Sonntag, 24. November 2013

Kambaxiya Beśa Zmanê Kurdî Li Zanîngeha Muś'ê

Min źi berî ćend heftan di Facebook’ê da rupela zanîngeha Muś'ê dît.
Ya rast hevalekê li ser lîsteya min (herhal xaltîka me Śevlay bu) kêfa xwa bi nivîsekê haniya bu.
Ew nivîs źî li ser rupela zanîngeha Muś'ê bu.
Gava min ćend hevokên xuyayî xwandin, kêfa min gelekî pê hat u ez ćum ser rupelê (Ez ê wê gotarê li źêr bi we ra parve bikim).
Źi piśtî ku min xwandina gotarê xelas kir, min ev nivîs di bin da belav kir:

«Her biźî ćavê mino, hemî gotinên di nav vê gotara pirr germik u nermik da rastiya kambaxiya me kurdên îblîs e.
Lê ći dibe bila bibe, dîrok her li benda mîsyonerên xwa ye.
U heźmara wan źî pirr kêm e.
Loma źî yabo qurbano, divêt meriv wan naxirên ku di sufeta însanan da ne u bi kêrî zilikekê źî nayên, źi zurriyeta xwa ya însanî u netewî nehesibîne  ...».

Xalê me di bin nivîsa min da ev śîrove kirî bu:

«Kekê KK-Beghyani Shadi Sharin, te rexneya xwe bi dilekî pak kiriye, lê gotin û heqaretên ku rasterast li kesayetekî bê kirin li dijî konsepta vê rûpela me ye. Wekî din jî, bi vî awayî hevalên me yên beşê ji ber van gotinan dikevin rîskê û belkî ev ji bo wan ne baş be. Ez ê şîroveya te jê nebim, ev ne hedê min e, lê tu rewşa xwendekarên me hildî ber çavên xwe û li xwendina wan bifikirî, tu bi xwe vê şîroveyê rakî dê çêtir be. Lew, ez yeqîn dikim ku tu yê me fam bikî. Û ji bo Kurdî çi ji destê me bê, û jê zêdetir jî, em ê bikin. Li gel silavan.».

Yanî xalê me dixwaze

bibêźe "ez naxirtiya

zmanê tirkên qewad qebul nakim, ihi!"


Ê tabî min źî di bin śîroveya xalê xwa da ev bersîv dayê u me dawî bi meselê haniya:

«Ćavê mino, yadê heyrano, min navê kesî nedaye, yanî anonîm kiriye lo :)
Berxiko, xalê te heta hîro di ber zmanê kurdî ra źiyana xwa daye, êdî luksa me nemaye ku em li ber kurdan bi "heyran, qurban, ezbenî, ezgorî, ..." xwa ćar perće bikin. Bi vê em nikarin zmanê me yê di komayê da xelas bikin.
Li welatên herî pêśketî meriv u dewlet źibo menfeeteke xwa ya herî pićuk źî îsyan dikin, lê îcar me kurdan xwalî li ser heft ecdadê xwa kiriye, hîn źî xema me nîn e ...
Yanî dixwazim vê bibêźim; ma tirkên heram bi śîr u śekir u hingiv, bi rica u hezkirin zmanê xwa hanîn u xistên mêźiyên me yên mirî?
Helbet na, bi kuśtin u qetlîeman, bi tecawîzan, bi tarumarkirina welatê me, bi tarumarkirina ćand u nirxên me ...
Îcar dixwazim vê bipirsim: "Heger di me kurdan da pićekî namus, exlaq, xîret u wîcdana însanî hee’ bibuya, qet me ev zmanê ku bi qetlîem u tecawîzan xistine mêźî u devên me, qebul dikir?
Na! Me yê xwa bikuśta u dîsan źî ev nekira ...
Źiber ku exlaq u wîcdana  însanî vê yekê qebul nake.
Îcar kurd exlaqen u wîcdanen źi van kirinên segbav śerm nakin, kîn u nefreteke bê sînor hîs nakin, lê radibin zmanê van qetîl u tecawîzciyan wekî tiśtê herî normel bi kar tînin, roź bi roź zmanê bav u kalên xwa dikuźin, her tiśtê ku li wan hatiye kirin źi bîr dikin, zmanê wan tirkên bê namus di nav xwa da "meśru" dikin ...
Li hêla din źî ewê werin źi min dawa exlaq u namusê bikin ha?
Ti mafê kurdekî/ê tun e ku bi van normên tirkên kerbav nêzîkî heebun u tunebuna zmanê bav u kalan bibe ...
Tabî wekî xalê min, ćend heb kesên bi wê namus u wîcdana bav u kalan źî hee ne, u ew źî hêviya vî zmanî ne ...
Komeke me ya zmanê kurdî hee ye dilê mino, were u bibîne ći rexneyên kezebreśî tên kirin, herê welleh u billeh, bê nezer u filan u fistix :)
https://www.facebook.com/groups/dersakurdi/
Haaa, ez bi xwa zmannas im, loma źî ez ê carina di nav koma we da lêkolînên ku min bi kurdî amade kirine, parve bikim.
Ez vê śîroveya xwa ranakim ćavê mino, ku te xwastiye, fermo, te ći ćawan xwastiye wilo źî bike, serbest î yanî :)
Źi wan her du ćavên xalê xwa yên belek pać dikim, ihi :)».

Nivîsa xalê me ev e:

[
Xema Kurdî û Wekî Din

Hevalekî li ser şandeyeke rûpela me bi dilekî pak rexneyê li xwendekarên beşa me girtiye û nivîsiye: "Hûn beşa ziman û edebiyata Kurdî dixwînin lê hûn bi hev re bi Tirkî diaxivin." 

Ez jî dibêjim ji 'erş heta ferş tu rast dibêjî birako, baş e ku te em rexne kirine, bi vê gotina te ez çi qasî li ber xwe ketim qet nebêje, li ba me ji bo vî tiştî biwêja "poz şewitîn"ê dixebitînin. Erê lo, bi şeref kim pozê min şewitî. Û tew ji ber vê hincetê, min bi gelek hevalên xwe yên beşê re pev çinî û min gote wan ku, ez bibînim ku kî ji vê beşê bi hev re bi Tirkî diaxive, bila bi min re neaxive û silavê jî li min neke. Rast û kin, kurt û kurmancî.

Tu dizanî hevalo, rojekê mamosteyê me yê Îngilîzî di sinifê de ji me re got "hûn hişyarbûna gelekî temsîl dikin". Çi qas gotineke mezin û bêhawe xuya dike ne wisa, lê bi rastî jî wisa ye, lê gelo çend kes guh da vê gotina wî û çend kes di pişt guhê re avêt li ber çavan e, her tişt li meydanê ye. Min got Îngilîzî, tu dizanî hevalo, mamosteyê me dersa xwe xwerû bi Îngilîzî dide, lê çu kes ranabe nabêje "loo, mamoste can ka dersa xwe bi Tirkî bide" filan, lê gava ku behs û mijar Kurdî be û mamosteyên me bi Kurdî dersê didin êdî gilî û gazinên wan dest pê dike, berevajî Îngilîzî ku bi Kurdî dizanin, dibêjine wî ku em bi Kurdî tênagihin.

Min got mamoste ne wilo, heyran, lê ma te dizanibû ku serê vê govenda Tirkî çend mamosteyên me yên dersa Kurdî dikişînin. Bila nav di navbera me de nemîne û bila xelk jî pê bihise, bo nimûne mamosteyê dersa Dîroka Zimanê Kurdî Prof. Dr. Hasan Çiftçi dersa xwe xwerû bi Tirkî dide, û gava ku jê tê pirsîn ku çima dersa xwe bi Kurdî nade, dest bi gazinan dike (dike ku giriyê me bi belengaziya me bê) û dibêje "ma ka çavkaniyên bi Kurdî li ser dîroka zimanê Kurdî heye?" filan û bêvan. Bi saya te ez dixwazim çend gotinan li ber guhê wî xim heyran, "mamoste can, heyrana çavan, ma kesên ku van çavkaniyan amade dikin, halê wan ji te baştir in, heke tune be tu yê amade bikî û tu mecbûrî heqê dersa xwe bidî" an na dorê bide dornasan. Bi vî awayî fêdeya te li me nabe, heyf û mixabin qet nabe. Tenê navê Kurdî ne bes e, xwe di bin vî navî de veneşêrin, heke hûn ji heq vî karî dernakevin dev jê berdin. Li meydanê gelek canik û camêr hene ku vî karî baş bi rê bixin.

10 dersên me hene pismamo, 4 ji van li ser navê Kurdî ne, bila yên din bimînin. Gelek hevalên me gazin ji van dersên din dikin û dibêjin ku çima ne bi Kurdî ye, lê heta êvarê bi Tirkî galegalê dikin. Te dî gotinek heye, "legleg 'emrê xwe bi leqleqê derbas dike", aha, tiştekî wisa. Ka em ji bo wan bibêjin çi, ne çu tişt! Êêê. Ê û... Tu dizanî 4 dersên me yên Kurdî yên bi naveroka xwe ji hev cuda hene, lê hema bibêje di her çar dersan de jî dersa gramerê tê dayîn. Carinan ez dibihîzim ku hevalên me di nav hev de henekên xwe bi vê dikin (bi heq) û dibêjin "em bi dorê tewangê dibînin" an jî "diçî kîjan dersê ji me re behsa cînavkan dike" filan. Gelo haya mamosteyan ji vê heye? Tu dev ji vê berde, gelo haya mamosteyan ji hev heye?

Min got haydarî ne wisa, gelo haya mamosteyan ji xwendekaran heye? Gelo piştî dersan çi qasî bi xwendekaran re eleqedar dibin? Ji me re dibêjin hûn ê bibin kurdolog, lê gelo kengî difikirin ku pirtûkxaneyeke Kurdî vekin, qey ji wan we ye ku bê pirtûk lêkolîn tê kirin? Ez dibêjim qey em bi serê xwe vekin dê çêtir be, belkî der û cînar ji me re pirtûkan bişînin.

Tu dizanî birako, divê ez li xwe mikur bêm. Roja ku li ser skypeyê bi kurdnasa hêja Joanna Bochenskaya polonî re hevpeyvînek hat kirin hevalên me bi Tirkî pirsên xwe kirin (ma ev e kurdîzanî), lê te dizanibû ku wê kêliyê mamosteyê me jî bi hevalan re bi Tirkî qise dikir? Çizîniyek ji kevçika dilê min hat, dilê min şewitî û min li pencereyê nihêrî, payîz bû.

Birayê min, xema me ne mamoste ne, tu vê wiha bizanî, em ne heyranê çavên reş û belek in. Gotineke pismamên me yên Colemêrgî heye ku dibêjin " bira bira ye bazarî cuda ye". Xema me Kurdî ye û kesê ku dikeve vê dersê divê heqê vê dersê bide, heke na bila vekişe here. Xema me Kurdî ye (binêre: Şikoyê Hesen).

Ji niha û pê ve kîjan mamosteyê dersa Kurdî dersa xwe bi Kurdî nede û ji heq dersa xwe dernekeve em ê li vir deşîfre bikin, bila xwe aciz nekin, ji ber ku gotina Kurdî tenê têra me nake, divê nava vê gotinê jî dagirin. Ji ber ku niha ev gotin bo me kulek e, pûç e. Hevalo, hevpeyvînên ku em ê bi hevalan re di der barê ders û mamosteyan de bigirin kamerayê hema bibêje amade ye. Li benda hevpeyvînên me bimîne û bizane ku dê çê bibe. 

Wekî din, gotin çu nîne.

İnan Eroğlu

]

Samstag, 23. November 2013

Serboriyeke Di Facebook’a Bê Bav Da

Ez dixwazim hîro bi kurtî behsa serboriyeke xwa ya berê bikim.
Aniha tam nizanim, herhal źi berî salekê bu, xortekî me kurdan di Facebook'ê da daxwaziya hevaltiyê kirî bu.
Ê wekî hertim, źi piśtî ku min daxwaziya wî «herê» kir, min ayeta śertên hevaltiya xwa źî źi wî ra śand.
Tabî śertên di ayetê da tenê bi zmanê kurdî va girêdayî ne, ne ku ez źibo śexsê xwa tiśtekî dixwazim, e.
Źixwa kêm-zêde digel hemî daxwaziyên hevaltiyê eynî mesele derdikevin.
Tabî ez wê ayetê li ser hêsaba wan ya di Facebook’ê da bi wan ra parve dikim.
Aniha navê wî xortê me nayê bîra min.
Mixabin min navê wî di bin nivîsa wî da źî tomar nekiriye, tenê herfa sernavê wî wekî «B.» qeyd kiriye.
Wî di bin ayeta śandî da hilo nivîsiye:
«Birayê delal, pir xwîşk û birayên me zimanê kurdî fam nakin. Pir endamê rûpela me „Dengê misilmanên Kurdistan“ ji tirkîyê û bakurê kurdistanê ne. Em ji bo wan xwîşk û birayên hêja hem bi kurdî hem bi tirkî dinivîsînin. Erê tu rastî dibêje. Gelo em zanîn go dewlata tirk, dewleteke kafir û faşîstê, le em ne dijî zimanê tirkî û gelê tirk in.».

Min źî di bin nivîsa wî da ew nivîsiye:

«Lo bavê mino em kurd ćiqas xeyalperestên temam in dînime îmanime.

Yabo qurbano, yanî aniha tu dibêźî em ê bi zmanê wan faśîstan zmanê xwa źi mirinê xelas bikin?
Ê canim cîgerim, tiśtê ku "dewleta tirkan dike dewlet" ći ye?
Ma ne "tirk in"?
Ma ne "zmanê tirkan e"?
Ma "bê xelkê tirk u zmanê tirkan" ti îmkan hee ye ku "dewleta tirkan" hee' 'be?!
Lawo, hun bi xwadê dikin de b wir da herrin. De ev fikirên zarokên donzdeh salî ći  ne, weyyy.».

Ez dibêźim ez hingê pićekî hêrs ketime.
Tu kurd 'be, were bi aqilê tirkan źi min ra ćîrokên śorbepatinê bibêźe.
Ê bavê mino ma ev lotik tê xwarin?

Ez bawer nakim ku ti milletekî normel xwadî fikireke weha têkćuyî 'be.
Źixwa ew ćend gram hîssên netewî yên ku li ba kurdan hee' bun źî bi destê siyaseta partiyên me kurdan hatin tarumar kirin.
Herhal ewê serê me źi pepukiyê xelas nebe.

Freitag, 22. November 2013

BDP Ewê Dest Źi Kemalîzmê Bernede


Doh li Zürich'ê berf bariya.
Vê sibehê her der spî bu. Kêfa min pê hat welleh.
Dibêźin ewê dawiya vê heftê bêtir bibare. Dibare yan źî nabare, ne xema min e.
Ê tabî digel vê hewayê meriv nikare bi pîskîlêt derbikeve ser rê.

Ćend roź bun ku min dixwast ez li ser xaltîka me Gülten Kiśanak u namzediya wê ya źibo śaredariya Amed'ê tiśtina binivîsînim.
Lê min heta hîro nekaniya.
Ez vê xaltîka me tenê bi navbera medyayê nas dikim.
Min di Wikipedia'yê da nivîseke kurt di derbara wê da dît.
Źi Elazîz’ê buye. Li zanîngehê pêśta dest bi xwandina «zmanê tirkî» kiriye - bê nezer -, lê paśê nîvće hiśtiye u derbazî beśa roźnamegeriyê buye.
Ya rast ći kiriye, l ći bawer kiriye u dike, min qet eleqedar nake.
Ligorî ku tê gotin xaltîka me qet bi kurdî nizane, ne kurmancî u ne źî kirdkî/zazakî. Bawer nakim ku źi aniha u pê va źî bixwaze yan źî bikare hiynî kurdî bibe. Bibe źî ti xêr źê nayê. Yanî neyrobiyoloźîk êdî dema xaltîka me ya hiynbunê derbaz buye.
Êêê, girêka bê bav źî di vê lotikê da ye.
Hemî kurd źî dizanin, źibo roźava Qamiślo ći ye, źibo roźhilat Mehabad ći ye, źibo baśur Hewlêr ći ye, źibo bakur źî Amed xwadî semboleke weha ye.
Helbet di rastiyê da Amed wekî paytexta temamê Kurdistan'ê źî tê qebul kirin, tevî ku vê yekê qet heqq nake źî.
Amed hîro buye hêlîna zmanê tirkên qewad u tecawîzcî.
Li Amed'ê di bin navê siyaseta me ya azat da «tecawîzên» tirkan serketine. Di Amed'iyan da giramek źî namusa kurdîtiyê nemaye, hîss , xurur u kîbîra mîllî di bin sifirê ra ye.
Mêźî u rih puć bune, gemar bune.
Tabî li hêla din źî Amed li ser xwîna keć u xortên kurd hustiyê xwa qalind dike.
Bifikirin, di sala 1980-1990an da tenê kesek źî źi Amed’ê di nav refên gêrîlleyan da tune buye.
Aniha ev Amed'a ku di nav îxanetê da fetisiye, hîcar rabuye źineke ku peyvekê źî bi kurdî nizane, dixwaze bike śaredar, xwadêyooo!
Qet u qet nabe ku milletê kurd vê bê baviyê qebul bike.
Helbet divêt em vê yekê wekî birryara PKKê u A. Öcalan fam bikin.
Di miźareke weha da kes nikare bibêźe haya PKKê u A. Öcalan źi vê yekê tun e.
Ćima PKK u A. Öcalan vê yekê dikin, ćima kesên ku bi kurdî nizanin bi rik dikin berpirsiyarên milletê kurd, yabo heyranino?
Ma wekî din kes tun e?
Hee ye, him źî źi van kemalîstên têkćuyî hezar carî baśtir dikarin milletê kurd temsîl bikin.
Lê ćima ew nabin berpirsiyar?
Herhal êdî di nav PKKê da bazara desthilatdariya kemalîzmê bi temamî serketiye. Bawer nakim ku bi xwa dest źi vê dîktetoriya xwa ya faśîst berbidin. Êdî ev mentix buye hevîra heebun u tunebuna canikan.
Gulten Kiśanak źibo ala tirkan hilo dibêźe: «Źibo vê alê keda kurdan źî hee ye!». Dixwaze xwa li ber dilê tirkan śîrîn bike. Ev îxaneta mêźiyên bi kemalîzmê śuśtî ye.
A. Tugluk dibêźe: «Ataturk dahiyê sedsala bîstan bu!». Êdî ev ne siyaset e, ev rasterast segî ye. Herhal yên ku li Dêrsim'ê l keć u źinan tecawîz dikirin, źi Mars'ê nehatî bun!
Mesela E. Ayna dibêźe: «Ez bi kurdî bizanim ći dibe, nezanim ći dibe?!».
S. Tuncel źî li ser śopa van xayîn u kemalîstan dimeśe, ha ha lotikan li sînorên Kurdistan'ê dixe.
Tabî ćênabe ku meriv bi taybet S. Demîrtaś źi bîr bike. Yekî sereke yê vê taximê ye. Di dema xwa da bi cunteyê kirin «serok». Bi kurdî źî nizane. Ha ha welat bi welat digerre u zmanê tirkên qewad di nav milletê kurd da «meśru» dike. Ev śexsiyet di hal u mercên xwa da nikare du berxikan źî îdare bike, lê buye serokê partiyeke kurdan ...
Ez drêź nekim. BDP bi temamî maye di destên ćeqel u keftarên hilo kemalîst da. Yek źi ya/yê din heramtir e.
Gelo ev hemî źî teseduf in?
Gava tiśtek ne ligorî PKKê u A. Öcalan 'be, PKK u A. Öcalan hema bi tehdîdan hêrîś dikin. Lê ćima rexneyeke herî pićuk źî l van kemalîstan nakin?
Herkes źî dizane, bê destura PKKê u A. Öcalan zilikek źî nikare di nav PKKê da were livandin.
Hingê meriv fam dike ku PKK u A. Öcalan bi xwa ev in, loma deng dernaxînin, źixwa hevîr eynî hevîr e, av eynî av e.
Loma źî divêt kurd źi PKKê u A. Öcalan ti nêzîkbuneke din nepên, ev ćerx ćawan ćêbuye, ewê bi vî hawî źî bićerixe u herre.
Kurdino, divêt hun vê zilma kemalîstan qebul nekin.
Redda kemalîstan erk u mîsyona we ya dîrokî ye. Xwa di ber van kemalîstan ra nekin qurban.
Bi ći hawî dibe bila bibe, divêt siyaseta BDPê, PKKê u A. Öcalan were redd kirin.
Ewê li ser xwîna we kemalîzma xwa, despotîzma xwa, faśîzma xwa da'ćikînin.
Divêt di van hilbiźartinên pêś me da hariyariya BDPê neyê kirin, divêt siyaseta bi îxanet ya BDPê were teśhîr kirin.

Heta ku di nav milletê kurd da partiyên elternetîv dernekevin, ewê siyaseta di nav me kurdan da źî hilo bê edeb bibe duvika kemalîzmê, źixwa ektorên qerase bi têra xwa hee ne.

Donnerstag, 21. November 2013

Śivan Perwer U Partiyên Kurdan

Va ye di nav van pênc salên dawiyê da min heta aniha 501 gotar li vir, di nav bloga xwa ya agirpêketî da belav kirine. U ev źî dibe ya 502yan.
Yanî hema hema her salê 100 heb dikin.
Tevî ku min di destpêkê da dixwast tenê roźnivîskên xwa binivîsînim źî, ew tam ćênebu.
Bivêt-nevêt min li ser gelek meseleyên cihê gotar nivîsiyan.

De ez drêź nekim, dixwazim werim ser miźara xwa ya hîro.
Bi kurtî źî 'be, ez dixwazim hîro ćend gotinên gilower li ser Śivan Perwer binivîsînim.
Ya rast ez ê hîro rexneyan l wî nekin, bîlekîs wî biparêzim.
Min di nivîseke xwa ya berê da rexneya xwa l Śivan'ê me kirî bu.

Kêm-zêde ev e 40 sal in ku Śivan di nav milletê kurd da bi muzîka xwa tê nas kirin.
Bêguman di warê hunera xwa da xizmeteke mezin u bê sînor kiriye.
Bi stranên xwa li seranserê Kurdistan'ê tê nas kirin u hez kirin.
Kurd bi stranên Śivan l kurdbuna xwa hesiyan, bi stranên wî rabun serhildanan, źê hez kirin, źê hêz girtin, źê ênerźî girtin ...
Bi zanîna min Śivan bi hemî partiyên kurd ra źî xebitiye.
Di navbera partiyên kurd da cudatî nekiriye.
Lê mixabin di nav van hemî partiyan da źi derî PKKê ti partiyeke din tiśtek źi Śivan ra negotiye.
Gelek caran Śivan ćuye śevên PKKê źî.
Lê PKKê her u her xwastiye ku Śivan bi xwa va girê bide u wî di ber menfeetên xwa yên hizbî ra bi kar b'îne, ti carî dil nekiriye ku wî wekî Śivan, wekî hunermendekî kurd yê serbixwa qebul bike.
Di gelek śevên ku Śivan beśdar buye da hêrîś biriye ser Śivan, sîleh teqandiye, tembura wî b serî wî da śikandiye.
Carina qet rê nedaye ku konsêrtên wî l dar bikevin.
Lê ći ecêb e ku PKKê ti carî li hemberî ti konsêrteke hunermendekî tirkên qewad bi vî hawî protesto nekiriye.
Mesela PKKê gelek caran hunermendên tirk yan źî yên kurd yên ku asîmîle bune, haniye śevên xwa.
Tabî camêr bi xêra bavê xwa nayên, pereyên gelek mezin dixwazin u digirin źî.
Lê gava Śivan heqqê xwa dixwaze, tiśtê nemayî lê dikirin u dikin. Hezar u yek gemariyan tavêźin Śivan.
Bêguman sebebên vê yekê bi kompleksên ku tirkan di śexsiyetên me kurdan da hafirandiye va girêdayî ye.
Bi gotineke din, tirk u kultura tirkan xwadî rêz u rumetê ne (ne mîna kultura me kurdan e), loma źî divêt meriv li hemberî kultur u zmanê tirkan hertim bi hurmet 'be, qîmetê bidê.
Heger Śivan yan źî hunermendekî din yê kurd bi hunera xwa dinê źî biheźîne, qîmeta pîvazeke xerabe nake.
Mesela PKK nêzîkbuna di navbera Śivan u baśurê Kurdistan'ê da bi xwarina pereyan va girê dide.
Helbet ev źî di rastiyê da derewekî bê binî ye, źixwa bibe źî ne problem e.
Li seranserê cîhanê hemî dewlet u śexs hariyariyê didin hunermendên xwa, źi vê normeltir ti tiśt tun e.
Di nav hemî neteweyan da herkes ligorî kanîna xwa ya śexsî rola xwa ya mîllî dilîze. Tabî di nav van hemî neteweyan da hindek pîśe, kar u śexs hee ne ku wê netewê bi hêztir dikin, mezintir dikin.
Meriv nikare herkesî di eynî tasê da bike nav qalibekê. Źixwa li welatên kevinesosyelîst me dît, nekaniyan ti tiśtekî ku meriv pê serbilind bibe pêk b'înin u źi aniha u pê va źî ne pêkan e.
Di nav xwezayê da tiśtekî weha seqet źî tun e.
Di dema ku li baśurê Kurdistan'ê sefeletiyeke mezin hee' bu źî têkiliyên Śivan bi wan ra baś bu.
Hetta hetta Śivan źibo serketina wan karên bê hempa kirine, źibo ku ew b serbikevin, ći źi destê wî hatiye, kiriye.
Di dema hêrîśa Saddam da wî u ćend kesên din li Ewrupê dîplomesiyeke mezin meśandin.
Bi baweriya min heger Śivan, Kendal Nezan u ćend canikên din xanim Mitterand (źina serokkomarê Frense’yê) qanî nekirina, ewê Frense'yê ti carî hewl nedaa xwa ku Îngîltere u Emerîka herêma kurdan źi Saddam biparêzin.
Ez bawer nakim ku ewê ew derfeta dîrokî derbiketa, heger ew kar nehata kirin.
Mesela di dema bin hêrîśên Saddam da Śivan ću' bu baśur 
źî, źibo ku hêz u ênerźî bide pêśmergeyan: Kî-ne-em!
Drêź nekim, dixwazim vê bibêźim, PKK ti carî di rexne u hêrîśên xwa da bi maf nebu, hîn źî nîn e. Bawer nakim ku sibeh źî bi heqq bibe.
Di nav dîrokê da ti sîstemeke totelîter u dîktetorane nekariye ku śexs u civakeke bi tolerens u qebîliyet bihafirîne.

Mittwoch, 20. November 2013

De B’aźooon, Roźava Buye Bazara Qerećiyan


Partiyên me yên kurd tirr źi hemî perćeyên din yên Kurdistan'ê berdan, maa Roźava.
Îcar camêr li ser axa Roźava'yê kemînan li hemberî hevdu datînin.
Źi piśtî tevliheviya li Siriye'yê derfeteke dîrokî źibo kurdan derketî bu.
Hema hun bibêźin źi berî du salan źiber nućeyên ku di medyaya me ya śorbecî da belav buyî bun, me śoreśa xwa ya li Roźava'yê pîroz kirî bu.
Lê mixabin ew śoreś di gewriya me da asê maa u ću.

Hêrs nekevin haaa.
Ez bawer nakim ku mêrxasên din źi min bêtir azadiya vê perćeya bi derd u kul bixwazin.
Mesela min zêdeyî bi menîpulesiyonên hizbî yên partiyên me kurdan va girêdayî ye.
Pirr qîźźewîźź hate kirin.
Źi hevdu însan źî kuśtin.
Him bi navê kurdîtiyê u him źî bi yê azadiyê.
Yekî yê din bi aźantiya filan u bêvanan sucdar dikir.
Welheselî kelam u nizanim kîźan quzulqurt, bi xwaro-maro em heta hîro hatin.
Wekî źi berî aniha, dîsan PKK li Roźava'yê partiya herî bi hêz e (êdî ne pêwist e ku meriv bibêźe PYD u YPG, źixwa medde u ênerźî eynî lotik e, bila neće guhê xalê me Einstein heyranino).


Bi xwadê seba me serok u eskerên weha lazim in.
Sîstemeke weha demoxretîk lazim e.
Bêguman Kurdistan di nav ćar diźminên heram da hatiye perće kirin, loma źî bivêt-nevêt ewê kurd mecburen bi van heraman ra siyasetê bikin.
Ewê mecburen bi wan qetîlan ra dîplomesiyê źî bikin.
Mesele ne ev e.
Mesele di van kirin u ne-kirinan da her tiśt ćiqas Kurdistan'î ye, ćiqas di ber menfeetên milletê kurd ra ye, ew e.
PKK li hêlekê heśkere bi Esad ra hevkariyê dike, lê li hêla din źî redd dike.
Ćima hilo dike, qet u qet nakeve aqilê min.
Meriv yan dike, yan źî nake, ku kir źî bi usuleke famdar meselê tarîf dike.
Lê mixabin ev nayê kirin.
Tabî PKK herkesê źi derî xwa bi xayîntiyê sucdar dike, tevî ku ti hêzeke partî u śexsên din tun e ku herrin xayîntiyê źî bikin.
Ćavbelekino, ê ćima ew diźminên qewad nayên źi min daxwaziya xayîntiyê nakin?

Hêz tun e bavê mino, loma haaa (bi xwadê hun źî pirr baźarî u gundî mane). 
Min bi xwa di nav gelek vîdyoyan da hevkariya PKKê u rêźima Esad dîtiye, di nav gelek nućeyên pê bawer da xwandiye, źi kesên źi Roźava'yê ev bihîstiye.
Va ye hîro alîgirên Esad li Qamiślo'yê meśek li dar xistine: 1. 
Qamishlo, 2. RudawTV

Ê bavê mino ka Qamiślo źi hêzên Esad hatî bu xelas kirin?

Di hevpeyvîneke xwa ya nu da Salih Mislim dubare dibêźe em źi derî xwa ti hêzeke din li Roźava'yê qebul nakin.
Yanî ti hêzeke din ya kurdan qebul nakin.
Temam ćavbeleko, baś e, hingê îcar hun ćima hêzên Esad qebul dikin?
Qebul dikin, źiber ku Esad xwadî bi hêz e, di dêst da ćo hee ye, heger bixwaze dikare hemî herêma Roźava'yê tarumar bike u PKK źî źi hêza di destê xwa da bibe.
Helbet yên ku ewê di ber ra biśewitin źî milletê kurd e, filan u bêvan feqîr in.
Yanî heger em gotina xalê me Salih Mislim bi śiklekî din tercume bikin, dixwaze bibêźe, źibo ku em bikarin we qebul bikin, divêt hun źi me bi hêztir bibin, ćoyê we li ser serê me xwa l ba bike, źêrtir nabe cîgerino.

Aniha vê gavê menfeetên dewletên mezin li ser têkćuna me nehatiye ava kirin.
Lê sibeh ći dibe, ez nizanim.
Bi zanîna min ti dewleta ku desthilata PKKê li Roźava'yê qebul bike, tun e.
Ewê nekin źî.
Ê de yabo heyranino aniha ewê bi vî halê me ći bibe?

Aha de bi kerema xwa herrin hevpeyvîna xalê me Mislim bixwînin, dibe ku sêva xalê me Newton bikeve ser serê we u hun 
źî bi carekê va bibêźin «ihiii!»: HevpeyînaSalihMislim

Dienstag, 19. November 2013

Ćend Lotikên Siyasî Yên Van Roźên Dawiyê

Dibêźin hîro Qasimpaśalî li hemberî hêrîśên CHP u MHPê gotiye, «Bi serê we bikim ku di dema avakirina komara me da źî Atavirqo peyva "Kurdistan" bi kar haniye, hetta hetta di dema bav u kalên me osmaniyan da źî gotina "herêma Kurdistan’ê" hatiye bi kar hanîn.», u daye bin duvê kućikên xwa yên din.
Bê lome, ev lotika Qasimpaśalî baś e.
Lê mêro b [bi] vir u wir da digerrîne, l [li] hev dixe, sar dike germ dike, mista xwa l ser masê dixe, dîsan źî bi temamî nayê îmanê.
Carina źi kurdan u BDPeyiyan źî bêtir lotikên qerase tavêźe, mesela di derbarê komkuźiya Dêrsim’ê da li meclîsê rexneyên xerabe l CHPê kirî bu.
Di gelek miźaran da BDPeyî bune duvika Qasimpaśalî.
Ćima hilo ye ez bi xwa źî nizanim.
Herhal naxwazin di bin giraniya mîlîtantiya Qasimpaśalî da bimînin.



Tê gotin ku BDPê pêśwaziyeke baś l Kek Mesut kiriye.
Ez dibêźim di vê yekê da ti tiśtekî rast tun e.
Helbet ku gelek BDPeyî ćun pêśwaziyê.
Lê mixabin heta roźa dawiyê źî camêran hêrîśên ecêb kirin, pićek źî hewl nedan xwa ku bi zmanekî nerm u dîplometîk bipeyîvin.
Di roźa dawiyê da, yanî roźa îniyê, dest źi hêrîśan berdan.
Źi destpêkê heta dawiyê yên ku bi birryar bun tenê Osman Baydemîr u xaltîka me Leyla Zana bu.
Heger śaś nebim (xwadê bike śaś bibim), ferman źi PKKê hatî bu.
Dibe ku zor l Osman Baydemîr u Leyla Zana źî hatî bibe kirin.
Herhal her du źî digel fikra xwa man u loma źî źibo ku rê li ber perćebuna BDPê were girtin, riya ku yên din źî herrin pêśwaziyê hate tercîh kirin.
Ez qet bawer nakim ku O. Baydemîr u L. Zana paśê bigotina em nikarin pêśwaziyê bikin.
Źixwa Kek Mesut ću śaredariyê, li śaredariyê źî Osman’ê me hee ye u pêwistî bi yên tune bu.
Helbet ćuyîna BDPeyiyên din di nav dilê me hemî kurdan da buye ciyê kêfxwaśiyê.
Ćênabe ku partiyên kurd di ber menfeetên hizbî ra milletê kurd u menfeetên Kurdistan’ê bikin qurban.

S. Demîrtaś li Parîs’ê gotiye, «Ez vê gavê bi zmanekî din dikarim derdê milletê xwa baśtir îfade bikim, ... Lê ku zarokên min roźekê hatin vir, ewê bêguman bi we ra kurdî bipeyîvin.».
Yanî mêro li halê xwa nafikire, dest źi asîmîlekirina milletê kurd bernade, dest źi xizmeta meśrukirina zmanê tirkî bernade, radibe zmanê kurdî źî hewaleyî zarokên xwa dike!
Śerm źî nake.
Bi teehudên vik u vala bê mentix milletê kurd dike nav xewn u xeyalên mirinê.
Lawo bila xwadê te nixîne destê min u xelas.
Te yê bidîta bi wan teehudên ku kerek źî nikare sibeha xwa ya tê teslîmê bike, ewê ći b’aniya serê te.
Tabî mêro li Elmenye’yê źî rexne li dewleta Elmenye’yê kiriye.
Xwadêyooo, divêt tu meriv śaś nekî.
Lawo, yên ku li ser kolanan pîsik u kućikên xelkê wekî protesto diśewitandin, kî bun?
Yên ku zirar u ziyan didan dezgehên sîvîl, kî bun? (Lê tirk bran e, nabe ku meriv tiśtekî herî pićuk źî l wan bike!).
Yên ku li ser otorêyan her der bloke dikirin, bi ser sîvîl u polîsan da hêrîś dibirin, dezgeh îśxal dikirin, yên ku girtiyên sîvîl yên di destên xwa da bi śewitandinê tehdît dikirin, kî bun?
Bi tevî hezaran kiryarên terorîzekirinê Ewrupe kirin diźminê milletê kurd.
Aniha Ewrupe vê birryara xwa fess bike ći dibe, neke ći dibe.
Êdî li seranserê cîhanê ti dewleteke bi hêz tun e ku PKKê wekî hêzeke meśru qebul bike.
Pirsgirêka milletê kurd tenê u tenê bi dewleta tirk, ereb u farsên qewad ra ye.
Loma źî ti meseleya milletê kurd bi dewletên din ra tun e.
Pirsgirêk di navbera Konseya PKKê u wan dewletan da ye, ti eleqeya vê yekê bi kurdan ra nîn e.


Montag, 18. November 2013

Siyasetvanên Kurd Dawiya Heftê Mecburî Zmanê Kurdî Man

Ev e zivistan bi hêdîka hat.
Di van roźên dawiyê da germiya hewayê bi têra xwa daket.
Vê gavê li dor du pileyan e (2°).
Xwadê bike wekî sala buhurî heta nîviya meha heftan (hezîran) drêź neke.
Bi xwadê ewê psîxoloźiya me xerab bibe u herre.
Źixwa zêde xêr tê da nemaye yaw :)

Ez dixwazim bi ćend hevokan dîsan werim ser serdana Kek Mesut u Śivan Perwer.
Źixwa hindî/êdî derbaz bu u ću.
Di roźa dawiyê da źiber têkiliyên di nav kurdan da ez pirr kêfxwaś buyî bum.
Helbet bi zêdeyî bala min li ser zmanê dan u standinê bu.
Digel Kek Mesut wergêrrek hee' bu.
Lê tirkiya xalê me ewqas xerab bu ku, nayê gotin.
Ćawan rê dane kêmasiyeke weha aqilê min qet nagire.
Tabî li hêleke din źî ez pê kêfxwaś bum.
Min xwa bi xwa ra got, «De bila ew tirk bibînin ku kurd bi zmanê wan kućikan nizanin, zmanê tirkên heram ne zmanê milletê kurd e.».
Tabî divêt Kek Mesut qet bi xwa ra wergêrr nehaniya.
Ku bi xwa ra haniya źî divêt tenê di nav têkiliyên di navbera xwa u tirkan da rê bidayê.
Qasî ku xuya dibe, li hindek ciyan źibo kurdan źî wergêrr ketiye dewrê.
Mesela li pêś śaredariya Amed’ê.
Bêguman ev ne rast e, divêt bi tundî were rexne kirin.
Dibe ku li roźnamegerên tirkan fikirî bibin.
Źixwa girêk źî di vir da ye. Bi taybet źî divêt karê roźnamegerên tirkên segbav were zortir kirin.
Bila mecbur bimînin ku źi xwa ra wergêrrên kurdî orxenîze bikin, hetta hetta bila hînî kurdî bibin.
Bila bizanin ku li welatekî din in, li Kurdistan'ê ne, u zmanê resmî yê li Kurdistan'ê źî kurdî ye.
Lê em kurd vê yekê nakin, karê wan digirin ser xwa. Em zmanê wan heraman di nav xwa da meśru dikin, di mêźiyê wan da mîna ku Kurdistan ne welatekî din/xerîb bibe, mîna ku zmanê ku li Kurdistan’ê tê bi kar hanîn tirkî 'be, tesîreke di ber menfeetên wan da li ser wan dikin.
Helbet ewê hingê bibêźin Kurdistan erdê me ye u kurdî u filan u fistix źî tun e, 
źixwa va ye li vir źî tirkî tê axaftin.
Yekî hilo gotî bu: "Sînorên zmanê min sînorên welatê min e.".
Yanî bi gotineke din, sînorên zmanê tirkên segbav 
źî sînorê welatê wan e. Lê yên ku ew sînor heta Kurdistan'ê hanîne źî em kurd bi xwa ne, ne tirk, ereb u farsên qewad in.




Lê dîsan źî ...
Źiber ku Kek Mesut bi zmanê tirkên qewad nizane, mecburiyeteke bi axaftina zmanê kurdî źî ćêbu.
BDPeyiyên ku bi zmanê tirkên pînc ćavên xwa vedikin u digirin, mecbur man ku him kurdî guhdarî bikin u him źî bi kurdî bipeyîvin.
Źiber ku zman źibo hemî mîlletan bendika heebun u tunebunê ye, bendika aîdiyetiya bi hev ra ye, bivêt-nevêt di meriv da fikir u hîssên aîdiyetekê ćêdike, meriv bi hev ra girê dide, meriv nêzîkî hevdu dike, yekbuna me ya mîllî, dîrokî u psîxoloźîk derdixe meydanê.
Loma źî gava min ev vîdyo dît, ez gelekî pê kêfxwaś bum:


http://www.youtube.com/watch?v=Sxf6rFg4dvs


Qasî ku xuya dibe, girseyeke mezin doh Kek Mesut li Amed'ê bi rê kiriye:







Źi berî hatina Kek Mesut u Śivan Perwer min ev nivîs di Facebook'a zirto virto da belav kirî bu.
Źiber ku hindî ew roź bun ćîrok u ćun, ez dixwazim vê nivîsa xwa źî li vir belav bikim, daku bila źi pêśeroźê ra bimîne:

[
Di nav kurdan da tofan rabuye.
Ći ye?
Kek Mesut u Śivan ewê werin Amed'ê.
Dibêźin siyaseta AKPê ye, hilbiźartin nêzîk bune, loma dixwaze wan bi kar b'îne.
Ê bavê min ći derdê we u min e, kî kê bi kar tîne, ew u xwa.
Hîn ti tiśt pêknehatiye, ha ha hêrîśên vik u vala ...
Tevda źî bune «xwadê», êdî źibo buyerên ku ewê pêk werin, pêwistî bi «xwadê» źî nemaye yaw.
Baś e bavê mino, de bila werin u xizmeta filan u bêvan bikin, hingê millet ewê bi xwa bibîne u lotikeke bê îman lêbixe.
Źixwa di siyasetê da li bakur her tiśt ewqas erzan u belaś e ku nayê gotin.
Deqqe u seniye tun e ku "hessasî" tune 'be.
Źibo kê hessasî heyranino?

Drêź nekim, kurdino, tifu li van hessasiyan bikin, herrin pêśwaziya Kek Mesut u Śivan, xwadîtiyê li wan bikin.
Ku zirar dan menfeetên milletê kurd źî rexneyên xwa li wan bikin.
Lê bi kerema xwa bernedin ku kes we bike naxir u li ser xwîn u can u enerźiya we despotîzma xwa ava bike.
Di nav BDPê da dengên cihê derdikevin.
Bernedin ku kemalîstên heram yên di nav BDPê da zilmê bikin, xwadîtiyê li kesên Kurdistan'î bikin.
Herhal ewê BDP di ber kêfa kemalîstan ra were qurban kirin. Gelo avakirina HDPê ya taśeron źibo vê yekê bu?

]

Sonntag, 17. November 2013

Ziyereta Kek Mesut U Śivan Perwer Li Bakura Kurdistan’ê


Hîro ziyereta kek Mesut bi dawî bu.
Vegerriyaye baśurê Kurdistan’ê.
Tabî haya min źi Śivan'ê me tun e.

Di nav van roźên dawiyê da digel kurdên bakur śerrekî giran hee'  bu.
Di destpêkê da hindekên di nav BDPê da bi navbera ćapemeniyê źi heddê xwa mezintir gotin kirin. Heger ne śaś 'bim, PKK źi vê yekê berpirsiyar bu. Dibe ku ev źî roźekê zelal 'be.


Źi derî Osman Baydemîr u Leyla Zana BDPeyiyan daxuyaniyên pirr ecêb dan, bi êr/êgir bi ser da ćun.
Bi gotinên xwa di nav xelkê kurd da tuźbuneke ecêb derxistin.
Mesela Ehmed Tirk źî yek źi wan kesan e. Îcar roźa îniyê BDPê dev źi gotinên tuź berda u hate ser riyeke maqultir.
Mesela S. Demirtaś got, «Amed mala Barazanî ye źî». Helbet berê bi vê baldariyê tevnedigerriya mêro.
Li hêla din hindek kemalîstên heram yên di nav BDPê da bi lez li Amed'ê civînek li darxistin u birryara protestoyê li hemberî ziyereta kek Mesut u Śivan girtin.
Ćiqas bi serketin yan źî neketin, nizanim.
Qasî ku min di nućeyekê da dît, tenê ćend sed heb kes li ciyekî kom buyî bun źibo protestoyê.

Di vîdyoyekê da źî gava kek Mesut u yên din źi avayiyekê derketin u berbi seyareyên xwa dimeśiyan, źi dur va dengê protestoyan dihat u digotin, «Biźî serok Apo!».

Doh bi gelemperî qet kêfa min nehatî bu.
Helbet proxrema doh bi tevayî źi hêla AKPê va hatî bu orxenîze kirin, loma źî normel e ku tirkên qewad her tiśtî ligorî xwa orxenîze bikin.
Lê dîsan źî di axaftinên xwa da bi dîqqet bun.
Dawa aśtî u bratiyê dikirin, li ser destpêka bihareke nu dipeyîviyan, bi birryarbuna xwa taniyan zmên ...
Helbet ew van teehudan tînin śunê yan źî nayînin, ew tiśtekî din e.
Em ê bi hev ra bibînin.

Tiśtê ku ez herî zêde hêśandim, ew źî gava Śivan u Îbo li ser dikê bun, hatina ćend kesên bi alên tirkên qewad bu.
Źixwa stran źî ne stran bun.
Digel axaftina Śivan u Îbo, ći elemet bu nizanim, îcar Îbo źi Śivan mîlîtantir derket.
De dest źi vê źî berbidin, axaftina Śivan ya bi zmanê tirkên heram wekî gulle ha ha li ruyê min didaa, ez źi halekî diketim halekî din. Hema xwadê źi min ra digot, «De herre wî Śivan'î bigire destê xwa, nebêźe xwadê daye u ha ha li erdê bixe.».
Tabî Śivan źiber ku li Amed’ê ye tirkî napeyîve.
Ev nexwaśiyeke psîxoloźîk e ku di mêźiyê Śivan da śun buye.
Li Ewrupê źî eynî rezeletiyê dike. Îllem ewê bi hemî zmanên ku dizane bike zirrezirr.
Temam, me bi înglîzî u elmenî fam kir, îcar ew ći zmanê tirkên qewad e bavê mino, be hey teqiyayo.
Ne ku ez dixwazim hêrîśî wî bikim, e, lê bi rastî di vê mesela zmanê tirkên tecawîzcî da pêwistiya Śivên bi tedaviyeke psîxoloźîk hee ye.

Axaftina doh ya kek Mesut bi gelemperî di ćarćoveyeke dîplometîk da bu.
Bi gotinên xwa yekîtiya kurdan derdixist pêś. Digot, «Ez źibo xizmeta we hatime vir.».



Ez werim hîro.
Hîro vê ziyeretê zêdetir kêfa min haniya.
Źiber ku kek Mesut, Śivan, gelek perlementer u dezgehên kurd hatin ba hev, bi hevdu ra runiśtin, sohbet kirin, hevdu guhdar kirin.
Źi ciyekî ćun ciyekî din.
Bi kurdî daxuyanî dan.
Lê bi taybet źî li śaredariya Amed’ê Osman’ê me (Osman Baydemîr ha) ALA RENGÎN źî digel vê hevdîtinê bi śun kirî bu.
Feleket pê kêfxwaś bum.


Digel daxuyaniya li der źî, li pêś śaredariyê Ala Rengîn hatî bu śun kirin.
Tê gotin ku Osman’ê me li gelek ciyên din yên śaredariyê Ala Rengîn daye dardakirin.
Bila xwadê yekê dilê wî neke dudu, tevî ku carina dikevim gewriya wî źî.

Ez dibêźim herhal ewê ev serdan bibe pêngaveke nu.
Di pêśeroźê da dibe ku ev sînorên di navbera bakur u baśur da bêtir tarumar bibin.

Tabî di nav van roźên dawiyê da hindekan źibo ku kurd hevdu tarumar bikin, gelek xebat kirin.
Hindek kurdên kemalîst u xayîn ha ha di înternêtê da her cure rezelatî dikirin.
Ha ha ćêrên pirr bê edep li kek Mesut u Śivan dikirin.
De bila ev źî li vir źibo dîrokê bibin ćend not:
«Ez ê li źina Barzanî 'nim.»
«Ez ê li kuna Barzanî 'nim.»
«Ez ê li diya Barzanî 'nim.»
«Ez ê li kuna Śivan 'kim.»


Heger ez śaś nebim, bawer nakim ku van kućikan roźekê li hemberî tirk, ereb u farsên qewad u tecawîzcî ćêrên bi vî hawî kirî bibin.
Nakin, źiber ku tirk, ereb u fars xwadiyên van kućikan in, bi hurmet tevdigerrin li hemberî tecawîzciyên milletê kurd.


Xelkê kurd bi pêkhatina vê ziyeretê serketiye.
Xelkê kurd gaveke din nêzîkî hevdu buye.
Xelkê kurd rê nedaye provekesyonên kurdên kemalîst.
Yê ku serketiye îredeya milletê kurd yê netewî ye, ne siyeseta belaś.
Despot têkćune.
Baś yan źî xerab, ewê di pêśroźê da her tiśt zelaltir xuya bibe.


Samstag, 16. November 2013

Du Panelên PENa Swîsre’yê U Nivîskarên Kurd


Biborînin berxikino, min dîsan demeke drêź tiśtek nenivîsiya.
Helbet di vê navberê da gelek tiśt pêk hatin, gelek tiśt hatin nivîsîn, lê mixabin tenê di Facebook’a bê bav da u ewqas.
Ez ê aniha li ser van gotin u buyeran tiśtekî nenivîsînim.
Loma źî dixwazim werim ser miźareke din ya bêtir pêr, pêr, doh u hîro.

Navenda PENa Swîsre’yê ya beśa elmen du nivîskarên me yên kurd, Îrfan Babaoglu u Śêxmuz Sefer źi Amed’ê dawetî vir kirî bu, źibo du panelan.
Panelek pêr li Basel’ê, yek źî doh li Zürich’ê hate orxenîze kirin.
Di van her du panelan da źî min wergêrriya camêran kir.
Li Basel’ê herî zêde 40 kes u li Zürich’ê źî herî zêde 60-70 kes hatî bun.
Hindek nivîskarên Swîsre’yî yên bi nav u deng źî tev li van civînan bun.
Bêguman ciyê dilxwaśiyê ye.
Me her du nivîskarên xwa hîro, źi piśtî nîvroyê bi rê kirin.
Yek berbi Wiyene’yê ću, yê din źî berbi baźerekî din yê li Swîsre’yê (paśê źî ewê berbi Elmenye’yê herre).

Serokê PENa Swîsre’yê hîro źi nivîskarê me yê kurd (Yusuf Yeśîlöz) yê ku ev dawet orxenîze kirî bu u moderetoriya wê kirî bu ra nućeyek śandî bu. Wî ew nuće nîśanî min źî daa gava me vê nîvroyê li restorentekê tiśtina vedixwarin.
Camêr tê da kêfa xwa taniya zmên.
Her weha digot, «Bi hêviya ku ez ê bikarim sala tê bi tevî komeke hevalên me herrim bakurê Kurdistan’ê, digel rêz u silavên germ.».

Ez werim ser civînan.
Bi gelemperî civîn baś derbaz bun.
Lê bi taybet ya li Zürich’ê baśtir bu. Normel e źî. Źiber ku heźmara beśdarvanan zêdetir bu.
Digel wergerrê nivîskarekî me pićekî bi gotinên xwa zêde zelal nebu. Kurdiya wî źî ewqas baś nebu. Źixwa digot ew deh sal in ku dest bi kurmancî u zazakî kiriye u herdu źî bi têra xwa pêśta birine (helbet rêz u humet źibo daxwaz u îredeya wî. Lêêê, mixabin têr nake źibo ćalakiyeke weha mezin).
Tiśtên źi hev cihê carina di nav gotinên xwa da dibir u taniya, dubare dikir, tabî digel dubarekirinê źî forma gotina wî pićekî diguheriya.
Źiber vê yekê digel wergerrê carina serê min tev li hev dibu, divêt min bi formeke formulekirî ew werbigerrandina elmenî.
Ćend caran źî peyvên elmenî yên bi hevokê va girêdayî nehatin aqilê min, yan źî pićekî dereng hatin.
Lê digel civîneke weha źî wext gelekî girîng e, ćênabe ku meriv zêde wext vala derbaz bike.
Axaftin bi tevayî źî bi kurdî u elmenî bu.
Ti kesî bi zmanê tirkên qewad nekir leqleq. Źixwa ew îmkan źî tune bu :)

Lê mixabin resim rind derneketiye.
Literaturhaus, Basel - Swîsre, 14.11.2013.


Tiśtekî bala min kiśand, źixwa min texmîn źî dikir, yanî źi berê da dizaniya.
Digel axaftinê di navbera me u Ewrupe’yiyan da ferxeke mezin hee ye.
Em pirr źêde mîmîk u hereketan bi kar tînin digel axaftinê.
Bêguman pirr normel e źî.
Lê ez dibêźim em vê yekê pićekî zêde dikin u sebebên vê yên psîxoloźîk hee ne.
Digel axaftinê nermî u sertiya mîmîk u hereketan girîng e, yanî di nav hevahengiyekê da buyîna mîmîk u hereketan dikare axaftinê śîrîntir u balkêśtir źî bike...
Źixwa ev rastiyeke gelemperî ye ku tê zanîn.
Lê digel hevalan carina mîmîk u hereketên sert xwa didan der, bi taybetî źî digel hevalê me yê ku źi bîst salan zêdetir di girtîgeha tirkên qewad da mayî bu, zilmeke bê sînor dîtî bu.
Bêguman ev źî pirr normel e, ne hêsan e ku meriv źi piśtî ewqas salên dur u drêź yên di bin zilmê da hindek xususiyetên sert di xwa da nehafirîne.
Hetta ez dibêźim hemî însan u heywan źî ewê van xususiyetan di xwa bihafirînin.
Tevî ku ev rastiyeke xwezayî ye źî, dibe ku tesîra vê yekê li ser guhdaran îmeźeke xerab źî bike.
Kir yan źî nekir, ez wê nizanim.
Źi piśtî civînan li ciyekî din digel xwarin u vexwarinê kesên guhdar u em hatin ba hevdu u bi hevdu ra peyîviyan.
Pirsên wan hee’ bun, me bersîvên pirsên wan didan.
Helbet di eslê xwa da meseleya miźara van her du panelan źî zmanê kurdî bu.
Lê dîsan źî carina siyaset ket nav axaftinê.

Helbet herdu hevalên me ćend helbestên xwa źî xwandin.
Bi zêdeyî vê yekê kêfa guhdarên Swîsre’yî haniya.

Wekî din ligorî întîbeya ku di min da ćebu, hevalan xwa baś amade nekirî bun.
Ez bawer dikim haya wan źi van krîterên ku li Ewrupê hee ne, tune bu.
Li Ewrupê guhdar nîvoyeke bilind dixwazin, meriv nikare bi śiklekî basît u bê amadebuyî derbikeve pêś guhdaran.
Bi vê ne amadebunê meriv tenê rehê xwa yê di pêśeroźê da dibirre.
Loma źî źibo axaftina ku ewê were kirin, divêt źi berê da li malê her tiśt hatî ’be ceribandin. Di nav vê amadekirinê da mînakên îronîk u henekî nebe-nebeyek e, źibo ku guhdar bala xwa baśtir bidinê.
Tevî ku hevalekî ev carina tesedufî kir źî, bi ya min kêm bu.

Tiśtekî din yê ku bala min kiśand, ragiyandina înformesiyonan bu.
Li hêla din divêt meriv kultura giśtî ya di navbera me kurdan u Ewrupe’yiyan da źî b’îne zmên.
Bivêt-nevêt em xwa di vî warî ti carî nikarin bi wan ra muqeyese bikin.
Bingeheke pêt di me da tun e. Zanîn u înformesiyonên me ewqas subźektîv in ku, meriv źê bêhnteng dibe.
Źi îddiayan pêk tên.
Eleqeya wan zêde bi zanîn u înformesiyonên tespîtkirî ra tun e.

Loma źî digel Ewrupe’yiyan cîddiyeta asta întellektuweliya me dike śorbe.
Bi kurt u kurmancî, întellektuweliya me u ya Ewrupe’yiyan di nav pîvanên cihê ra dibezin u meriv hew dikare bi hevdu ra miqeyese bike.
...

Sibeh ez dixwazim li ser ziyereta kek Mesut u Śivan Perwer ya li bakurê Kurdistan’ê bisekinim.
Ka em mêze bikin ewê heta sibeh ći bibe.
Heta vê gavê min tiśtekî sosret nedît.
Lê dîsan źî divêt haya meriv źi xwa baś hee’ ’be u nekeve nav kemîna tirkên qewad.