herê, taximeke min źî he_ye.
- Meke yaw. Ma Hesen źî di taxima te da ye yan na?
- Ew źî tê da ye, herê. Carina ditirse ku were bilîze.
- Ćima ditirse? Ma hun li hevdu dixin ći ye?
- Ne hertim, lê carina ćêdibe źixwe.
- Ma tiśtek li te bu?
- Hii, heta niha nebu.
- Hun paqiźiya xwe ćiton dikin?
- Her heftê carekê terrin hemamê.
- Kincên xwe ći dikin?
- Em bi xwe diśon li hemamê. Lê Hesen nikane.
- Ćima? Ma tu dikanî kincên xwe biśoyî?
- Herê. Ez him kincên xwe u him źî yên Hesen diśom.
- Weylooo! Ê wextê te he_ye ku tu serê xwe biśoyî?
- Ćêdibe. Ez serê Hesen źî diśom.
- Yaw tu buye birayê wî yê mezin, ći ye?
- Nizanim. Ew qet tiśtekî nikane. Ez hertim seba wî dikim.
- Baś e baś. Heger tu her tiśtî nîśanî wî bidî, ewê ćêtir bibe ez dibêźim.
- Dikim, lê dîsan źî nikane... ći bikim...?

Gava ew bi vî hawî bi hevdu ra dipeyîviyan, lokomotîfa źi Erzingan’ê hat li stasyonê sekiniya. Demekê herduyan źî bala xwe dan ser stasyonê. Ava ćemê Firat’ê bi sebreke adilane li ber stasyonê berbi hêla roźavayê va diherikiya. Źi nuh va ketin nav bê dengiyeke aśtiyane. Dengê kêzikên li dorê u yê lokomotîfa sed salî ew bi xwe va muźil dikirin. Herduyan źî bi hêla stasyonê da mêze dikirin. Lê gućikên herduyan źî li ćizziniya kêzikan bun.
...

Montag, 29. November 2010

Seetek Bextiyarî Źibo Bero -2-



Bernas źi xwe ćubu. Tiśtê ku hîs dikir, tenê bextiyariya di dilê wî da bu. Dilê wî bi germayî lê dida. Bi bez xwe avêt himbêza birayê xwe. Herdu baskên xwe li dor hustiyê wî gerrand, ew bi hemî hêza xwe guvaśt u giriya. Kelecaniyê pê girtî bu. Bi girî źi kekê xwe ra got:
- Keko, keko ez źi te pirr hez dikim. Keko, min źî bi xwe ra bibe, temam? Tu dizanî, min pirr pirr pirr ... bîrya te kiriye. Keko ... ez carina te ... u gayên me Cimo u Pîźo ... di xewnên xwe da dibînim. Keko, tu źî źi Cimo u Pîźo pirr hez dikî, ne? Ez dibêźim ... aniha Cimo u Pîźo ... ez źi bîr kirim, ne keko?

*

Tê gotin ku gava Bero źi dayik buye, kekê wî li navćê dićuye dibistana navîn. Cîranê wan xalê Tezo ew li navćê diye u mîzgînî daye wî. Xalê Tezo dibêźe, kekê Bero źi kêfan herdu destên wî kîp pêgirtine u heta źi wî hatiye ha guvaśtiye u ha pać kiriye, ha guvaśtiye u ha pać kiriye. Paśê źî bi lez ćuye dukanekê u lîstokek kirriye u daye xalê Tezo, źibo ku ew wê lîstokê bibe u bide birayê wî yê nuh.

*

Kekê wî bi dengekî nerm xwast ku dilê wî bigire.
- Na Bero’yê min, naaa. Ez dibêźim tu źî aniha di bîra wan da yî. Tu źî dizanî, gayên me pirr baqil in. Wer bi hêsanî zu bi zu kesî źi bîr nakin, ćavê min.
- Keko, ez dîsan dixwazim Cimo u Pîźo biben u bićêrînim.
- Ćêbu, dilê min. Ma ev leza te ći ye?
- Ê te got ew źî bîrya min dikin.
- Herê herê, lê hema ew naxwazin ku tu dest źi dibistanê berdî, dilê min.
- Ćima?
- Ew dixwazin tu źî wekî wan baqil u źîr bibî, loma.
- Emma ez niha pirr baqil im. Tu dizanî keko, ez dikanim bixwînim źî.
- Tu hertim źîr buyî, ćavê min.
Paśê kekê wî ew źi himbêza xwe bi hêdîka bera ser erdê daa. Lê Bero hîn bi destê kekê xwe pêgirtî bu. Qet źi wî nedihat ku destê kekê xwe berde. Kekê Bero bi dengekî dilovan źi Bero pirsî, ka li wir ti ciyên ku ew bikarî bibin lê runin, bi hevdu ra bipeyîvin, hee ye yan na. Bero hindikî bê dengtir bubu. Tirsa ku ewê kekê wî dîsan bi śun da vegere, bi wî girtî bu. Loma źî bi hêdîka got:
- Li paś aśxanê ciyê gog lîstinê heye, niha kes li wir tun in.
- Baś e, de were em bi wir da herrin, dilê min.
Bero bi dengekî hîn nizimtir daxwaza kekê xwe testîq kir:
- Ćêbu, keko.
Gava wan dest bi meśê kirin, kekê wî destê Bero berda u destê xwe bir serê wî u ew bi nazikî mist daa. Dura destê xwe berbi hustiyê wî bir. Serê Bero hîn li ser erdê bu.
...




Sonntag, 28. November 2010

Seetek Bextiyarî Źibo Bero -1-

Xwandekarê nobedar yê dibistana herêmî (înternatê) ya li Kemah’ê, li dêrî xist u kete hundir. Hemî xwandekarên di sinifê da berên xwe dabun hêla dêrî. Mamoste bi dengekî nizm u hiśk got:
- Herê, ći he_ye?
Xandekarê nobedar bi tevgereke śermok u bi tirs got:
- Biborin, mamosteyê min, nîvanekî xwandekarê we Bernas hatiye, dixwaze wî bibîne.
- Kî ye, ći’yê Bernas e?
- Baś nizanim, lê mamoste Perwîn xanim got kekê wî yê mezin buye. Źi Erzingan’ê dihatiye.
Gava Bernas gotina «kekê wî yê mezin buye», bihîst, bê tarîf kêfxweś bu, dil u kezeb źi wî hilperikîn.
Mamoste zêde dirêź nekir u got:
- Bernas, de rabe u herre cem kekê xwe!

Piśtî ku malbata wî ya li gund źi hev belav bubu, tofaneke bê îman ocax li wan herimandî bu. Bavê wî ketî bu girtîgehê, pêra źî diya wî bi tevî hêzingên li piśta wê źi girekê ketî bu u seqet mayî bu. Paśê birayê wî yê mezin, ku hîn bîst salî bu, Bernas, birayê wî yê din yê źi wî mezintir, diya wî ya seqet birî bu navćeya li nêzîkî gundê wan...

Bernas bi lez źi śuna xwe hilpekî u daa duv xwandekarê nobedar. Bê sebir bu. Bêyî ku bêhna xwe vede, bi lez źi nobedar pirsî:
- Ma kekê min aniha li ku ye, li ber dêrî ye, keko?
- Na, li odeya mamosteyan e, em ê herrin wir. Lez meke, kekê te nareve, ćiton bibe heta vira hatiye lo.
Guhê Bernas qet li wî nebu, ewqas źi xwe ćubu. Him li paś xwandekarê nobedar di nav korîdorê ra dimeśiya u him źî bi vir u wir da mêze dikir, bi hêviya ku carekê kekê xwe bibîne.
Gava hatin ber deriyê odeya mamosteyan, li dêrî xistin u ketin hundir. Nobedar berê xwe daa mamoste Perwîn:
- Mamosteya min, ev Bernas e.
- Kekê wî derkete der, ez bawer dikim li ber deriyê dibistanê li benda wî ye. De tu vî bibe cem kekê wî u paśê źî herre mala me, źi diya min ra bibêźe bila solên min yên sorik bide te.
Nobedar bi śiklekî śermok u bi hurmet got:
- Ser seran mamosteya min. Ez ê heta ćend deqqan herrim loźmanan u vebigerim.
Gava ev u Bernas berbi deriyê dibistanê meśiyan, Bernas yekcar kekê xwe yê li der di nav caman ra dît. Bi lez bi hêla kekê xwe da beziya u qîrriya:
- Kekooo!
Kekê wî xwe bi lez berbi hêla qîrrîniyê va ćerx kir. Li dengê Bero digerriya. Bi kenn bu. Bextiyariya ku dengê Bero di ćavên wî da pêk hanî bu, źixwe demeke miqeddes bu źê ra. Bi dengekî zîz bang li wî kir:
- Berooo, were heyran, were ćavkê mino.
...

Têrmaśê, «Wekî Dendika Li Ser Bendikê» Ye!

Di zimanê kurdî da metelokên pirr bi mahne u xweśik he_ne. Ez bawer dikim li ser metelokên kurdî ćend heb pirtuk źî heta niha hatine weśandin.

Metelok mêźiyê milletekî yê dîrokî pêk tînin. Yanî senteza tecrubeyên milletekî ne. Tecrubeyên ku hatine kirin, di nav metelokan da wekî bîra mîllî têne parastin. Mirov li gorî rewśên ku pêk têne, metelokan bi kar tînin.

Min di nivîseke xwe ya berê da źî anî bu zimên, kurd bi śiklekî resmî/fotoźenîk difikirin. Bi vî hawî fikirîn di nav ćanda/kultura kurdan da pirr bi hêz e.

Mesela Peter A. J. Lerch di pirtuka xwe ya li ser kurdan da gelek ćîrokên kurdan berhev kiriye. Di vê pirtukê da wî dîsan ćend metelok źî tomar/qeyd kirine (1857: 92):
- Yar (heval) hezar bibe hindik e, diźmin yek bibe zehf e (pirr e).
- Sîrka belaś źi hingiv śîrîntir e.

Mebesta van gotinên min telefona bi bavê min ra bu.
Min doh telefonî bavê xwe kir, qasî ćel deqqan me bi hevdu ra deng kir. Di navbera peyvîna me da gava em li ser miźarekê dipeyviyan, yekcar ev gotina «têrmaśê, wekî dendika li ser bendikê ye» źi devê min derket.
Yanî min xwast bibêźim ku, «ne bi vir u ne źî bi wir da dixwaze herre/biće, xwe belasebeb giran datîne, nazan dike, mîna ku gewhera bi nav u deng bibe. Mîna ku dendik li ser bendikê nikare were raxistin, źê dikeve ser erdê, ev źî eynî tirśik e».

Bi serê diya min ya rehmetî u bavê min yê nod salî bibe ku bi saya vê telefonê «metelokeke nuh u rindik» kete nav ferhenga wêźeya/edebiyeta kurdî.

Ku we roźekê li ciyekî bi kar aniya źî, bi kerema xwe navê xwediyê metelokê źi bîr nekin śekirno.
Paśê bila millet nebêźe: «Law we dît, mêro li paś xwe metelokek źî nehiśt, weha reviya u ću bihiśtê!».

Samstag, 27. November 2010

Marathona Li Zürich’ê

Min careke din birryar girt ku sala tê di meha avrêlê da dîsan tev li marathona Zürich’ê bibim (zürichmarathon). Dirêźiya marathonekê qasî ćel u du kîlomêtro u sed u nod u pênc mêtro ne (42.195km). Ez heta niha sê caran tev li marathona Zürich’ê bum. Carekê min marathon di 2:50 u carekê źî di 2:48 deqqan da xelas kirî bu. Cara sêyan źî ez wekî tempo-ćêker (pacemakers, tempomacher) beśdarî marathona Zürich'ê bubum, loma źî min nekarî bi tempoya xwe bibezim. Li gorî daxwaza birêvabiran diviya bu min u du kesên din yên bezer, me koma ku dixwast di nav sê seetan da marathon biqetanda, bi îtîna u bi eynî tempoyê bianiya noxteya xelas kirinê. Heger ez śaś nebibim, me di nav du seet u pêncî u heśt deqqan u 30 saniyeyan da (2:58:30) koma xwe bi sax u selametî aniya noxteya serketinê.

Bê guman divê mirov seba/źibo marathonekê xwe baś amade bike. Źiber ku ez bi gelemperî hema hema herro sportê dikim, źibo marathonê źî bi taybetî mehek berê dest bi antremanên dirêźtir dikim. Bi vê antremana xwe ya di mehekê da, di nav 5000-8000 kesan da hertim min di nav rêza 120-150 kesan da ciyê xwe girtiye.

Îcar sala tê ez dixwazim ligel źinên herî baś marathonê biqedînim. Źinên herî baś kêm-zêde di nav du seet u sî/sî u pênc deqqan da (2:30/35) digêhîźin noxteya dawiyê. Ev performanseke pirr mezin e. Helbet mêr u źinên ku di vê marathonê da cih digirin, ne tenê źi Swîsrê ne, her weha źi gelek deverên cîhanê źî têne. Mêrên herî bi lez li dor du seet u deh deqqan da (2:10) marathonê xelas dikin. Yanî serê kîlomêtroyekê qasî deqqekê źi min leztir in.
Bê śik bi źinên herî bi lez ra beziyan, karekî diźwar e. Qet nebe ez dixwazim di nav sed kesên herî baś da śuna xwe bigirim. Bi fikra min bibe, heger ez hindikî li ber xwe bidim, ez ê pirr bi rehetî vê yekê bikanî bibim pêk bînim.

Xwedê mezin e, ku min kaniya ez dixwazim tîśortekê źî bidim amade kirin. Ez ê li ser tîśorta xwe him navê «Kurdistan» bidim nivîsandin u him źî «ala Kurdistan’ê» bidim ćêkirin. Ez nizanim, lê bi îhtîmaleke mezin dibe ku ez kesê yekem yê kurd bibim, yê ku li Swîsrê di marathonekê da heta niha di nav sed yan źî sed u pêncî (100-150) kesan da ciyê xwe girtî bibe :-).

Ê tabî ev źî ha ha kêfê dide min birê min.
Loma źî heqqê min he_ye ku bibêźim: Oxxx, weylooo, dinya ćiqas nermik u germik e dînime îmanime.

Freitag, 26. November 2010

Ćima Blogeke Bi Navê «Roźing»?

Min berî du salan navê bloga xwe «roźing» daniya. Ez li ser navê bloga xwe hingê pirr fikirî bum. Heta ku min birryara xwe dabu, gelek wext di ser ra derbaz bubu. Dawiya dawîn min navê «roźing» li bloga xwe kir.
Ćima «roźing»?

Ez bi xwe źî vê yekê baś nizanim. Dibe ku kevin buna vê peyvê seba vê yekê buyî bibe sebeb.

Herê, peyv peyveke gelekî kevin e. Di kurdiya kevn da wekî *rawcana-ka- bu u mahneya «ronî, zîv; pace, pencere» dida. Mesela di pirtuka pêxember Zerdeśt ya pîroz Avesta’yê da, ku dînê kurdan ya kevnare ye u ćavkaniya elewîtî u yêzdîtiyê ye, wilo derbaz dibe:

∙ avestî raocana-, raocina- rengdêr «ronî, zîv, ronak, yê/ya dićiruse», noytrum «qula tîrêźê/ronahiyê, pace, pencere».
Her weha di zimanên hîndiya kevn da źî ev peyva mewcud e:
∙ vedî & sanskrîtî rocaná- noytrum «tîrêź; ciyê/cîgehê bi ronahiyê».
∙ sanskrîtî locana- rengdêr «ronî/ronak-kirinî, yê/ya ronî/ronak dike», noytrum «ćav».

Li hêla din di zaraveya kurdiya zazakî da bi gelek śiklan tê bi kar anîn, wekî mînak: Lozene, lozin, locini, lucini, loźini, luźini ... «roźen, roźing». Bê guman teśeya zaraveya zazakî źi ya kurmancî bêtir nêzîkî ya avestî ye.

Yanî mesele ev e, peyva kurdiya kurmancî «roźing» (yan źî «roźen») di dema xwe ya berî pênc hezar (5.000) salan da wateya «ron, ronî, ronbar, zîv; tîrêź, ciyê bi ronahiyê» dida.

Źiber van sebebên dîrokî yên ku di nav kultura milletê kurd da roleke sereke dilîzin, min źî xwast ku navê bloga xwe bikim «roźing».

Li hemî gundên li Kurdistan’ê di nav xaniyan da paceyeke/pencereyeke ku li ser banê hatiye ćêkirin u ronahiyê dide hundir malê, he_ye. Dibe ku ev paceya źi źor va îro źibo me zêde bi mahne nebibe, lê di raśtiyê da bingeha vê pacê heta pênc hezar salan śunda terre/diće u xwediyê kultureke pirr kevin e. Di destpêka pêkhatina vê da u heta îro bi dehan fikir u baweriyên dînî/olî, kultureke bê binî xwe pê ra radigiyîne îro.

Berfa Spî Da-ketiye Ser Kolana Me

Îśev li der berfa spî her der dagirtiye. Gava min panźura li ber cama xwe ya mezin rakir, bi carekê va ćavên min li berfa der ya spî ket. Ya raśt kêfa min pirr pê hat. Lê heta niha źî min digot, heger berf nebare ewê baśtir bibe. Bê guman gelek sedemên vê yekê he_ne.

Ez hema hema di nav baźarê min yê niha da, li Zürich’ê, hertim bi bîskîletê terrim u têm, źi derî ćend rewśên awarte. Mesela gava baran bi hêz dibare, ez bi bîskîletê dernakevim der. Lê li ba berfê ev pirsgirêk tun e, berf bibare źî ez dikarim bi bîskîletê bi vir u wir da herrim. Xeternakiya ku ez bi berfê śil bibim źî, nîn e. Loma źî di vî warî da berf min aciz nake. Bê śik li hêla din hindek tehlukeyên din yên ku bi barîna berfê ra derdikevin źî, he_ne. Wekî mînaka min ya sala ćuyî; gava ez li ser kolana Sonneggstrasse’yê bi bîskîleta xwe berbi malê dihatim, li nêzîkî ba kućeyeke bereźor yekcar bîskîleta min dest bi xiźźînê kir u piśtî qasî deh mêtroyan êdî frênan źî nekaniyan tiśtekî bikin u ez ketim ser erdê. Bi vî hawî ez tevî bîskîleta xwe qasî bîst mêtroyan li ser asfalta cemed girtî xiźź bum. Xwedê he_buye, ti tiśt li min nebu, tenê qasî du-sê roźan di hêta min ya hêla raśtê da hêśeke bićuk ćêbibu u ewqas.

Aniha vê gavê daxwaza ku ez rabibim u herrim bezê di min da ćêbu. Wellehî ez ê vê yekê bînim śunê źî. Qet nebe di vê roźa yekem ya bi têr berf da divêt ez xwe li tiraliyê daneynim. Ez bawer dikim ez ê piśtî seetekê derkevim der u herrim bibezim.
De hun źî rabin u derbikevin ser berfa spî u îmana tiraliya bê bext bikin teneke haaa.

Donnerstag, 25. November 2010

Min Mase Źî Anî Yaw :-)



Piśtî mehek u nîvê min îro bi hevalekî xwe ću maseya xwe ya nuh anî malê. Maseya min ya nuh źi ya berê gelek dirêźtir e, ango dirêźiya wê qasî 1.80 sentîmêtro ye. Qet nebe ewê źi niha u pê va li ser maseya min śuneke mezin hebibe, ez ê li gorî dilê xwe bikarî bibim tiśtan li ser daynîm, oxxx.

Lê mixabin ku hîn źî odeya min gelekî tev li hev e, min hîn źî nekarî vê serubiniyê ćareser bikim. Heger bi destura we bibe, ez ê sibehê berxwedaneke mezin nîśan bidim u hemî pirsgirêkên xwe yên malîn źi holê rabikim. Piśtî vê źî ez ê li ber maseya xwe runim u bi kêfeke berdîberdayî li derudora xwe binêrim ellawekîl.

Helbet hîn planên min yên din źî hene. Ez ê di sala nuh ya tê da hindek guhartinên din yên bingehîn źî ćêbikim. Bi baweriya min, hingê ewê kêfa min bi temamî derkeve pileya 180°.

Welle ez li śuna we bibim, ez ê ćend tiśtên qerase daynîm ber xwe, daku bila nêzîkbuna sala nuh źibo we źî bikarî bibe kelecaniyekê ćêbike. Êêê, paśê nebêźin «law cîgerim te ćima źi me ra negot, hi?».




Beza Di Sermayê Da

Ev e bi salan e ku ez ha ha terrim bezê. Lê beza di demsala zivistanê da carina bêhna mirov teng dike. Gava mirov nefesê dikiśîne nav xwe, hiśkiya sermayê di qirik u firnikên xwe da baś hîs dike, hêśeke tuź u zirav dide bedenê meriyan. Her ćendî ez di van salên dawiyê da hindikî bi îtîna tevdigerim źî, dem bi dem dîsan źî dînîtiya xwe ya berê dubare dikim. Pirr baś tê bîra min, carina min di nav roźên gelek sar u bi berf da bêyî ku li pêśiya xwe bikarî bibim mêze bikim, dićum ser ćiyayê Ütliberg’ê yê li baźarê Zürich’ê. Gava kuliyên berfê xwe bi beraser ćavên min da berdidan, ez meźbur dimam ku bi baskên xwe ćav u ruyê xwe biparêzim...

Aniha ez ê dîsan rabim u herrim bezê. Ez bawer dikim kêm-zêde ev e dewsê (13) sal in ku ez wekî kesekî hobby-profî sportê dikim. Li gorî ragiyandinên zanyarî, sport źî di nav demê ra di meriyan da zebuniyê ćêdike, mirov dike mubteleya xwe.

De ez dirêź nekim, źiber ku wextê min zêde tun e. Divê ez źi Örlikon’ê heta Züri-Berg’ê bibezim u dîsan śunda vegerim.

Mittwoch, 24. November 2010

Muzîka Kurdî, Ez U Śivan Perwer

Piśtî ku ez źi welêt derketim der, seba/źibo demekê ez ćum li Stembol’a tirkan mam. Min di navbera wê demê da carina kar dikir u carina źî nedikir. Źiber ku ez hîn di zaroktiya xwe da źi meźburî bi pereyên di destê xwe da bi baldarî tevdigeriyam, min li Stembol’ê źî bi vî hawî xwe baś yan źî xirab îdare dikir.

Kurapê min yê ku demeke dirêź di girtîgehê da mayî bu, ćend sal berê hatî bu berdan. Wî wextekî di atolyeyekê da kar kir. Ya raśt karê ku wî dikir karekî pirr pîs bu. Ez bi xwe źî ćuyî bum ziyareta wî. Li gorî gotinên wan, gelek kes di wî karê têl kiśandinê da nexweś ketî bun u hindek źi wan mirî bun. Kurapê min dixwast ku ez źî li ba wî dest bi kar bikim. Lê ći elemet e xwedê dizane, ez bi xwe źi karên wilo pîs u bi kîmyevî nefret dikim. Min pêśniyaza wî qebul nekirî bu u loma źî berê xwe dayî bu karekî din...

Piśtî demekê kurapê min źî nexweś ket. Źi meźburî dest źi karê xwe berda u źibo tedaviyê qasî mehekê ću li nexweśxaneyekê raket. Piśtî ku źi nexweśxanê śunda vegeriya malê, bi saya hindek hevalên xwe yên berê dest bi karê sêyaretiyê kir li Eminönü’ya Stembol’ê. Bê guman zor u zehmetiya vî karî herkes baś dizane. Hertim zabitayên xerecxwar li duv mirov in, bê xerecê śansa tu kesî nîn e ku li wî ciyî karê xwe bike. Hingê hema hema tevayiya sêyareyan źî bi esl u feslê xwe kurd bun. Kurapê min bi wan ra têkiliyeke baś ćêkirî bu. Źiber ku ew di karê xwe da hîn pirr nuh bu u źi gelek tiśtan bê hay bu, wan hertim xwedîtî li wî dikirin...

Bi rabirtina demê ra, hevalên kurapê min yên kurd carcarina źê ra kasetên bi kurdî źî tîniyan u didan wî ku ew guhdar bike. Roźekê wî kasetek anî malê źî źibo ku em lê guhdar bikin. Lê me her ćendî li ber xwe daa, me bi giśtî guhê xwe dayî bu ber teybê źî, hema hun bibêźin me nedikaniya tiśtekî źê fam bikin. Carcarina yên kal/pîr digotin «aha min ev bêźe fam kir» u ewqas. Lê stranbêź bi dengekî bilind dikir qîreqîr. Źiber ku ew kaseta me kopiya kopiya sedan bu, xiśśîniya ku źê derdiket, mirov dîn dikir...

Paśê kurapê min got: Ma hun dizanin ew kî ye?
Me bi yek devkî got: Naaa!
Piśtî ku xwe bi vir u wir da baada, got: «Ev hozanekî kurmancan yê pirr bi nav u deng Śiwan Perwer e, ihi.
Min bi vî hawî him Śiwan Perwer nas kirî bu u him źî cara yekan pê ra guhdariya muzîka kurdî kirî bu.

Aniha baś nayê bîra min, lê bi baweriya min bibe, śeś meh paśê ez źî piśtî kurapê xwe, źi Stembol’a tirkan derbazî Ewrupê bum. Dawiya dawîn ez heta Swîsrê hatim. Gava ez li kampê bum, min kaseteke Śivan bi dest xist. Navê kasetê «Helepće» bu. Min êdî her u her guhdariya wê kasetê dikir. Min di demeke kurt da hemî stranên di kasetê da źiber kirî bun...

Gotin ew e ku, ez hîn źî di serê xwe da dibêźim ku di nav kasetên Śivan da ev kaset kaseta herî pîroź e.

Dienstag, 23. November 2010

Bi Kurdî «Rock» U «Koma Wetan»

Muzîkźenê kurd Keremê (Taher) Gerdenzerî bi koma xwe «Koma Wetan» di destpêka salên 1970an da li Gurcistan’ê ava kiriye. Malbata wî di śerê yekem yê cîhanê da źi herêma Qers’ê bi tevî gelek malbatên din yên kurd hatiye nefî kirin. Keremê Gerdenzerî bi xwe źi malbateke yêzdî ya kurd tê. Di dema wî śerî da źi malbatên kurd yên źi derudora Qers’ê heźmareke mezin źî li Ermenistan’ê bi cih bubu. Mal u milkê ku xelkê kurd li paś xwe hiśtî bu, dewleta tirkan ya niźadperest bi metodên bê huquqî źi wan standî bu.

Li gorî śertên wê demê yên zor u zehmet Koma Wetan cara yekem bi zimanê kurdî dest bi «rock»ê kiriye. Min bi xwe kaseta yekem ya komê di sala 1990an da bi dest xistî bu. Hîn źî pirr baś tê bîra min. Gava min guhdariya wê kasetê kirî bu, ez źi kêfan bubum ćar baskî, ewqas ku ez bi stranên Koma Wetan bubum serxweśê ziman u melodiyên kurdî. Min demeke dirêź ew kaset hertim bi xwe ra gerand. Paśê min ćend hebên din źî kirriyan u li kesên nas belav kirin.

Di vê navberê da sal di ser hev ra derbaz bun. Min heta berî ćend salan di derbarê vê komê da hew kariya înformasyonekê źi derekê bigirim. Heger ez śaś nebim, berî sê-ćar salan bu, min cara yekem di înternetê da gotareke kurt li ser Keremê Gerdenzerî xwandî bu. Bi raśtî źî bi xwandina wê nivîsê ez ketî bum nav kul u xeman. Xwediyê gotarê digot K. Gerdenzerî di destpêka salên 1990an da ćuye Frensê u li wir di nav rewśeke pirr derbeder da źiyana xwe derbaz dikiriye, źiber nebuna maleke xwe, śevan li ser kolanan radiketiye. Yanî bi gotineke din wextê xwe di nav tazîtî u birćîtiyê da dibuhuriye. Helbet vê yekê ez pirr êśandî bum.

Ez bawer dikim vê bihara ćuyî bu, min di roźnameyeke kurdan da hevpeyvîna ku bi Keremê Gerdenzerî ra hatî bu ćêkirin u weśandin, xwandî bu. Li gorî wê hevpeyvînê K. Gerdenzerî vê gavê bi malbata xwe va li Moskowa’yê dimaye. Hêvî u daxwaziyên wî yên ku roźekê bikarî bibe vegere Kurdistan’ê u di nav xelkê kurd da źiyana xwe berdewam bike u muzîkê ćêbike, anî bu zimên. Hîn źî bi hêvî bu ku roźekê ewê vegere himbêza Kurdistan’ê ya wêran u talan kirî.

Sonntag, 21. November 2010

Peźna Te Nayê

Xwedê dizane, ez źi stranên kurdî yên gelêrî gelek hez dikim, dilê min xwe bi bezeke ćargavî di nav hewayê ra dirêź dike u terre. Kesên ku bi kurdî dizanin, pirr baś dizanin ku di kurdî da gelek stîl u meqamên źi hev cihê/cuda hene. Di nav ćand u zimên da li gorî rewśên źi hev cihê awazên pirr awarte hatine bi kar hanîn. Bi pirranî bingeha van awazên ruhanî źi demên gelek kevin tên, ango tecrubeyeke bi hezar salan, hestên bi sedan, hezaran kesên ku di nav van ćend hezar salên buhurî ra derbaz bune u ćune, radigiyînin vê heyama ku em tê ra derbaz dibin. Mesela gava dayikeke kurd li ser śehadeta lawê xwe dike qîreqîr u dest bi lawiźên bi kurdî dike u bi «loy loy loyyy» hestên xwe dixe guhên mirov, mirov hew dikare li śuna xwe bê tevger bisekine, mirov di ruh u dilê xwe da diće ciyekî pirr ecêb. Dibe ku hêdî îro wateya «loy loy loyyy» neyê zanîn, lê di raśtiyê da berî ćar-pênc hezar salan mahneyeke wekî «giriya bi êś» dida ...
Min di nav źiyana xwe da li gelek stranên xelkên din źî guhdarî kiriye. Lê bi nêrîna min, bi stranên xwe yên gelêrî ti xelk nikare bi kilamên kurdî ra qayîśê bikiśîne ...

Ez dixwazim îro li vir gotinên strana gelêrî/folklorîk yên «Peźna Te Nayê» binivîsînim. Ev strana kêfa min pirr tîne. Berhevkarê vê stranê Ciwan Haco ye u di CDeya wî ya «Nisêbîna Rengîn» da hatiye tomar kirin.

PEŹNA TE NAYÊ

Peźna te nayê,
Wez źi ber evînê, wez ketime tayê.

Li ber śibakê, wez kur dinalim,
Derdê te ez kuśtim, kirime belayê.

Wekî comerdan were meydanê,
Destê min bigire, derxe źi zîndanê.

Her weha hun dikanin di youtube’ê da guhdariya vê stranê źî bikin. Navnîśana di youtube’ê da źî ez li vir didim:

http://www.youtube.com/watch?v=5OAiL5dctdc&feature=related

Samstag, 20. November 2010

Mala Li Deśtê



Ez ê îśev śîîrekê/helbestekê di vê kuncika xwe da biweśînim.
Têkiliya min ya bi helbestê źi ya yekî/e kurd zêdetir nîn e. Ev raśtiyek e ku ez li vir dibêźim.
Di nav nuće u nivîsên mîsyonerên ku berî sed salî, du sed salî ćune Kurdistan’ê da źî ev taybetmendiya kurdan tê pesend kirin. Wekî mînak, Bazil Nikitin di pirtuka xwe ya bi sernavê «Kurd» da dibêźe: «Hemî kurd him stranbêź u him źî śaîr in».
Di nav têkiliyên min yên bi ewrupiyan ra da gelek caran źi min hatiye pirsîn ku «ćima kurd bi zimanekî resimî/fotoxrafîk» dipeyîvîn?
Bê guman di vê miźarê da «zimanê kurdî» u «girêdayîbuna kurdan ya bi xwezayê ra» roleke mezin dilîze.
Ev taybetiyên ku min li vir bi bîr anîne, ligel «dengbêźên kurd» li asteke pirr bilind in, pirr bi hêz in...

Ez hêvîdar im ku dê ev helbesta li źêr li gorî dilê we bibe.

MALA LI DEŚTÊ

Li ser kayê
deriyek źi bendikan
paceyekî reśecamî
u dîwarekî zir belek
lê d-aniye mêro
li deśtê
lê ew źî bê herî ye.

Zürich/Swîsre

Freitag, 19. November 2010

Mirina Xaltîka Sirmê U Ez

Xaltîka Sirmê li dor salên sed salî bu. Bavê min dibêźe: «Gava ez zarok bum, Sirmê kećeke ciwan u zewicî bu». Aniha bavê min nod salî ye. Îsal gelek kalên/pîrên źi gundê me mirin. Źiber vê yekê ye ku bavê min carcarina li ber xwe dikeve u ditirse ku em careke din hevdu nebînin. Ev e bîst u du sal in ku me hevdu nediye. Herê, bavê min hîn bi bedenî pirr bi hêz u li ser xwe ye, lê dîsan źî di van salên xwe yên pêśta ćuyî da zêde baweriya xwe bi salên dur u dirêź nayîne.

Min xaltîka Sirmê wekî diya min ya duyan qebul dikir. Bi gotina diya min, heger xaltîka Sirmê nebibuya, ez ê źî aniha nebibuma. Gava diya min ducanî buye, źi xaltîka Sirmê ra gotiye: «Ez dîsan ducanî me, lê ez nizanim ku ći bikim. Tu ći dibêźî, ez vî zarokî źi ber xwe biavêźim yan na? Ćiton bibe zarokên min yên dawiyê herdu źî lawik in ...». Li ser gotinên diya min Sirmê źî diya min qanî dike ku ew min źi ber xwe neavêźe u berevaźî vê yekê min bîne ser dinê. Loma źî Sirmê źi diya min ra dibêźe: «Te di destpêkê da ewqas lawik dixwastin, lê her u her kećên te tenê ćêbun. Dibe ku ev źî lawik bibe ...». Yanî bi vir u wir da, dawiya dawîn Sirmê diya min tîne ser «îmanê» u bi vî hawî źî ez tesedufen ćêdibim.

Bila xwedê u Zerdeśt’ê kal hertim li cem wê bibe. Bila xwedê derd u xemên wê di gorna wê da kêm bike.

Mittwoch, 17. November 2010

Fîlmek U Xortek

Doh êvarî min li ba Zangeha Zürich’ê li fîlma «Bahoz» mêze kir. Ez bawer dikim em bi tevayî qasî dew pênc kesan bun, nîviyê temaśevanan kurd u nîviyek źî Swîsre’yî bun. Bi giśtî kêfa min bi vê fîlmê nehat. Di sêrî da źî bi zimanê tirkî buna vê fîlmê ez gelek aciz kirim. Diyar e ku hîn źî kurd bi girîngiya zimanê xwe nehesiyane. Her weha du caran straneke Edip Akbayram li du ciyan hatiye dubare kirin. Ev stran dîsan ligel tirkên niźadperest źî pirr di rewacê da ye. Di stranê da hestên tirkan yên źibo Stembol’ê bi awayekî nostalźîk têne gotin. Ma di nav stranên kurdî da qey qirra kilamên romantîk hatiye ku derhêner straneke bi tirkî dixe nav fîlma xwe?!

Dawiyê di beśa pirs u rexneyan da xortekî (kêm-zêde) bîst salî rexneya ku naveroka vê fîlmê bi nêrînên «neteweperest» hatî bibe hunandin, kir. Li gorî wî li Tirkiyê lînć kirina kurdan, zilm u zordariya dewletê ne raśt buye. Atatürk rêberekî mezin buye ku milletê me źi bin zilma talankeran xelas kiriye u hwd. Mixabin ku min hew kaniya li śuna xwe wilo bê deng bimînim, ez rabum u min rexneyek li rexneyên wî yên ćeft girt. Tiśtê ku herî zêde bala min kiśand źî, kesê ku wekî temsîldarê fîlmê li wir bu, li hemberî van rexneyan pirr pasîf tevdigeriya. Bi gotina wî di nav kurdan da źî kesên «nasyonalîst» hebune, beśek źi van kesan di nav PKKê da bune. Źiber ku gotina wî u raśtiyê li hev nedikir, min dîsan peyv girt u pirsa ku «gelo tu dikarî navê wan kurd, dezgeh yan źî partiyên ku niźadperest in źi min ra bibêźî?» li wî kir. Helbet min nekarî bersivekê źê bigirim, źiber ku ti kes, dezgeh u partî nehatin bîra wî. Wî bi xwe źî fam kir ku tiśtê ku wî li wir aniye zimên, raśteraśt bê binî bu, manîpulasyoneke xortê bîst salî bu ...

Piśtî ku em derketin der, li gorî ku źi min ra hate gotin, ew xortê bîst salî yekî kurd buye u źi baźarê min, źi Erzingan’ê buye.

Dienstag, 16. November 2010

Bi Kar Hanîna Zimanê Diźminê Xwe!

Kêmasiya kurdan ya herî mezin ya dîrokî: «Bi kar hanîna zimanên diźminên xwe ye!». Ćiqas źi diźmin nefret dikin bila bikin, lê hîn źî di bin hiśê kurdan da «źiyan, fikir u kultura» diźminan źi sedî sed serdest e. Hîn źî bi zimanê diźminan xwe bi wîźdanekî rehet (heger he bibe!) lorîkan dibêźin, helbestan dixwînin, stranan dibêźin, ćanda kurd ya hezar salan werdigerînin zimanên diźminên xwe u dikin milkê bavên wan. Kesê ku bi navê «ronakbîriyê» źî vê dike, bê îman e, rureś e, sextekar e!

Nasnameyeke Bê «Ziman» Tun E!

Rewśa zimanê kurdî ya tarumar buyî, bivê nevê mirov dixe nav ramanan. Di vî warî da kêmasiyên partiyên kurd yên siyasî, nebuna raman u hestên neteweyî yên di nav kurdan da sedemên herî bingehîn in. Bê guman ziman nasnameya milletekî yê «herî esasî» ye. Bê ziman śansê ti milletekî tun e ku hebuna xwe ya serbixwe u daîm îspat bike. Loma źî nasnameya milletekî bi zimanê wî milletî va girêdayî ye, ango «ziman» wekî pergaleke efsunî «nasnameya śexsî u mîllî» bi xwe ra dihafirîne.

Di vê sala 2010an da pirr kêm bibe źî, di nav kurdan da «ćalakiyeke zimanî» derkete holê. Di raśtiya da hîn ev ćalakiyên bi sînor li gorî hewcedariya heyî belav nebune, di nav kurdan da ciyê xwe baś negirtine. Li gorî ragiyandina nućeyeke dawîn, berdevka Meclîsa Źinan birêz xatun Śukran Dîkmen gotiye źinan birryara ku ewê źin li her derê zimanê kurdî bi kar bînin, girtiye. Bê śik rola źinê ya bi parastina zimên va girêdayî, wekî av u hewayê zarurî ye. Divêt źina kurd bandora rola xwe ya dîrokî baś bibîne u rê nede ku zarokên kurd di nav didanên diźminên milletê kurd da werin pelćikandin.

Sonntag, 14. November 2010

Heylo Ezooo, De Baźooo :-)

Ev demeke dirêź e ku min di bloga xwe da tiśt nenivîsiya. Bê guman sebebên vê yeke dikarin gelek tiśt bibin. Lê min bi xwe heta niha źî źê fam nekir. Dibe ku tiraliya min bibe. Ya raśt di warê nivîsînê da wekî kesekî ewqas tiral u bê berpirsiyar nîn im. Heta źi min têt dixwazim li ser miźarên ku min miźul dikin, hur u kur rawestim.