Ćoganê min di destê min da ez berbi gira efsaneyî ya li ber min
va dimeśim.
Gira ku ez li ser lutkeya wê bum.
Ez ê vê carê heta lutkeya girê derbiketima.
Min ê xewna zaroktiya xwa ya źi berî ćil salan l’ xwa helal
bikira.
Min ê vê carê li lutkeya vê efsaneyê ćîroka xwa bi dawî bikira.
Bi merax ez berbi źor va hildikiśim.
Li źor herd u kevirên spî min berbi xwa va dikiśînin.
Kaś her ku bilindtir dibe, tuźtir dibe.
Źi hilkiśînê zêdetir bala min li ser emniyeta canê min e.
Lê ćare tune bu, ez ê hilbikiśiyama.
Qedera vê yekê di vê roźê da vêśartî buye.
Di nav ćil salên reviyayî da min tiśtek pirr baś fam kirî bu,
herê, min tiśtek pirr baś fam kirî bu.
Qedera ku di hema wê kêliyê da nekariye bibe rastî, tenê u tenê sefseteyeke vala u sextekariyeke beyhude ye.
Li hêla paś gava ez źi girê dadiketim min ev kulîlk dîtin.
Her tiśt di dema bihara xwa da xwaś u bedew e. Tiśtê ku di nav
wê biharê da nekariye śîn bibe, źiyanê źi xwa bifurîne, ćîrokeke puć e,
miriyeke bê xwalî ye, guleke bê reng e ...
Qet niyeta min ya ku dest źi wê biharê berbidim, qedera xwa bi
destên xwa bê xwalî u av bihêlim, bi her du destên xwa wê bikuźim, tune bu.
Dizanim, belkî źî ez ê bi xwa zêde pê bextewar nebibuma.
Źixwa mebesta di dilê min da źî ne ew bu. Mebesta di vî canî da
tenê bextewarkirina wî lawikê ćend salî bu. Min qet guman nedikir ku ew zarokê
di ruhê min da źê aciz bibuya.
Ev hilkiśîna berbi źor va îcarê źibo wî zarokî bu.
Carina bi lepên xwa xwa berdidim ser keviran, kîp b’ wan
digirim.
Carina berê xwa didim hêla ćep, carina l’ hêla rast.
Ćep u rast, bi zîgzag terrim u têm.
Niyeta min ya ketinê qet tun e.
Zozana gundê me yê xerabe.
Turika li dor hustiyê min girêdayî carina min aciz dike. Bila źî
bike, ez ê di ser vê kaśê ra derbaz bibim.
Carina li ciyê xwa moleyekê didim. L’ hawîrdorê mêze dikim, l’
Śahîn u Śukran’ê digerrim. Dubare bala xwa didim kaśê li ber xwa. Ciyên
emniyettir digerrim.
Niyeta min ya ketinê qet tun e.
Li lutkeya girê du zinarên spî u mezin xuya dikin.
Nîśangeh źixwa li ber ćavên min in, zeftkirina wan nêzzîk dibe.
Zozana gundê me yê xerabe.
Mîna ku meyta wî zarokî ya źi berî ćil salan di nav wan her du
zinaran da vêśartî ’be, ez tiliyên xwa di nav herdê ra dikim u xwa gaveke din
berbi xewna xwa dikiśînim.
Di vê kêliyê da Śahîn u Śukran'ê li hêla din ya zozana me dibînim. Li
ser riya ku em hatî bun, dimeśiyan, u berê xwa daa’bun ziyareta li ser wê
kendala kur.
Ez bang l’ wan dikim. Disekinin.
Berbi min mêze dikin. Herhal dibêźim ez nedîtim.
Ez dubare bala xwa didim kaśê li ber
min. Hêdî zêde durî nemayî bu. Ez bi hêdîka berbi hêla ćep meśiyam. Di ćend
gavên dawiyê da min bi serê ćoganê xwa herd kontrol kir, źibo ku di ćend gavên
dawiyê da bi bez xwa b’avêźim ser zinarê li ber min.
Zozana gundê me yê xerabe.
Źi piśtî ćend seniyeyan, źi piśtî ku
min hêsaba xwa kir, min hemî giraniya xwa berda ser ćoganê di nav her du destên
xwa da u bi lez min xwa berbi zinêr havit.
Herê, vê carê źî bextê min bi min ra
bu. Ez u zinar, em l’ hev zeliqî bun.
Nîgên min yên di nav avê da. Min got qet nebe ez kurrikên/gorên xwa biśom.
Ez li ser dîwarê hilweśiyayî yê ćil salî l’ herda zaroktiya xwa
mêze dikim.
Bi hêvî me. Źixwa ez ê ćend śopên din yên nas peyda bikim li vê
beyarê, dibêźim xwa bi xwa ra.
Bi hêdîka dadikevim źêr, têm cem Śahîn u Śukran’ê.
Em li keviya avê radiwestin. Ez dixwazim ćend resimên avê
bigirim. Nîgekî xwa datînim ser kevirê di nav avê da. Lê kevirê di bin nîgê min
da śemitiya u nîgê min yê ćep kete nav avê. Îcarê min nîgê xwa yê din źî kir
nav avê bêyî ku solên xwa derbixînim.
Śahîn u Śukran’ê źî solên xwa źi xwa kirin u nîgên xwa kirin nav
avê.
Śukran'ê, «Keko, bi xwadê ev xistina nîgan ya nav avê fikireke baś
bu», got.
Helbet mebesteke min ya bi vî hawî tune bu, lê ew kevir bu’bu
qedera me ya di nav avê da.
Min hêkên bi runê patî yên di nav nên da derxist u dest bi
xwarinê kir. Śukran u Śahîn źê negirtin, wan źî nan u pendurê di turikên xwa da
derxistin.
Em heta nîv seetekê nîgên me di nav avê da li ber avê runiśtin.
Nîgên min di nav avê da. Gava min girte ser kamereyê źiber tîrêźên roźê yên di nav avê da rengekî sosret derket holê.
Paśê em rabun ser xwa. Śukran u Śahîn berbi mala źor va meśiyan.
Kesek li wê derê bu, lê me nedizaniya ku kî bu.
Gava ez hatim ba wan, min mêze kir ku canikên me bi hev ra
sohbetê dikin.
Zarokekî li dor ćardeh salî li wir bu.
Bi tirkî bi hevdu ra dipeyîviyan. Min bi kurdî silav daa wî
lawikî. Śukran di cî da got ez bawer nakim ku bi kurdî bizane.
Lêwik hema bi lez got, «Na, ez bi kurdî dizanim.».
Kêfa min pirr pê hat. «Ćavê mino, ma tu xelkê ku derê yî?»
«Ez li vir śivantiyê dikim. Źi xelkê Muś’ê me. Źibo vê havînê
hatim vir. Ez ê îsal dest bi lîseyê bikim. Lê ez bawer nakim ku ez careke din werim van deran.», got.
Śivanê ciwan yê ćavbelek.
Lawikekî śermok bu. Lê kurdbuna wî, kurdiya wî hîsseke sosret di
min da ćêkir. Me fam kir ku em kurd in u zmanê me źî kurdî ye. Hîn źî em hee
ne, hîn źî em li vir in!
Śukran u Śahîn xatir źê xwastin u berê xwa dan berbi hêla paś
malê. Kaśeke tuź li paś malê hee’bu.
Ez pićekî din bi wî lawikî ra peyîviyam. Min ê hindek pere
bidayê, lê mixabin ti tiśt li ba min tune bu, mixabin.
Źi berî ku ez źê xatir bixwazim, min destura girtina ćend
resiman źê kir. «Keko, mesele nîn e, helbet dikarî ćend resiman bigirî.», got.
Ćend resiman dikiśînim. Destê xwa drêź dikimê, destê wî bi
hezkirineke mezin diguviśim. «Bila haya te źi te baś hee’ ’be, ćavê mino! Dibe
ku em roźekê li ciyekî din rastî hev bên, źi bîr neke. De bi xatirê te.»
Śahîn u Śukran, xaltî u xwarziyên hevdu, di nav avê da kêfê dikin.
«Oxir ’be, keko! Ez ê bextewar ’bim.»
Gava ez hatim paś malê, ti kes tune bu. Min nedizaniya ku
Śukran u Śahîn b’ kîźan hêla da ćuyî bun.
Lê min berê xwa daa kaśa tuź ya li ber min bi xêra ćoyê di destê
min da.
Źixwa min di zaroktiya xwa da hertim merax dikir u dixwast tiśtê
li ser vê girê, tiśtê li paś vê girê bibînim. Źibo min mîna ku welatekî din u însanên
xerîb li paś wê girê hee’ ’bin, ez pićekî ditirsiyam. Źibo min ew gir mîna sînoreke
ebediyen bu di navbera me u wan da. U ez ê vê gavê, aniha bi hêdîka berê xwa bi ćoganê di destê xwa da bidim nav wê sînorê. De ya bi xêr.
Metin / Kemal Kahraman: "Meyman" (= "Mêvano/Nîvano")
Dizanim, min ê ew nedîta. Lê dîsan źî ćavên min l’
dîzarên/dîwarên źi hev ketî digerriyan.
Qet nebe divêt ćend kevir li śuna xwa mayî bibin.
Min riyeke ewqas drêź li paś hiśt u hatim.
Ava ku di nav zozana me ra diherike.
Ez berbi źor va dimeśim. Ne bi temamî źî ’be, ciyê mala me hîn
di bîra min da bu.
Śahîn u Śukran dîwarên bi keviran yên li pêś min nîśanî min
didin, «Keko, aha ev xopana ku tu lê digerriyayî, ev wêranxane ye.», dibêźin.
Her der bi giyan hatiye dagirtin.
Ez pićekî din berbi źor va dimeśim, dixwazim źi źor va li ser
dîwêr bisekinim u berê xwa bidim źêr, bidim berbi roźava.
Li źêr eraziyên bi giya dibînim. Tam źi berî ćil salan, tam di
van wextan da li van deran dibeziyam, goog dilîstim bi googa me ya źi paćikên
kevin ćêkirî.
Hingê holika me ya tenê źi du beśan źibo min pirr mezin xuya
dikir. Lê vê gavê ez bi pićukiya wê hessiyam.
Nahala li nav zozana gundê me.
Ew sibehên sar u hênik yên di nav wan nivînan da dest źi min
bernadin.
Kelecaniya ku di wan sibehan da dikete nav malê, beza b’ vir u
wir da, berxik, mîh u dewarên serserî yên ku źiyana me ligorî dilê xwa dîzayn
dikirin, em bi xwa ra digirtin u dibirin ...
Ev «ćama bi beniśt» e, heta bi mîlîmêtroya xwa ya dawiyê. Di meriv da hîsseke pîrozane ćêdike.
Em ê di ser Tumî Bilind ra heta deśta li ser ćiyê derbiketina. Em ê di ser kaśa li ber me ra bimeśiyana.
Li ser Tumî Bilind em rastî «ćama bi beniśt» hatin.
Meriv digot qey źi dara ćamê beniśteke pîroz b’ erdê da diriźiya. Ez pićekî źê bêhn dikim. Rehmetiya dayika min hate bîra min. Di zaroktiya min da ez hertim bi xwa ra digirtim u dibirim źibo ku em beniśtên ćaman berhev bikin. Em bi seetan, bi roźan bi berhevkirina beniśtên ćaman bilî dibun. Min him dixwarin u him źî kom dikirin. Dayika min ew beniśtên ćaman bi gelek giyayên cihê bi cihê ra tevlihev dikir, źi wan dermanên źibo nexwaśiyan ćêdikir. Bi taybet versiyona ku bi hunguv bu, bi têra xwa xwaś bu ...
Riya me ya bi deśt.
Em heta Deśtê hatin. Me śivanê gundê me dît. Li wir radiket. Gava em hatin ba wî heśyar bu. Śukran hema li ba wî runiśt, hal u xatir źê pirs kir. Paśê, źi berî ku em rabibin di nav gotinê da pirsa ku ka daxwazeke wî hee ye yan na, źê kir. «Heger hun bikarin cixareyekê bidin min, ez ê kêfxwaś bibim.», got. Lê di nav me da źî ti kes cixarekêś nebu.
Ciyê li ber zozana gundê me.
Em dubare ketin ser rê. Di ber Gola Sor ra derbaz bun u ketin ser riya zozana gundê me. Normel divêt źi gundê me heta zozanê bi peya qasî du seetan bikiśanda.
Li źor her der hilu bu, wekî deśta Erzingan’ê bê ser u ber drêź bu.
Hindek tiśt b’ min nas dihatin, lê hindek źî qet b’ min nas nedihatin.
Zozana gundê me ya xerabe, źi dur va.
Di rê da li hêla rast, ciyekî spî xuya dikir. Źi me qasî pênc sed mêtroyan dur bu. Herhal kils/kirêć bu. Di zaroktiya min da źî ew ciyê spî min dîtî bu. Tevî ku min ewqas merax dikir, tevî ku min ewqas dixwast carekê herrim wê derê źî, min nekir, nekariya. Vê carê herhal min ê bikira. Min xwa bi xwa ra got li ba vegerrê em carekê b’ wir da źî herrin.
Heta nêzzîkî zozana gundê me her tiśt di rê da meśiya. Di dawiya riya zozanê da divêt meriv pićekî berbi źêr va dabikeve.
Naxirê li zozana gundê me.
Źi dur va me ziyereta li hemberî gundê me źî dît. Gava Śukran’ê ziyeret nîśanî min daa, di cî da hate bîra min. Wekî kevankeke bi heybet xuya dikir. Ew roźa bêbav hate bîra min ...
Źi dur va zozana gundê me wêranbuyî xuya dikir. Źi derî xaniyekî li ser xwa tenê dîwarên hilweśiyayî li ser erdê radimediyan.
Sosreta xwadê ye, li zozana me naxir dićêriya.
Em heta źêr daketin. Śukran u Śahîn źi nahalê/newalê avek vexwarin. Di navbera me u zozanê da tenê ćend sed mêtro mayî bun. Rê hema hema di nav giyan da handa bu’bu.
Naxir li binilê zozanê bu. Gava em hatin u gêśtin nêxir, źi her du kutiyan/kućikan yek hate ba me. Min źi Śahîn ra got bila tenê źibo carekê pariyek nan bidê, ne zêde. Eynen weha źî kir. Paśê kutî/kućik berbi źêr da ću u bela xwa źi me veda.
Hîn nahaleke pićuk li pêś me hee’bu, em ê źê derbaz bibuna, em ê li kućeya girê li ber me bićerixiyana u ...
Herê, zozana me ya di nav ćil salan da mazîbuyî ewê bi me ra rubiru bimaya.