Samstag, 22. Juli 2017

Bilura Śevê


...

Xwadê:
Bilurvanê śevê li benda berbangê namîne
Ćiku berbang xewna śevê ye
Maleke li Kurdistan'ê
Bilurvanê ku śevê dike xewê
Di berbangê da xewnan ćêdike źê

Pêxember:
Kibrîta ku śevê diśewitîne źi rooźê natirse
Yabo
Guhên raketî deriyên vekirî li paś xwa nahêlin
Li pey hespên śemitî ne śop u ne źî śuv dimînin

Rebeno:
Śeva ku źi berbangan ditirse l bilurê nagerre
Ćiku rooź di roźingan da xewnan ćêdike
Ćićikên ku tê da heśyar dibin
Bi niviśtên śuśtî nimêźan belav dikin

...




Sonntag, 25. Juni 2017

Śev Bê Derî Ye


Ez ê îcarê śevê bidim ber pahniyan di vê kefteleftê da.
Niyeta min źi rika min ya xerabe ćêbuye carekê.
Yan herro yan źî merro dibêźim xwa bi xwa ra.
Bila źî di ciyê herî zirav da biśewite ev derd.
Gundekî li Kurdistan'ê
Źixwa xwadê piśta xwa l’ aramiyê pal daye, źi kêfê pê va ti tiśtekî din nas nake.
Bi destekî simbêlên xwa badide, bi destekî porê xwa śeh dike.
Gava tîh dibe, źi dewê li ser sehpayê furtekê vedixwe.
Cano hespê rewan diyarî min dike, źibo ku ez bikevim nav śevê.
„Śev bê derî ye“, dibêźe źi min ra.
„Tiśt nabe“ dibêźim, „źixwa ez ê l’ deriyan negerrim.“.
„Śev bê rê ye“, dibêźe, gava simbêlên xwa badide.
„Yê ku źi śevê bitirse, nikare rooźê bibîne.“, dibêźim.
 „Ez ê xewnekê ćêbikim u b’avêźim nav śevê bo ćavên te.“

Berê xwa źi min diguherîne. Di sê gavan da digêhiźe ber dîwarê źi keviran. L’ neynika li ser dîwarê mala xwa dinêre. Bi śeha di destê xwa yê ćep da porê li ser hustiyê xwa śeh dike.

„Ra’be! Li Nahala Ron, li ser Gira Spî, li teniśta Hopika Śîn dara biyê l’ heviya xewna te ya vê śevê ye!“, dibêźe.
Paśê pêda ću:
„L’ vê mêze bike, daku bila canê te źi sermaya źana vê śevê neśewite!“, dibêźe u bi tiliyê xwa nivîsa li ser hêlliya/neynika ber xwa nîśanî min dide.
Nivîsa li ser neynikê ya li ber ruyê wî berbi hêla ćep diśemite u li beramberî ruyê min yê sor disekine.
Bêyî ku li śuna xwa bilive, „Bi pistinî bixwîne u herre!“, dibêźe.
Ez l’ nivîsa li ser neynikê mêze dikim. Nivîseke śîn …

„Yê ku terre, careke din venagerre
Yê ku vedigerre, źixwa yê nemirî nabîne
Yên ku bi bendikan tên, baayan bi xwa ra tînin
Yên ku nayên, bê baa dimînin
Baayên ku tên, bi bendikan ra reqsê dikin
Baayên ku nayên, bi bextê xwa ra puć dibin“






Sonntag, 14. Mai 2017

HESENKÊF, Doh Hee’bu, Hêdî Sibeh Tun E!



Brako, źibo xatirê delaliya xwa u me, ka źibo kezeba sar ćayeke germ u źibo kezeba śewitî źî dewekî sar źi me ra b’îne!
Kezebên me li benda ćaya germ u dewê sar man.
Were źî neyê źî, em ê li ciyê xwa bisekinin bi tevî kezebên xwa.

Kurd li ber têlevîziyonên xwa runiśtine u l’ wêrankirina Hesenkêf’ê (Heskîf’ê) dinêrin.
Tirk ewê bi hemî zilimkariya xwa Turbeya Zeynel Beg ya dîrokî bi tevî makîneyên hesinî źi ciyê xwa rabikin u biben ciyekî din.
Mesele ewqas zelal e, ewê dîroka kurdan serubin bikin.
Niyeta namerdan li ser talanê mezin buye.
Hesenkêf
Birćî ne.
Ewê talana xwa zeximtir bikin.
Bi sond in.
Îcarê ciyê talanê Hesenkêf e.
Ewê pirtuka hezar salan di bin avê da bifetisînin.
Ewê bendava xwa di guhê dîrokê da bikutin, daku bila dîrok l’ ćîroka xwa nehesse.
U kurd ewê l’ ava vê bendavê mêze bikin, heta ku li hindê vê avê źi tîhbunê zuwa bibin.
Kurd li ber têlevîziyonên xwa runiśtine u bi merax u heyranî l’ mucîzeya makîneyên hesinî temaśe dikin.
Dîrok li źêr, di bin bin avê da, kurd li źor, li ber têlevîziyonên tirkan ...

Partî u siyasetmedarên kurd! yên namerd u pîć, ku di hewśa tirkan da giyayê xwa xwarine, tiliyekî xwa źî ranakin u xwadîtiyê l’ dîroka bi hezaran salan nakin!
Ligorî van namerdan dîrok bi van destpêdike, źi berî u piśtî van heebun heram e.
Partî u serokên ku bune ćapulciyên sosyalîst, bune îslamîstên namerd, u ha ha „însanetiyê“ xelas dikin, naxwazin u nikarin tenê peyvekê źî di ber tunekirina Hesenkêf’ê ra bibêźin!
Źixwa me dest źi qîrîna van pîćan berdaye!
Źibo xatirê xwadê tenê tiliyekî xwa rabikin!
Namerdino, źibo rehma xwadê di ber Hesenkêf’ê ra gulleyekî ber'din nav śevê!

Bila dengê gulleya we di nav śevê da bike girmegirm u bigêźe guhên me yên xewarî, daku em bi yek dengî biqîrîn u bibêźin: Her biźîn partî, siyasetmedar u serokên me yên namerd u pîć!